NAVENDA NÛÇEYAN – Daneyên TUÎK’ê diyar dike ku bêkar zêde dibin. Li gorî daneyên fermî bêkartiya di Hezîrana 2019’an de li gorî heman serdema sala borî 938 hezar kes lê zêde bûne û ev hejmar bûye 4 milyon û 253 hezar. Bêkartî 2,8 ji sedî zêde bûye û rêjeya nû bûye 13 ji sedî. Tê diyarkirin ku hejmara rastîn a bêkaran ji vê rêjeyê zêdetir e.
Bêkartiya di navbera salên 15-24’an de 5,4 ji sedî zêde bû û bûye 24,8 ji sedî. Rêjeya bêkariyê ya di 15-64 saliyan jî bûye 13,3 ji sedî.
Kesên ku bê ewlehiya civakî dixebitin jî rêjeya wan bûye 35,2 ji sedî.