NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:
“Di çarçoveya çalakiyên berxwedanê de, hêzên me di du rojên borî de rêzeçalakiyên bibandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn û derdora wê li dar xistin.
Di 12’ê Îlonê de hêzên me bi du çalakiyan liv û tevgera çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê kir armanc. Çalakiya yekemîn li ser rêka diçe pira nû û ya duyemîn jî li ser pira duyan pêk hat. Di encama her du çalakiyan de ziyaneke madî gihîşt çeteyan lê der barê hejmara kuştî û birîndaran de agahiyên zelal bi dest neketin.
Di 13’ê Îlonê de hêzên me çalakiyeke bibandor li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker li gundê Basilê yê girêdayî navçeya Şêrawa li dar xist, di encamê de ew baregeh hat rûxandin û 3 leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn.
Di 13’ê Îlonê de hêzên me bi çekên giran seyareyeke Doçka ya barkirî li derdora gundê Kefer Xaşir ê girêdayî herêma Ezazê kir armanc, di encama çalakiyê de ew seyare tevî çeka li ser hat rûxandin û 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Di 13’ê Îlonê de hêzên me bi çalakiyeke sekvaniyê komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Seyid Elî yê girêdayî bajarê Mare kir armanc, di encamê de çeteyek hat kuştin.
Di heman dîrokê de hêzên me bi çekên navîn çeperên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Til Malid ê girêdayî bajarê Mare kirin armanc, di çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Di navbera 11-13 Îlonê de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obus û hewanan gundên navçeya Şera Merenaz û Malikiyê; gundên navçeya Şêrawa Bênê û Aqîbê topbaran kirin. Di encamê de ziyaneke madî ya mezin gihîşt mal û zeviyên gundiyan. Her wiha balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li ezmanê navçeya Şera geriyan.”