NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji dîroka 15‘ê Sibata 2019 anku ji dîroka lihevkirina sê alî (Rûsya, Tirkiyê û Îranê) 4 hezar û 667 kes li “herêma bêçek” hatin kuştin di nav de 345 zarok û 253 jin di encamên bombebarana çekên Rûsya û rejîma Sûriyê de hatin kuştin. Çavdêriyê diyar kir ku di topbarana çeteyên ser bi dewleta Tirk ve yên li dijî herêmê di bin serweriya rejîma Sûriyê de 107 sivîl hatin kuştin di nav de 31 zarok û 19 jin hene.
Herêma qaşo bêçek a li gorî Rûsya, Tirkiyê û Îranê deverên ji çiyayê Laziqiyê yê bakurê rojhilatê heta gundewarê bakurê rojavayê bajarê Helebê û gundewarên Hema û Idlibê di nav xwe de digire.
Rejîmên Rûsya, Îran û Tirkiyê ji bo parastina berjewendiyên xwe dest di aloziya Sûriyê de wer didin. Rûsya û Îranê destekê dide rejîmê Sûriyê da ku serweriya wê li tevahî xaka Sûriyê vegeriyê bêyî ku guhertin pêk werein. Rejîma Tirk jî bi rêya çeteyên xwe hewl dide Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbe bike.