RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Pêngava pêşî ya gerîlla ya PKK’ê ji ber kêmasiya fermandaran aliqîbû. Kêmasî û muhafezekariyeke ciddî derketibû holê. Rastiya Kongreya Sêyemîn a li Bekaa’yê ev îfade dikir. eşkere bû ku diviya li ser rastiya fermandaran analîz bihata kirin. Min nivîsên pêşî yên ceribandinê bi xwe nivîsîn. Min gelek axaftinên kasetan kirin. Weke tedbîr jî min kesên ji nifşên pêşî yên komê mayî şandin Ewrûpayê. Bi îhtîmaleke mezin, piştî şehadetên namzetên fermandariyê yên hêja kesên mayî ew kes bûn bi xasûkî mabûn û hin ji wan jî muhtemelen hêmanên sîxur bûn û di dema pêş de çavên wan lê bû valatiya fermandariyê tijî bikin. Maskeya van kesan bi awayekî pirr eşkere di tevgera xiyanet û tesfiyekariya 2002-2004’an de ji ber rûyê wan hat xwarê. Ferhat (Osman Öcalan), Botan (Nizamettin Taş), Ebûbekîr (Halil Ataç), Serhat (Hıdır Yalçın), Ekrem (Hıdır Sarıkaya), Celal, Dogan (yê Şirnexî), Kanî Yilmaz (Faysal Dunlayıcı) û hê hejmareke zêde ya hêmanên bi heman rengî, bi Çeteya çaran û Çeteya Çurukkayayan bi awayekî berbiçav benê rêxistinê xistin destê xwe. Yên ev rê li wan vekirin, kadroyên nifşên kevin bûn ku li rola xwe ya navendî xwedî derneketin û di serî de Mahsum Korkmaz û Mehmet Karasungur gelek hevalên durist û karîbûn bi rola fermandariyê rabûna bi pirranî bi rêbazên komployê hatin tesfiyekirin. Gelek nîşane hebûn ku didan xuyakirin, bi komployeke di serê 1990’î de pîlana wê dikirin rêxistinê bi temamî bixin destê xwe. Kuştina damezrînerê JITEM’ê Cem Ersever ji nêz ve bi vî pîlanî re têkildar e. Du sîxurên di Star TV de dipeyivîn li xwe mikur hatin û gotin “ferman dabûn me ku em Ocalan nekujin bi saxî zevt bikin.” Di vê mikurhatinê de gelek nîşane der barê vê komployê de hene ku mirov dibîne. Herweha şehadeta Hesen Bîndal nîşaneke eşkere bû. Li Amedê ji bilî hêmanên çeteyan ên weke Sait Çurukkaya û Şemdîn Sakik kadroyên fermandariyê yên durist hemû û li Dêrsimê Doktor Baran di vê demê de hatin tesfiyekirin. Jixwe devera Botanê ji Cemîl Işik û şelaqên wî re hatibû terikandin. Dor hatibû dest biavêjin rewşa min a li Bekaa’yê.
Tevahiya pirsgirêkên PKK’yîbûyîn, artêşbûyînê û heta yên berebûyîn (HRK’bûyîn û ERNK’bûyîn) weke xwe mabûn. Pirsgirêk hemû li ser min mabûn. Hêmanên durist bi tenê zanîbûn bimirin. Jixwe hîç nedihat bîra wan ku ji heqê pisgirêkên taktîk bên. Mînakên cesaret û fedekariyên mezin ne kêm bûn, lê cesaret û fedekarî bi serê xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên pratîk û taktîkê têrê nedikir. Bi armanca çareserkirina van pirsgirêkan bi Bihara 1987’an re min giraniya xwe da ser metoda analîzan. Mijarên berê ez bi broşuran li ser wan sekinîbûm, min vê carê bi kasetên deng û dîmen hewl da bêhtir hûrûkûr ji hev derxim. Li ber min komên ji çarsed kesî yên bi dewreyên sê mehan bêne perwerdekirin hebûn. Pêvajoyeke nû ya perwerdeyê ku têde ji hezarî zêdetir namzetên gerîlla bêne perwerdekirin weke wezîfe li pêşberî min bû. Me bi van perwerdeyan xwestibû pêşiyê li tevahî tesfiyekariyên hundir û derve bigirin. Bi vî awayî hema bêje me tesfiyekarî bêîmkan kiribû û me xweziyên kesên çavên wan li vê jî di qirika wan de hiştibûn. Wer xuya dikir ku hinek jê bi çar çavan li bendê bûn, bê ka wê çi bi min bê. Ev bendewarî têra xwe xurt e, û şopê wê hê jî mane. Heval û hevriyên ji nişfê berê yên ku me ew şandibûn Ewrûpayê, bi êrîşên bi pêşengiya Elmanyayê ji sala 1987’an û pêve hatibûn girtin. Vê bûyerê bi tenê jî nîşan dida ku Elmanya navenda Gladîo’yê ye, û pêngava Gladîo ya li dijî PKK’ê rave dikir. Elmanya ji Komara Tirkiyê bêhtir bi awayekî berfireh, bi pîlan û bi xasûkî bi tesfiyekirina PKK’ê re mijûl bûye. Lê tevî van hemûyan jî gelê Kurd ê li Ewrûpayê bi xwestekên azadî û nasnameyê li dora tevgerê bi dilsozî civiya û vê jî têrê kir ku pîlanên tesfiyeyê yên di ser Ewrûpayê re bêne meşandin bi tevahî pûç bibin. Di wê demê de dilsoziya gelê me yê li Sûrî û Ewrûpayê nebûya, gelekî zehmet bû ku mirov PKK û şerê şoreşgerî li ser piyan bigirta. Divê mirov gelê me yê li herdu qadan timî bi rêz bi bîr bîne û pîroz bike.
