NAVENDA NÛÇEYAN – Akyol di sala 2011’an de li Agiriyê hatibû girtin û bi sûcdariya ‘endamê rêxistinê ye’ 13 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn.
Akyol hefteya borî ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê. Akyol di 15’ê Îlonê de rehmet kir.
Parêzerên wî 5 meh berê diyar kiribûn ku Akyol nexweşê parkînsonê ye, nexweşiya wî ya dil heye û ji ber van nexweşiyan xwe nikare di girtîgehê de bimîne.
Di 9’ê Îlonê de jî Sidik Bûgrûhan ê 87 salî li Girtîgeha Maraşê rehmet kiribû.