NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniyê de ya li ser navê Milîsên HBDH’ê hate gotin piraniya wesayitên li depoyê yên îstîxbaratê û saziyên din ên dewletê ne.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: ”15’ê Îlonê li ser depoya Yed-i Emîn a Bursayê milîsên me çalakiyek kirine. Li vê qadê bi sedan wesayitên emniyetê hene û ji aliyê me ve tespita wê hatiyek irin ku gelekên ji van wesayitan ên îstîxbaratê û saziyên din ên dewletê ne. Di encama çalakiyê de bi saetan teqîn berdewam kirine û bi dehan wesayit bûne xwelî. Lê medyaya birkê weke her carê rastî nixumandine û bi nûçeyên derew şewata li depoyê mîna şewateke jirêzê nîşan daye.”