Min der barê jinê de cara pêşî di Adara 1987’an de dest bi analîzan kir. Belaya bi riya jinê anîbûn serê min ango anîbûn serê tevgerê, min heta bi mejiyê hestiyê xwe his kiribû. Li hemberî helwestên ku hevriyên min dîn û har kiribûn, min cara pêşî bi rêbazeke nû, bi rêbaza analîzan hewl da bersivê bidim. Di serî de Ayşe Akarsu ya Pazarcixî, Saîme Aşkin a ji Dêrsimê û Ayten a ji Nisêbînê ku bi kuştinê hatibûn cezakirin, di vê gavavêtina min a analîzan de xwedî par in. Ji ber ku min cezakirina van jinan ticarî nikarîbû qebûl bikim. Pirsgirêka jinê her ku diçû ciddî û giran dibû. Her serê dewreyeke perwerdeyê min analîzên der barê vê mijarê de gaveke din pêşde dibir û kûr dikir. Jinên ciwan her ku diçû di nava refên me de zêde dibûn û vê jî dikir ku em bersiveke bi kok bidin pirsgirêka azadiya jinê. Lê belaya bêrehm a bi navê Kesîreyê li ser serê min di vê xebata min de bi rola sereke radibû. Kuştina wê ne rast bû, lê ewqasî bêîmkan kiribû ku mirov nikarîbû saetekê jî bi wê re bimîne. Hêmaneke gelekî zîrek bû. Çawa ku hevrê Mahsûm Korkmaz bû şehîd, gotinên wê kirî nîşan didin ka çiqasî zîrek e, û çiqasî rast rêxistinê dişopîne. Gotinê wê ev bûn: “Kesê ku tu herî zêde jê piştrast û pê ewle Mahsum Korkmaz jî çû, niha tu yê çi bikî?” Mîna ku bixwaze ez paş ve gavê biavêjim û teslîmî wê bibim. Bi hêrs û êşa ji ber helwestên bi vî rengî min pêngava 1987’an avêt. Bi rêbazên ji rêûresmê min karîbû hezar caran ew bikuşta yan berdana û jê rizgar bibûma. Lê maneya helwesteke bi vî rengî ji bo min têkçûneke îdeolojîk û polîtîk bû. Wekî din, min partî û rêxistin bi wê re parve bikira yan jî teslîmî wê bikira, dîsa encam ê heman tişt bûya. Hêmaneke duristbûya jî keda wê tinebû. Bi tenê bi hosteyî çavdêrî dikirin, bi maneyeke neyênî pêngavên taktîkî sor dikirin. Di şexsê wê de der barê jinan de çi hebû min dixwest ji hev derxim. Herweha min dixwest têkiliyên jin û mêran ên li dora min her ku diçûn xwe ferz dikirin jî ji hev derxim, lewma min dixwest bersivên bi kok ên azadî û wekheviyê bidim wan.
Tevlîkirina jinan a nava xebateke mîna rêxistina eskeriyê ya ji sedî sed mohra mêran li ser e, û bi îdeolojiya mêrê serwer pêk hatiye gelekî bi rîsk bû; tiştekî wisa bû, mîna ku mirov dinamêtê bixe nava xebatan. Têgihiştina jin û mêrên heyî, ji têgihiştina cinsiyetparêz a çor û ji rêûresmê wêdetir nediçû. Têgihiştina wan ji hev du re ji tehrîkkirin û sorkirinê, ji îşaretdayîna bi çav û birûyan wêdetir bi pêş neketibû. Min bi destê xwe belayeke mezin anîbû serê xwe. Fermandarê navdar ê gerîlla Che Guevara jî dema jinan digire nava refên xwe wê di warê tatmînbûna cinsî de şaş nabîne, weke pêdiviyeke hewcedarî pê heye qebûl dike. Min nikarîbû ev qebûl bikirana, min ev bi xwe û xebatên rêxistinê, nexasim jî qada eskerî bida qebûlkirin, ji serî ve maneya vê ew bû ku me xwe bi destê xwe tesfiye dikir. Min nikarîbû jin bi rewşa heyî jî bihişta, ji ber ku rewşa wê ya heyî jî ji bo tesfiyebûna me têrê dikir. Heval an jî ekîbek tinebû, hukim li xerîzeyên cinsî bike, wan bi awayekî rast, li ser bingehê hunerê polîtîk û berjewendiyên rêxistinê binirxanda. Ne ji bo min û ne jî ji bo rêxistinê rast bû ku me jin li derve bihişta û şoreşek bê jin pêk bianiya. Bi tenê rêbazeke din dima ew jî bi gotina gelêrî me yê ew ‘bi serî bikirana’ yan ‘serê wan girê bidana’ û ‘zewaca şoreşgerî’ ya rêxistinên çepgir ên şoreşgerî kiribûn mode jî dibe ku bibûya çare. Lê min ev rêbaz rast nedidîtin. Erê van rêbazan wê enerjiya şoreşgerî pûç bikirana, lê belê jixwe şert û mercên fizîkî derfet û îmkan nedidan zewac û sergirêdanên bi vî rengî. Ev dihat wê maneyê, kê kel û pelên xwe ber hev bikira wê berê xwe bidaya Ewrûpayê û lê bibûya penaber an jî biketa nava gel û li ser navê rêxistinê weke kurtêlxuran bijiya û ji bilî vê jî rê nedima. Ev jî şêweyekî din ê tesfiyekariyê bû.
