AMED – Bi sedan ciwanan di pêşengiya Meclisa Ciwanan a HDP’ê de, ji bo ku tevli Nobeta Demokrasiyê ya di pêşengiya HDP’ê de li dijî tayînkirina qeyûman hatiye destpêkirin bibin dest bi meşê kirin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên ciwanan ên li Amedê ji bo ku tevli Nobeta Demokrasiyê ya li Amedê li dijî tayînkirina qeyûman bibin, li Parka Koşuyoluyê hatin gel hev û dest bi meşê kirin. Ji saetên serê sibehê ve polîsan dora parkê dorpêç kirin û ciwanên ku li ber Abîdeya Mafên Mirovan Kom bûn jî dorpêç kirin û xwestin meşa civanan asteng bikin.
Lê piştî hevdîtinên ku hatin kirin ji bo meşa ciwanan destûr hat dayîn. Ciwan ber bi Kolana Lîseyê ku Nobeta Demokrasiyê lê tê girtin ve ketin rê.