HAMBÛRG – Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û bavê wê Selahaddîn Bîlîn, xizmên wê û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê bavê Bîlîn axivî û diyar kir ku keça wê şeref û rûmet dane wan û tevlî karwanê şehîdan bûye.
Bîlîn anî ziman ku ew dixwazin her kes bi rengekî azad li xaka xwe bijîn û got, “Em spasiya Kurdistaniyan dikin ku di rojeke wiha de em bi tenê nehiştin.”
Berdevka Komîsyona Malbatên Şehîdan Ayten Dûrmûş jî destnîşan kir ku li dijî zilm û zordariyê ji bilî berxwedanê ti rê li pêşiya Kurdan nehatiye hiştin.
Dûrmûş got, “Kekê min Mehmet Hayrî Dûrmûş û hemû şehîdên me, ji bo em bi rengekî însanî bijîn canê xwe bi daxwaza xwe diyar kir” û anî ziman ku divê her kes xwedî li şehîdan û doza wan derkevin.
Xizmê Mizgîn Bîlîn Saît Bîlgîn jî li bîranînê axivî. Destnîşan kir ku cografya Bîlîn lê bû ji dema raperîna Şêx Seîd û vir ve keleha berxwedanê ye.