Lê riya min ceriband, di çanda Rojhilata Navîn de şêweyekî têkiliyê bû, kes lê nefikirîbû û bîr nebiribû; li derveyî zewaca weke hewcedarî dihat dîtin, jiyan û şerekî di nava nakokî û têkiliyên diyalektîk de li ber çavan digirt. Di vê çarçoveyê de min dixwest ez hem mêr û hem jî bi taybetî jinê bi heyîna wan û azadiya wan a rastî ya insanî bida naskirin. Ev îmtîhaneke mezin a navxweyî ya şoreşgertiyê bû. Pirr hat îstîsmarkirin, pirr xirab hat bikaranîn, kirin destikê bi sedan xapan. Lê dîsa jî jinên delal û zîrek, jinên bi destê xwe û egîd bi van xebatan derketin holê. Me keçên gelekî bedew û zîrek şehîd dan. Ji bo em bersiva hesretên wan bidin hema bêje min her roj xwe ji nû ve afirand. Lê ji ber ku min nikarîbû bersivê bidim timî bi êş û jan bûm. Min bi awayekî azad û dîrokî xwe gîhandibû jinê. Lê bi awayekî mîna Ferhat û Şîrîn ez ê ti carî negihiştibûmayê. Lê min bawer nekir ku pêkanîna vê bîranîna nostaljîk hewce û manedar e. Di şertên heyî de ango di nava sîstemên hegemonîk de min ji hev derdixist ku xwegihandina wê kuştina eşqê ye. Yanî, ya girîng ew bû, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî hemûyan xebata bi eşq bû. Ya rastî, exlaqê heqîqî yê eşqê ew e, mirov karibe xwediyê wê hêz û qabîliyetê be, li dijî pirsgirêkên civakî şer bike û wan çareser bike. Kesên ev hêz û exlaqê wan tinebin, kesên nikarîbûne vê hêzê û qabîliyetên xwe pêşde bibin, ne eşqa wan û ne jî exlaqê wan ê eşqê dibe.
Di felsefeya Hegel de ji bo pêkhatina eşqê şert e ku tewazuna hêzê pêk bê. Ev şertê hewce lê belê kêm, jina bi hêzbûyî îfade dike. Em behsa tewazuna hêza maddî û çor nakin. Tewazuna hêzê ya behsa wê tê kirin, tewazuna fizîkî, derûnî û civakî ye. Ango tê gotin, eşq bi wê jinê re ku di nava koletiya herî kevin û ya herî kûrkirî de ye, nabe. Ji bo ez nava vê fikra felsefîk a para rastiyê têde heye tijî bikim, diviyabû min jinên di nava refan de piralî (îdeolojîk, polîtîk, exlaqî, estetîk, fizîkî û heta eskerî –ji bo xweparastinê-, ekonomîk, sportîf û hwd.) bi hêz bikirana û lewma min pêşî giraniya xwe da vê yekê. Eger mirov bixwesta li hemberî jinê bi hurmet û hevgirtî bibûya û bixwesta bi awayekî rast, baş û xweşik xwe bigihanda hezkirinê diviyabû jin bi hêz bikirina û ez bi temamî bi vê hayjixwebûnê bi jinê re eleqedar dibûm. Ango heta jin bi hêz nebûya eşqa wê jî wê pêk nehata. Min ji sedî sed ji rastbûna vê terîfê bawer dikir. Ez ji xwe piştrast bûm ku diviyabû di vê mijarê de paşve gav nehata avêtin. Piştî ku min hêz û qabîliyeta di vî warî de bi dest xist, xebatên min ên der barê jinê de bi nirx dibûn. Mîna ji kabûs û xeweke hezar salan hişyar bibin keçikan dinêrî û hev himbêz dikirin. Tevî ku ez jî di van mijaran de gelekî bi îhtiyat bûm jî ez netirsiyam wan bi hezkirin û hesreteke bê dawî himbêz bikim, û wan bikim taca serê xwe. Di vê mijarê de du têgihiştinên şaş timî xwe ferz kirin: Hin kesan bi awayekî kevneşopî dixwestin bi serî bibin, bi cinsiyetparêziyeke çor a ti bingehê wê yê îdeolojîk, siyasî û çalakiyê tine di bin navê bi hev re bûnê de her cara firsend bidîtana tevgerên rezîlane nîşan bidana, kesên bi vî rengî têra xwe zirar didan. Li hemberî vê, kesên hişk mîna sofiyan, ango kesên xwe ditepisandin û bi navê, wê ji bandorên cinsiyetparêziyê bibihurin, ji mezinkirina pirsgirêkê wêdetir ti encam nedidan. Xebatên li ser xeta demokratîk, azadî û wekheviyê hatin pêşdebirin bûn pîvaneke têkûz a azadiya civakî. Bûyerên pratîk rastî, xweşikî û qenciya nêzîkatiya bipîvan piştrast kirin.
