RIMÊLAN – Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur Rojhlatê Suriye li bajarê Rimêlan di çarçoveya hamleya “Li dijî zewaca di temenê biçûk Serî Hilde” li dijî zewaca di temenê biçûk broşûr li malbatan belav kirin.
Endamên Jinên Ciwan di çarçoveya hamleya xwe de çûn serdana gelek malbatan û wan di der barê zewaca di temenê biçûk hişyar kir. Broşûra bi sernivîsa “Ji Zarokan Bûk Nabe” bi zimanê Kurmancî û Erebî li tevahî kolanan hatin belav kirin.