AMED – Endamên medya havuzê di bin kontrola AKP’ê de bi rojane malbatan li çalakiya rûniştinê sor dikin, bi şeqam, pehîn û kulman bi hev ketin.
Li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê ku bi beralîkirinê hin malbat çalakiya rûniştinê li dar dixin, bi rojane endamên medya havuzê di bin kontrola AKP’ê de bi nûçeyan û ragihandinê mijarê şor dikin. Xebatkarên medyaya di bin çavdêriya AKP’ê de li ber HDP’ê bi şeqam, pehîn û kulman pevçûn.
Piştî provokasyon hat destpêkirin endamên medya havuz ê alîgir li ber HDP’ê kon vedane. Endamên medya havuz li ser cih li hev dan. Hin xebatkarên din û kesên li wir nûçegihan û kameravanên li hev dan ji hev veqetand.
Hin “rojnamegerên” li cihê bûyerê ji bo ku nûçegihanê MA dîmenên ji aliyê kameraya wî ve hatiye kişandin neweşîne zext li serê kirin.