Heta bi serê salên 1990’î ji komên perwerdeyê re ku salê bi giştî hejmara wan ji hezarî dibihurî, kirina analîzan bi tempoyeke zêdetir dewam kir. Vê xebatê, ne bi tenê em ji pêxîrtengiya pêngava gerîlla ya 1986’an bihurandin, bi qasî ku me bigihîne asta tewazuna stratejîk şerê gerîlla gîhand qonaxeke nû ya li pêş. Di salên 1991-1992’an de desteka gel a ji nû ve zêde bû, çareseriya siyasî bi awayekî ciddî ji nû ve xist rojevê. Ya rastî, Turgut Ozal ji sala 1985’an ve bi konsepteke nû ya şer bûbû xwedî helwestek dijwar û şahînwarî. Di sala 1987’an de rêveberiya Rewşa Awarte hatibû sazkirin. Rêxistina JITEM’ê ya bi erkên awarte hatibû gurçûpêçkirin bi awayekî ku saziyên dewletê bi tevahî bixe rewşeke yedek, hatibû wezîfedarkirin. Ji sala 1987’an ve çalakiyên li derveyî taktîkê (jin û zarok kirin hedef) yên Çeteya Çaran û hêmanên weke wan, yekser an jî neyekser bi JITEM’ê ve girêdayî bûn. Di heman wextî de li Elmanyayê kadroyên pêş ên PKK’ê hatin girtin û Hîzbûllah xistin nava tevgerê. Ev hemû parçeyên pêvajoyekê bûn û bi armanca tesfiyeyê bûn. Bi vî awayî jî me fêhm dikir ku Gladîo bi awayekî bi tesîr bi tenê li dijî PKK û Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd li ser kar e. Li dijî pêngava nû ya şer a şoreşgerî pêngava Gladîo’yê ya li dijî şoreşgeriyê pêk dihat. Ev pêvajoya pêngavan a li beramberî hev her ku çû hate dijwarkirin û heta bi serê salên 1990’î hat. Di dîroka Kurdistanê de cara pêşî bû ku li tevahiya parçeyên welêt û li her parçeyî hema bêje li her qadê, yekparebûna têkoşînê ya azadî û nasnameyê hatibû naskirin. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara pêşî bû ku di vê demê de weke rêyekê li ser çareseriya siyasî dihate fikirîn.
Turgut Ozal bîlançoya şer a heft salan nirxand û dît ku Tirkiyê ber bi kendalekî kûr ve tê dahfdan. Bi helwesteke radîkal (Me ev di wî wextî de tespît nekir), hem jî bi awayekî Mûsil û Kerkûkê bigire nava xwe alternatîfa aştî û çareseriyê hewl da bi însiyatîfa xwe bixe dewrê. Bereyê artêş û muxalefetê li ber vê rabûn. DYE û Ingilîstanê bi giştî Iraq û bi taybetî jî Kurdistana Iraqê ji sala 1925’an ve di bin hegemonya xwe de didîtin nikarîbûn vê helwesta nû ya Ozal qebûl bikin. Îsraîlê jixwe Kurdistana Iraqê weke Proto-Îsraîl dinirxand. Bi dualîteya ‘Yan Komar an Mûsil-Kerkûk’ Ingilîzan (di qonaxa avakirina Îsraîlê de ji tevgera Siyonîst re hamî ne) bi M. Kemal re li hev kir û di encama vê de Mûsil û Kerkûk (ev dibe Kurdistana Iraqê) ji serweriya Komara Tirkiyê hat qutkirin. Ango Mûsil û Kerkûk ji Ingilîzan re nehata hiştin Komar ê pêk nehata. Çawa ku tê zanîn, serokatiya Mistefa Kemal ji neçarî Mûsil û Kerkûk teslîmî Ingilîzan kiriye. Eger teslîm nekira, hem destekdana Serîrakirina Kurd a 1925’an hem jî reşkujî li ber derî bûn. Ev îhtîmal bi wî didan hiskirin. Ev lihevkirin faktora sereke ya di bin pirsgirêka Kurd de ye û hê jî bi hemû giraniya xwe faktorbûna xwe dewam dike. Sê serokwezîrên niyet kirin vê statuyê biguherînin berdêla vê canê xwe dan. Darvekirina Menderes, kuştina Turgut Ozal, felckirina Ecevît û paşê mirina wî, ji nêz ve bi polîtîkayên Kurdistana Iraqê re têkildar in. Ji lêkolînên Yalçin Kuçuk ên di vê mijarê de mirov dikare hîn bibe. Ev rastî derketin holê: Çareseriya pirsgirêka Kurd yekpare ye. Ti parçe bi serê xwe nikare gavê biavêje çareseriyê. Parçeyê herî mezin ê Kurdistanê parçeyê Kurdistana Tirkiyê ye û heta pirsgirêka vî parçeyî neyê çareserkirin, gelekî zehmet e ku pirsgirêk li parçeyên din bikeve ser riya çareseriyê. Wekî din, nuqteyeke din a balê dikişîne ser xwe ew e, çareseriya pirsgirêka Kurd bi hêzên hegemonîk ên kapîtalîst kilît bûye; bêyî wan, bi awayekî berjewendiyên wan neyên dîtin çareseriyeke bi hêsanî pêk nayê. Heke hewl were dayîn were çareserkirin, hingê berdêlên gelekî giran wê bi wan bidin dayîn. Hewldana çareseriyê ya Turgut Ozal îhtîmalên em behsa wan dikin bi dehşet û bêrehmiya wan hemûyî îspat kir.
Tevî bêtecrûbetiya wî ya siyasî û dîplomatîk, kengî bi riya Celal Talabanî ji Ozal banga diyalog û çareseriyê hat, min bi mehan bawer nekir. Ez li ser du îhtîmalan fikirîm: Ya yekê, min digot Ozal li pey lîstikeke taktîkî ye; ya dudiyê jî min got, ev nizane bi çi re mijûl dibe. Dîrokê ez di demeke kurt de piştrast kirim. Bi awayekî hovane Ozal kuştin û ez bi vê êşiyam. Ji bo perdeya raz û sirran a li ser kuştina wî rabe min ad li canê xwe kir û min timî bûyerên di vî warî de şopandin. Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ê xwe bi Ozal re qiyas dike yan rastiya wî nizane yan jî li pey berevajîkirina rastiyê ye. Ozal nedigot “Ez bi Serokatiya PKK’ê re têkiliyê danaynim.” Bi germahiya zanyarekî ji Celal Talabanî re gotibû ‘Her tiştê hûn dikin şaş nîne.’ Çima diyalog girîng e, û çima ji bo aliyên çareseriyê heyatî ye, ji me bêhtir bi xweşfikrekê îfade kiribû. Ya rastî, bi bihîstin û dîtina hilweşînerî û xeternakiya şer gihiştibû qonaxa çareseriya siyasî. Bi qanûna bi şert a ceza daxistinê hinek PKK’yî bêyî şert ji zindanê dabûn berdan. Ango Tayyîp Erdogan xwe hevtayê Ozal bibîne ev tiştekî realîst nîne. Polîtîkayên Erdogan versiyoneke pîlanên Çîller ên bêhtir kûr tîne bîra mirovan. Dîsa jî ji bo mirov hukmê dawî der barê wî de bide divê mirov hinekî din bisekine û bibîne.
Me gelekî anî ziman ku sala 1993’an saleke dramatîk e. Li gorî min, sala 1993’an, ew sal e ku Gladîo’yê dewlet xistiye destê xwe. Bi tenê saleke reşkujî û darbeyên siyasî nîne, salek e ku têde gelek darbeyên bi dizî, komplo û tevkujî pêk hatine. Ji vê jî wêdetir, salek e ku di dîroka Kurdistanê de sala bi awayekî herî berfireh bêkurdkirinê ye. Faşîzma Tirk a Spî ku pişta xwe dabû NATO û Îsraîlê di vê salê de terora qirkirinê ya dest pê kir heta sala 1996’an heta dawiyê bir. Ango di vê salê de qirkirin derxist asta herî jor. Di vê salê de li gelek navçeyên Kurdistanê di serî de li yên weke Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Licê û wekî wan tevkujiyên gel ên xeternak hatin kirin, bi qasî çar hezaran gund hatin xirakirin û şewitandin, piştî valakirina gundan û kuştinên li van gundan bi mîlyonan Kurd hatin koçberkirin û dema ketin ser riyan di destê wan de ti tişt tinebû, lewma ji bo wan saleke manûnemanê bû. Yek ji xisleta girîng a vê salê ew e, di vê salê de dewleta qanûnî hat tesfiyekirin. Dewleteke nû ya jêre ‘dewleta çete’ dihat gotin derket holê. Yên ev kiribûn, bawer dikirin ku ew mîna Şerê Rizgariyê yê Mistefa Kemal li dijî Yewnaniyan meşandî û heta şerekî jê qatbiqat mezintir ew dimeşînin. Lewma behsa ‘Atatirk’tiya Çîllerê dikirin. Lê ya rastî Kurdîtî li ser heman erdan di nava pêkhatina dewlet û desthilatdariyên çar hezar salî de hêmanê hevpar ê resen bû. Niha jî dixwestin wan bi temamî tesfiye bikin.
Di nava refên têkoşîna şoreşgerî ya bi pêşengiya PKK’ê de nexweşiyên berê her ku diçûn bêhtir kûr dibûn û dewam dikirin. Li van nexweşiyan hêmanên din jî zêde bûbûn. Nifeşekî bi navê qaşo ‘nifşê navîn’ çêbûbû ku ji kêmasî û şaşiyên ku nifşê berê ketibûyê hêzar carî zêdetir bi çavkorî, bêmetirsî dikir û hîç şerm nedikir. Van kesan mayîna xwe ya li ser piyan weke serketina xwe didîtin û bi bayê serketinê têra xwe serxweş bûbûn. Lê ev hêman bi xwe ji mîmarên tesfiyekariya giran a di sala 1992’an de bûn. Sala 1992’an sala çarenûsa gerîlla ye. Eger fermandariya sexte ya gerîlla nebûya heyranê xwe û li maneya desteka me ya dîrokî serwext bibûya, li ser bingehê parastina qadê, ji aliyê hejmar û naverokê ve gerîlla wê karîbûya rewşê kontrol bike. Mirov karîbû artêşeke gerîlla ya pêncî hezar kesî pêk bianiya. Ji bo vê her cure derfet û îmkan hebûn. Ji lewra îhtîmala çareseriya siyasî ketibû dewrê. Ev firsenda dîrokî nehat nirxandin. Li şûna vê bi pey wê pêşengtiyê ketin ku bûbûn bengiyê wê û ew har kiribûn.
Di dîroka Kurd de sahneyên bi heman rengî gelekî hene. Bedirxan Beg jî sala 1847’an li Botanê di heman rewşê de bû. Bi artêşa xwe ya ji panzdeh hezar kesî hakimê herêmê bû. Êrîşên artêşa Osmanî bê tesîr kiribûn. Jixwe demeke dirêj halê wan tinebû li ber xwe bidin. Tam wê pêlê xiyaneta biraziyê wî Yezdan Şêr serî da. Paşê Begtiya Botanê bi awayekî ku careke din bi ser xwe ve neyê ket pêvajoya hilweşînê û serberjêr çû. Rêûresmeke hezar salan, ne di ber tiştekî de ji dest çû. Yezdan Şêr îddîa dikir ku begtî heqê wî ye. Di dawiyê de bi awayekî careke din lê venegere malbat ji Botanê mişext kirin. Hem jî wê Begtiya Botanê careke din nehata avakirin. Li cem me jî di serî de Osmanê rezîl, li cem gelek fermandariyên sexte hewes û xwestek hişyar kiribûn ku bi rastî serokatî heqê wan e. Van kesan rêûresma Barzanî û Talabanî ji xwe re esas qebûl kiribûn. Wekî din, ew miz dabûn û nepixandibûn û ji wan re gotibûn, “Hêza we ji ya Apo zêdetir e. Ew bi tenê li Şamê rûdinê, ma wekî din çi dike! Divê hûn bibin xwediyê her tiştî.” Ev fitne di dil û aqilê xwe de baş bi cih kiribûn. Jixwe hêzên PDK û YNK’ê yên bi Fermandariya Giştî ya Tirk re di nava têkiliyên nêz de bûn ji Başûr, artêşa Tirk jî ji Bakur bi awayekî bi pîlan û bi awayekî yekbûyî tevgeriyan, kengî ev tevgera xwe derxistana asta herî jor, wê Tevgera me di cihê xwe de rûnişta û bihata ber tesfiyeyê û bi vî awayî tevgera me xistin nava şerekî encama wî ji berê ve diyar bû. Encam xeternak bû; bi sedan mîlîtan û şervanên giranbuha gihiştin şehadetê û li ser bi hezaran jî şert û mercên teslîmiyetê ferz kirin. PDK û YNK’ê di operasyonê de bi awayekî eşkere cih girtin û nabe ku mirov li vê li derveyî Gladîo’ya NATO’yê bifikire. Di berdêla vê de Tirkiyê destûr da ku ‘Hêza Çakûç’ li Başûrê Kurdistanê bi cih bibe, ev dihat wê maneyê ku dewleta Tirk bi pêkhatina federe ya Kurdistana Iraqê razî kiribûn. Bi vî awayî, hevgirtina 1925’an dewam dikir.
PKK ji ber deriyê serketina eskerî vegeriyabû. Di vê de qelsiyên hundir, şaxên komployê û xiyaneta hêzên Başûrê Kurdistanê diyarker bûn, ji aliyê derve jî dixwestin ku hegemonyaya ji salên 1920’an ve statuya Kurdistanê diyar dikir, bi heman awayî dewam bike. Rastiyeke din a îspatbûyî ew bû, hêzên hegemonîk ên hundir û derve çiqasî bi hêz dibin bila bibin, gelekî ji bo mafên xwe yên sereke yên nasname û azadiyê rabûye ser piyan dikare bi ser bikeve. Di Bihara 1993’an de çarenûsa ezmûna agirbestan û gera li diyalogê, kengî firsenda serketina eskerî ya 1992’an ji dest çû, diyar bû. Bloka li dijî Turgut Ozal û Eşref Bîtlîs, gelekî nêzî bûbû ku desthilatdariyê bi temamî bixe destê xwe. Vê blokê Biryar dabû ku Ozal tesfiye bike. Wê yê gera Ozal a li diyalogê bi Serokatiya PKK’ê re weke xiyanetê bihesibanda û ji bo xistina wî bi kar bianiya. Blokê xistina Ozal weke firsendê dît û bi biryar bû ku li Bakurê Kurdistanê bêdengiya mirinê pêk bîne. Ji finasê wê bû ku çi hêz bê pêşiya wê bipelixîne. Koalîsyoneke dijber a gelekî bi hêz hatibû avakirin. Demirel, Çîller, Înonî, Turkeş, Erbakan, medya û artêş bi giranî bûbûn yek. Armanca bi tenê ya koalîsyonê ew bû ku gera Kurdan a li nasname û azadiyê heta dawiyê bifetisînin.
Li dijî vê bloka faşîst a ku DYE û Îsraîlê bi temamî û welatên Yekîtiya Ewrûpayê jî hinekî destek didanê, karê sereke yê min kir, bi awayekî tekrara xebatên piştî 1986’an bû. Kengî kampên me yên li Bekaa’yê hatin valakirin, hem li Libnanê, hem jî li Sûrî di serî de li bajarên Şam û Helebê li hin bajarên din, li malên ku me ew kiribûn mîna kampan, me perwerdeya xwe dewam kir. Ji 1993’an heta bi dawiya 1998’an me li ser bingehê analîzên hê kûrtir salê bi qasî hezar kadroyî perwerde kir û bi vî awayî me hewl da lez û domdariya tevgerê biparêzin. Me hewl da, nexasim operasyonên mezin ên Gladîo’yê yên bi desteka PDK’ê salên 1994, 1995, 1996, 1997 û 1998’an li Botan û Behdînanê pûç bikin. Me xwest bêyî ku rawestin xebatên li tevahiya qadan bimeşînin. Serokatiya li hundir hê jî dibû pirsgirêk. Ji reva Mehmet Şener, Cangir Hazir û Şemdîn Sakik re mîna firsend hatibû dayîn. Ji ber ku cihê fermandariyê vala bû, gelek gerîlla îmha bûbûn. Tevî van hemûyan jî hê derfet û îmkanên tevgerê zêde bûn. Lê ev derfet û îmkan ji bo mezinkirina têkoşînê û derxistina holê ya qabîliyetên gerîlla nehatin bikaranîn. Li gelê hat koçberkirin xwedî derneketin. Terora cerdevanan û Hîzbûllahê li bajar û gundan bêhn li gel çikand. Li naverastê bi hezaran kuştin hebûn ku weke failê wan meçhûl dihatin binavkirin, lê li ber çavan pêk dianîn. Rêz ji ti pîvana exlaqî re negirtin. Rêbazên li ser ti gelî nehatibûn ceribandin pêk anîn; pêvajoyên ji qirkirinên fizîkî bi êştir ferz kirin. Bi mîlyonan mirov bêkar û birçî hiştin. Dest danîn ser mal û gundên wan. Zarokên wan xistin dibistanên qişleyî û hewl dan wan bikin Tirk. Dîn kirin xizmeta faşîzmê. Ekonomî bi tevahî bi şer ve girê dan. Xwe li rexne û nerazîbûneke herî piçûk jî ranegirtin, yên rexne kirin û yên nerazîbûn têk birin.
Tevî vê jî me ji xwe re jiyan û berxwedan kir bingeh. Tevî ku Kurdistana Iraqê li ser pişta me statuya federe bi dest xist, şerê wan ê li dijî hêzên me yên li wê qadê nikarîbû me tesfiye bike. Berevajî em li tevahiya Başûrê Kurdistanê belav bûn. Artêşa Tirk ji aliyê stratejîk ve pêşî li serketina eskerî girtibû, lê ji ber ku pêşî li Kurdistana Federe vekir derbeke stratejîk xwaribû. PKK’ê tevî ku serketina eskerî ya stratejîk a hatibû ber wê ji dest wê çûbû jî di warê eskerî û siyasî de hêza xwe bi giranî parastibû. Di qada navneteweyî de hatibû naskirin û li gelek welatan wisa bi cih bûbû careke din wê jê derneketa. Li Kurdistana Îran, Iraq û Sûriyê rola partiya pêşeng bi dest xistibû. Desteka pirraniya zêde ya Kurdên li Ewrûpayê girt û li gelek welatên Balkan, Qafkasya û Asya Navîn gihişt statuya ku nûneriyan saz bike.
Di salên 1997 û 1998’an de bi riya Serokwezîr Necmeddîn Erbakan û Artêşê ji nû ve rêbaza diyalogê hat ceribandin. Gera li diyalogê, encama rewşa dewamkirina wê ne mumkîn bû. Em hê li benda encama diyalogê bûn, Fermandarê Hêzên Bejahiyê Atîlla Ateş di 18’ê Îlonê de li ser sînorê Sûrî axaftineke tehdîtkar kir û ji vê axaftinê mirov fêhm dikir ku serdemek bi dawî dibe. Vê axaftinê hem pêngava lobiya şer a bi hêz nîşan dida, hem jî nîşan dida ku diyalog nikare dewam bike. Dîsa hêzên komplo û darbeyê yên bi hêzên derve ve girêdayî hem Necmeddîn Erbakan ji desthilatdariyê anîn xwarê, hem jî li dijî helwesta muhtemel a aştiyane (wê demê nirxandinên bi vî rengî hebûn) ya Serokê nû yê Fermandariya Giştî Huseyîn Kivrikoglu bi ceribandineke reşkujiyê çavê wî tirsandin. Gera li çareseriyeke aştiyane û siyasî bi kêmanî bi qasî ya dema Turgut Ozal girîng careke din hatibû pûçkirin. Em li ber deriyê demeke nû bûn. Em hatibûn dawiya dewra zêde ya li Sûrî û Rojhilata Navîn. Vê dewra em behsa wê dikin, ez jî gelekî westandibûm. Tam jî dem hatibû guhertin bêne kirin. Mîna ku ez jî li benda şikandina vê dewrê bûm. Tevî ku li serketina eskerî ya PKK’ê pêşî hatibû girtin jî ev nedihat wê maneyê pêşketin û serketina wê bi dawî dibe, berevajî nikarîbûn pêşiyê lê bigirin ku bibe xwediyê wê jêhatîbûna tecrûbeya her kêlî karibe xwe li pêngavên mezintir rakişîne û hêza vê yekê ya potansiyel bi dest bixe. Eger pêşengtiya pratîk kêmasî û qelsiyên xwe ji holê rake, ne dûr e ku ji hêza xwe ya pêngavan a berê qatbiqat zêdetir pêvajoyên nû yên pêngavan û şer bide destpêkirin û çalakiyên gerîlla yên niha jî dewam dikin, bigihîne qonaxeke gelekî li asta jor û bi kalîte.
Tecrûbeya min a bîst salan li Rojhilata Navîn bêhtir dişibe çil salên Mûsa yên li Çola Sînayê. Mûsa ji bo ezbetên qebîleya Ibrî ya disiplîn nas nedikirin bike qebîleyên şer, gelekî hewl da. Ezbetên qebîleyan bi hêsanî ji wehiyên Xweda Yehowa vedigeriyan û car din ji pûtên berê re stûyê xwe xwar dikirin û dev ji kirinên xwe yên jirêderketî bernedidan. Deh Fermanên Xwedê nas nedikirin, bi hêsanî bi ber bayê hewes û xwestekên xwe diketin. Ber bi ‘Welatê Cennet’ ê ku Xwedê soza wî dabû, nikarîbûn bimeşin. Çîroka wê nîşan dide ku gera komên penaber a li welatekî çiqasî rêûresmeke kevn e. Eger tu koman nekî îdeolojîk û şervan, ne dûr e ku bihelin û ji hev belav bibin. Aliyekî jiyana me yê bişibe çîroka hewariyên Îsa heye. Hewariyên Îsa xwestin ji zilma Nemrûtan rizgar bibin, lê li zilma Firewnan qelibîn û li bin siya Gladîo’yên Romayê li çarmîxê hatin xistin. Ji bo me jî her kêlî tehlûkeya çarmîxkirinê hebû. Me dest pê kiribû ku em hêdî hêdî hinekî bişibin mucahidên Muhammed. Em îdeolojîk, polîtîk û eskerî bûn. Ji bo jiyanê me paxav nedikir ku em êrîş bikin û xwe biparêzin. Em bi tenê ber bi ‘erdên soza wan hatibû dayîn’ ve nedimeşiyan, me bi ti awayî qebûl nedikir ku em ji wan erdan veqetiyana. Lewma em ti carî ji serê çiyayên wê û qûntara çiyayên wê kêm nebûn. Tevî parçebûnê hemûyî, me xwe ji pêkanîna îmkana yekîtiyê paşve neda.
Di dema 1970-1980’î de armanca min afirandina rêxistin û partiya pêşeng bû. Ez di vê de bi ser ketibûm. Piştî 1980’î armanca min, di çiqas wextî de dibû bila bibûya, afirandina gelekî şervan û rêxistina wî ya mîlîtan bû. Ya rastî, li Rojhilata Navîn ji mêj ve em gihiştibûn vê armancê. Bûyerên di navbera salên 1990’î an jî herî dereng piştî 1995’an de qewimîn dugêsinkirineke bêmane îfade dikirin. Helwesta sûdwergir ez ber bi vê dugêsinkirinê ve dahf dabûm. Ji bo têkoşîna azadî û nasnameya Kurdan qad gelekî girîng bû û min dixwest heta dawiyê bi kar bînim. Ji bo dema veqetînê ji mêj ve amade bûbûm. Yên ne amade, heval û hogirên li qadên din bûn, dost û herkesê ji xelkê me bûn.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN