RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Kengî çanda Rojhilata Navîn ket bin bandora hegemonya kapîtalîst, li ser rastiyên civakî rê li ber encamên di asta felaketê de vekir. Di mentiqê avakirina hegemonya kapîtalîst de dijbertiya çanda Rojhilata Navîn cihekî girîng digire. Me di beşên berê de anîbû ziman ku çanda dawî ya mezin a Rojhilata Navîn Îslamiyet hem ji Rojava di ser Spanya û Scîlyayê re, hem jî ji Rojhilat di ser Anatolyayê re ji sedsala 8. heta bi sedsala 16. gelekî zêde gef li Ewrûpayê xwarine. Hegemonya kapîtalîst li dijî vê gef û tehlûkeyê hat mezinkirin. Mirov nakokiya Rojhilat-Rojava ya ji rêûresmê jî li vê zêde bike, wê karektera hegemonya Rojava ya nû baş bê fêhmkirin. Çanda Rojhilata Navîn heta nehata bêtesîrkirin, hegemonya kapîtalîst a Rojava ne pêş diket ne jî mayînde dibû. Di serê sedsala 19. de seferên Napolyon ên Misr û Moskovayê ceribandinên ciddî û pêşî yên pêngava hegemonîk in. Bi têkçûna Napolyon re Împaratoriya Ingilîz a pêşengiya hegemonîk xist destê xwe li ser çanda Rojhilata Navîn hem hegemonya xwe pêşde bir hem jî her ku çû xwe mayînde kir. Ev pêngav ji dema Skender ve, demên Roma û Bîzansê jî di navê de, fetha herî mezin a sîstema şaristaniya Rojava ye ku bi giştî li Rojhilat û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn kiriye. Kapîtalîzm bi xwe ji bo ev fetih mumkîn bibe hatiye hegemonîzekirin. Eger em dîrokê rast nexwînin, em nikarin dused salên dawî yên Rojhilata navîn ji hev derxin. Ya pêk hatiye û qewimiye, fetha Osmaniyan, Îraniyan, Cengizxan, bi kurtî ya çi şaristaniyekê nîne. Xwe disipêre sîstema şaristaniya navendî ya ku di warê îdeolojîk, aborî, siyasî û eskerî de ji nû ve bi sazî bûye. Di encama hewldaneke hezar salî de ango ji Sefera Xaçperestan a pêşî ya di sala 1096’an de heta bi Sefera Iraqê ya dawî di sala 2003’an de li ser bingehê avakirina şêwazê kapîtalîst ê Ewrûpaya Rojava bidestxistina sîstema şaristaniya navendî û ji sedsala 16. pêve avakirina hegemonya wê mewzûbehs e.
Rojhilata Navîn fêhm nekiriye ku di dused salên dawî de çava hatiye fetihkirin û ji fêhmkirina vê yekê hê jî dûr e. Pirr eşkere, em dikarin vê yekê ji trajediya Saddam Husên fêhm bikin. Di dused salên dawî de qaşo şerên serxwebûnê, çi li ser navê ji nû ve Îslamgiriyê, çi jî li ser navê milliyetgiriya laîk hatine kirin, ev şer bi xwe şerên pêşdebirina hegemonya kapîtalîst in. Ev rêbaz ango Îslamgirî û milliyegirî her yek ji wan weke versiyonên îdeolojiya oryantalîst hatin pêşdebirin û li ser navê kapîtalîzmê kirin ku ew xwe bi xwe dagir bikin û ji bo vê hatin bikaranîn. Sîstema hegemonîk, ji bilî çend şerên pêşengiya wan kiriye, ya rastî, belavkirina sîstema hegemonîk bi van amûrên îdeolojîk û polîtîk (desthilatdarî) bi destê tebeqeyên elît ên çanda Rojhilata Navîn bi xwe pêk anî û pêşde bir. Ev xusûs gelekî girîng e. Eger ev neyê fêhmkirin, ne pêkan e ku mirov rewşa îro ya Rojhilata Navîn ji hev derxe û çareser bike. Ya ji vê jî rasttir ew e, ew ê herêmê bi projeyên sîstema hegemonîk (Projeya Rojhilata Navîn a Mezin) di nava kaosê de bihêlin, û wê hewl bidin li ser bingehê berjewendiyên sîstemê bi xwe, wê analîz bikin û ji nû ve li hev bînin.
Bûyerên dused salên dawî yên di çarçoveya rastiya Kurd de qewimîn bi tenê em dikarin li ser bingehê van guhertinên herêmî û global ji hev derxin. Di serê sedsala 19. de Împaratoriya Ingilîstanê di ser Başûrê Iraqê re, Çartiya Rûs jî ji Bakur ve her ku çû Kurdistan tengav kirin. Împaratoriya Osmanî ya di nava van herdu hêzan de tengav bûbû jî ji bo li ser piyan bimîne şerê man û nemanê dikir. Hewldanên islahatê yên Selîmê Sêyemîn û Mehmûdê Duyemîn jî ji bo derengxistina hilweşînê bû. Hewldanên destguhertinê yên Waliyê Xanedaniyê yê Misrê M. Elî Paşa (1769-1849) bi tawîzên dan Ingilîstan û Rûsyayê rawestandin. Şerê milliyetan împaratorî ji hev belav dikir û ji bo pêşîgirtina li vê yekê çare di islahat-reforman de hat dîtin û bi vê riyê jî bi sîstema Rojava re dibûn yek. Sened-î Îttîfaq, jiholêrakirina yenîçeriyan, damezrandina artêşa nû, Fermanên Tanzîmat û Islahatê, îlana Meşrûtiyeta Yekemîn û Duyemîn bi vê armancê bûn. Bi vê re bi temamî bi sîstema hegemonîk a kapîtalîst re bûn yek. Weke encama vê yekê jî çanda Rojhilata Navîn hem ji aliyê maddî ve hem jî ji aliyê manewî ve heta dawiyê li fetih û asîmîlasyona sîstemê vebû. Bi vê armancê, ekola Osmanîparêziyê û nûkirina burokrasiyê pêk anîn. Ji ber ku amûrên desthilatdariyê yên ji rêûresmê bandora xwe ya li ser gel kêm dibûn. Herweha mebest ji vê ew bû, dixwestin hegemonya kapîtalîst xurt bikin. Di bin de yê ev tevn dideriband Ingilîstan bû. Bandora Franse, Elmanya û Rûsyayê jî her ku diçû zêde dibû.
Dema ku mirov tevgerên serxwebûnê û serhildanên di sedsala 19. de analîz bike, divê mirov rewşa nexweş a Împaratoriyê baş fêhm bike û baş zanibe ku rêveberên pratîkî hêzên hegemonîk ên kapîtalîst in. Bi awayê xuya dikir, Împaratorî ji aliyê burokrasî û padîşahên Osmanî ve dihat rêvebirin, lê ev rêvebirin ji destikbûn û serkariyê wêdetir ti maneya xwe tinebû. Di dused salên dawî de ne bi tenê Împaratoriya Osmanî li ser Împaratoriya Îranê jî lîstikvanên rastî hêzên hegemonîk ên sîstemê bûn û yên din bi tenê bi rola fîguran radibûn. Mêtingerî, fetihkarî û dagirkeriya yekser hem pirr bi mesref bûn, hem jî ji bo armancên wan hewce nedikirin. Armancên hegemonîk bi destên fîguranan bi mesrefa herî kêm û bi awayekî mayînde bi cih dihatin anîn. Li dijî vê sîstema nû ya hegemonîk bi tevahî gelan serî rakirin. Etnîsîteya serdest Tirkan jî di nava vê serîrakirinê de cih girt. Ango nerazîbûn û berxwedaneke giştî mewzûbehs bû. Sîstem ji bo bitepisîne û pêşiyê li cihêbûn û qutbûnê bigire rêbazên cûrbicûr peyda kirin. Oryantalîzm, mîsyonerî, islahat, reformîzm ji van rêbazan ên sereke ne. Li van rêbazan meşrûtiyetgirî û milliyetgirî jî zêde kirin. Neteweparêziya dewletê weke encama van rêbazan hemûyan li herêmê dewletên netewe yên piçûk ava kirin û ji nû ve bi ser sîstemê ve kirin. Tevgerên antî-sîstemîk ên li ser bingehê Şoreşa Cotmehê pêk hatin, tevî ku gelek serketinên wan ên girîng çêbûn jî nikarîbûn ji modernîteya kapîtalîst bibihurin û ji ber ku nikarîbûn modernîteyeke nû pêk bînin jî ketin krîzeke kûr. Beşek ji wan bi ser sîstemê ve bûn û yên mayî jî ketin rewşa muxalifên bêbandor.
Rastiya Kurd ji van bûyerên ku me hewl dan wan weke pêşnûmeyekê pêşkêş bikin, bi dijwarî bi tesîr bû. Împaratoriya Osmanî hevgirtina rêûresmî ya bi Kurdan re xira kir û li pey serwertiyeke temam çû, Rûsan jî ji Bakur tebeqeya jor a Ermeniyan bi kar anî û hewl dan bi tesîr bibin. Ingilîstanê ji Başûr Suryanî bikaranîn û bi vê yekê xwest hem li ser Iraqa muhtemel e ava bibe û hem jî li ser Kurdistanê serdestiya xwe pêşde bibe. Bûrjûwaziya Ermenî û Suryanî ya zû bûn kapîtalîst di vê de bi roleke girîng rabûn. Hersê hêzên girîng ji nû ve parvekirina Kurdistanê danîbûn ber xwe. Hêzên hundir ên Kurdan li hemberî van bûyeran hemûyan destvala nesekinîn. Tebeqeya jor wexta ku dît otorîteya wan a rêûresmî ji dest diçe li hin deveran rê li ber serhildanan vekirin. Kurdistan bû qadeke serhildanan ku tevahiya sedsala 19. dewam kir. Li Başûrê Kurdistanê, pêvajoya serhildanan a bi pêşengiya Eşîreta Baban di sala 1806’an de li herêma Soran dest pê kir, li nava Kurdistanê li Botanê bi Serhildana Bedirxan Beg a di sala 1842’an de gihişt asta herî jor. Bi têkçûna Bedirxan Beg re dema begtiyên klasîk bi dawî dibû.
Li şûna began saziya şêxtiyê hat bicihkirin û ev weke hêza pêşeng a civakî derdiket holê. Serhildana Şêx Ubeydullah a di sala 1878’an de hem li dijî Osmaniyan û hem li dijî Împaratoriya Îranê bi rê ve birî, bi desteka Ingilîstanê da herdu împaratoriyan, hat tepisandin. Serhildanên di sala 1925’an de bi Şêx Seîd dest pê kirin, di sala 1930’î de li Agiriyê û herî dawî li Dêrsimê bi pêşengiya Seyîd Riza di sala 1937-38’an de hatin ceribandin bi têkçûnê bi encam bûn. Li Başûrê Kurdistanê serhildana Şêx Mehmûd Berzencî ya di sala 1920’an de û li Rojhilatê Kurdistanê serhildana bi pêşengiya Simkoyê Şikakî jî bi heman karekterî bûn û aqûbeta wan jî têkçûn bû. Di van têkçûnan de jî Ingilîstan bi rola diyarker rabû. Li Rojhilatê Kurdistanê ezmûna Komara Mahabadê ya di sala 1946’an de û tevgera otonomiyê ya bi pêşengiya Mistefa Barzanî di navbera salên 1960-1975’an de dema xwe ya pêşî bi têkçûnê bi dawî kirin. Ji salên 1975’an heta roja me ya îro demeke nû dest pê kir. Piştî têkçûna serhildanên bi pêşengiya beg, axa û şêxên klasîk di pêvajoya nû de tevgerên neteweyî demokratîk ên bi giranî xwe disipêrin gel û rewşenbîran bandora xwe nîşan dan.
Mirov ji nêz ve li xisletên cuda û wekhev ên dused salên dawî yên rastiya Kurd bi demên dîrokê yên beriya wê re binêre, mirov ê karibe ji wan gelekî hîn bibe. Di serdema neolîtîk a bi heybet de Proto Kurd ava aşê dîroka gerdûnî bûn. Serdema destpêkê di derketina holê û xwedîkirina sîstema şaristaniya navendî de bi rola dergûş û dayikê rabûn. Di serdema navîn de yek ji qewmên bi hêz û pêşeng ên Îslamê û sîstema şaristaniya navendî bûn. Di serdema nû de, di serdema hegemonîk a modernîteya kapîtalîst de, ev rastiya bi heybet, kedkar û wêrek a Rojhilata Navîn hema bêje ket rewşekê bi tinebûnê re rûbirû bû. Ya hatî serê rastiya Kurd ne mîna kabûsê bû, kabûs bi xwe bû. Gotinek heye ji bo qirkirinên li pey hev hatine kirin hatiye bikaranîn: ‘felaketên mezin’. Erê felaketên mezin bi serê wan de hatine. Herçiqasî hebûna xwe diparêzin jî ev hebûna wan ne azad e, û di ser pira siratê ya cehennemê re derbas dibe.
Di çar cildên pêşî yên parêznameya xwe de min bi giştî li ser şaristaniyê, bi taybetî jî li ser modernîteya kapîtalîst mitale kirin ku ez karibim ji aliyê sosyolojîk ve van felaketên mezin ên li pey hev hatî, analîz bikim; kabûsa dused salên dawî ji ser rastiya Kurd rakim, ewrên reş û tarî ji hev belav bikim. Di vê serdema felaketên mezin de du çand û gelên kevnare yên tevahiya dîroka şaristaniyê bi Kurdan re di nava hev de mabûn û mohra xwe li binê çandên pêşketî yên herêmê danîbûn, bûn qurbanê qirkirinê û hatin tesfiyekirin. Çanda Helen a Anatolyayê ya sê hezar salî bi temamî hat tesfiyekirin. Kurd bi xwe, bi qirkirina sergirtî û îmhakirina şerê taybet ê li ser bingehê çandê tê meşandin, rûbirû ne. Hêzên weke dewletên netewe yên serdest li ser xwe tên hiştin, gelên Ereb, Fars û Tirk di nava Faşîzma xwe ya Spî-Reş-Kesk de hema bêje helandin. Nexasim min di xebata xwe ya parêznameyê ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de hewl da nîşan bidim ku modernîteya kapîtalîst berpirsê rastî yê vê pêvajoyê ye. Tiştên ez li van xebatan zêde bikim hem gelek in, hem jî kêm in. Li gorî rewşan û li gorî cihê jê li meseleyê tê nêrîn, em hinek aliyan temam bikin.
a- Di dused salên dawiyê de hêza hegemonîk a diyarker dewleta netewe û împaratoriya Ingilîstanê ye. Vê împaratoriyê di sêsed salên dawiyê de hêzên mezin ên Ewrûpayê di Parzemîna Ewrûpayê de berda hev û ew bêtesîr kirin, li derve jî bandora wan şikand û li ser rêyên wan ên bazirganiyê û mêtingehên wan serdest bû. Yên mayî jî kirin kontrola xwe. Bi heman rêbazê Emerîka, Rojhilat û Başûr-Rojhilatê Asyayê bi xwe ve girê da. Bû Împaratoriya Roj Lê Naçe Ava. Çanda Rojhilata Navîn jî di dused salên dawî de bi heman rêbazan parçe kir, dabeşî dewletên netewe yên piçûk kir û ji aliyê ekonomîk û îdeolojîk ve kir bin yekdestdariya xwe. Di dused salên dawî de Împaratoriyên Osmanî û Îranê qaşo nemirin û jiyan. Paşê Ereb, Tirk û Îran dabeşî gelek dewletên netewe yên qaşo serbixwe bûn û bi vê serxwebûnê dewam kirin. Kengî mirov hûrûkûr analîz bike, bi hêsanî dikare bibêje, ji serweriya sîstematîk a sîstema bi tenê ya hegemonîk a li gelemperiya dinyayê belav bûye, beşek li Rojhilata Navîn pêk tê. Ez dema li ser teoriya şaristaniya navendî xebitîm, armanca min eşkerekirina vê rastiyê bû. Lê mejiyên parçeparçebûyî yên hinek kesokan, dikarin li dîrokê weke parçeyên sekan û bêtêkilî bifikirin. Rastî berevajiyê vê yekê ye. Dîroka gerdûnî rastiyek e, û heta roja me ya îro weke xelekan bi hev ve têkildar e, yan jî weke çemekî sereke qut nabe diherike. Herçiqasî weke berê nebe jî weke hêza hegemonîk a sîstema şaristaniya navendî, Ingilîstan rola xwe ya hêza avakirin û domdarkirina sîstemê dewam dike.
Mirov her yek ji dewletên netewe yên li Rojhilata Navîn weke walîtiyên sîstemê binirxîne, ev yek wê me zêdetir nêzî heqîqetên civakî bike. Herçiqasî walîtî bibin komarên serbixwe yan jî qraltî, ev yek wê naveroka wan neguherîne. Kêm serbixwetî, zêde serbixwetî dereweke mezin e. Yên vê rastiyê fêhm nekin, piştî heftê salî jihevdeketina Rûsya Sovyetê, Rêveberiya Faşîzma Spî ya di Komara Tirkiyê de, faşîzma reş a dewletên netewe yên Ereb, faşîzma kesk a li Îran, Pakistan û Afganistanê nikarin fêhm bikin. Erê, nikarin ji hev derxin ku li her devera dinyayê qaşo dewletên bi temamî serbixwe çawa ji nişkê ve hildiweşin, reng diguherin, hêzeke mezin a mîna Çînê çawa dibe hêzeke bingehîn a ku kapîtalîzmê li ser piyan digire.
Li Rojhilata Navîn dewletên netewe bi şoreşan nehatin damezrandin; ji aliyê sîstema hegemonîk ve hatin avakirin. Armanca bingehîn a van dewletan ew e, gelên xwe li ser navê vê sîstemê bi awayekî herî hişk bikin mêtingeh. Di vê çarçoveyê de bi ser jî ketine. Li dinyayê giştî jî heman pêvajo dimeşe. Li Rojhilata Navîn di binê rewşa kaotîk de ya kûr dibe û bi tenê dikarin bi hovîtî bimeşînin, ev rejîmên mêtingeriyê hene. Di serdema dawî ya neo-lîberal a fînans kapîtalê de tiştên diqewimin wexta gelên herêmê bi temamî mehkûmî bêkartiyê dikin, çavkaniyan diqedînin û hawîrdorê têk dibin, em li rastiyê bêhtir serwext dibin. Li gorî tehlîla dawî, beşê ji sedî deh ê sîstemê yê ku pereyan ji peran bi dest dixe, li ser tevahiya jiyana civakî, ekonomîk û çandî serweriya xwe ava kiriye û ji bo vê serweriya xwe veşêre fanatîzma milliyetgirî û dîndariyê timî di rojevê de digire û ev jî ne pêşdeçûna wan welatan û ne jî serxwebûna wan neteweyan piştrast dike. Gel di dîroka xwe de demên xwe yên herî bi felaket dibînin û bermahiyên herî dawî yên çanda civakî di nava çerxên dewleta netewe de têne helandin. Em di serdema qaşo maf û azadiyên ferdî de ji kirtika dawî ya rûmeta ferd re jî dibêjin bi xatirê te. Em dema têgîna qirkirinê analîz bikin, em dikarin wê bi xwe bêhtir bi awayekî giştî û sîstemîk bibînin. Ji bo qirkirina Cihûyan gotina ‘yekane’ bi ehemiyet tê parastin. Rastî berevajî vê ye. Di sîstema modernîteya kapîtalîst de qirkirinên ‘yekane’ tinene. Di her civakê de, di her dewleta netewe de û li cem her gelî pirr an jî kêm qirkirin hene. Li cem hinan ji wan bi awayekî fizîkî tê kirin û bi pirranî jî bi awayekî sergirtî û çandî tê meşandin. Bêdîrok, bêekonomî, bêrêveberî û bêzêhniyet hiştin jî bi kêmanî bi qasî qirkirinên fizîkî û çandî bêrehm û bi bandor in.
Ji bo ku qanûna kara herî zêde ya şêweyê mêtinkariyê yê kapîtalîst bimeşe, divê îndustriyalîzm û fînansa kapîtal bibin yekdestdarî. Ji bo pêkhatina vê yekdestdariyê jî desthilatdariya dewleta netewe divê ya ku armanca wê pêkanîna civaka homojen e, ya ku di bin hegemonyaya îdeolojiya milliyetgir de heta bi rehên xwe ketibe bin kontrol û çavdêriya amûrên desthilatdariyê. Li ser ekonomiyê yekdestdariya îndustriyel û yekdestdariya fînans kapîtalê li ser bingehê destekdana hev a bi yekdestdariya dewleta netewe re di zikhev de ava dikin. Pêvajo di qada îdeolojîk de bi avakirina yekdestdariya milliyetgiriyê tê temamkirin. Di encamê de civaka homojen a kirine armanca xwe pêk tê. Ev jî tê wê maneyê ku faşîzm bi ser ketiye. Mirov faşîzmê bi tenê weke kirinên Hîtler û Mûssolînî fêhm bike û wan tenê weke diyardeyeke yekane ya faşîzmê bibîne, mirov dikeve dafika îdeolojiya lîberalîzmê. Ji ber ku ev yek ji berevajîkirinên wê yên herî girîng e.
Civaka homojen ew civak e ku qirkirin bi ser de hatiye. Bi homojenkirinê re civak ji dîroka wê ya rastî tê qutkirin, bi hûnandineke îdeolojîk a fîktîf (dînê herî bênaverok, lihevçêkirî) bi tevahî çandên cuda têne tinekirin. Bi vî awayî li ser ekonomiyê qanûna kara herî zêde dimeşe, li ser desthilatdariyê jî yekdestdariya dewleta netewe pêk tê. Bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn a pêk hat ew bû, li dijî hegemonyadariya Elman, Japon û Îtalî, hegemonyadariya Ingilîstan, DYE û Rûsyayê pêk hat; ji du blokên yekdestdar ên hegemonîk yeke din têk dibe. Naxwe weke ku tê îdeakirin, li dijî faşîzmê serketina demokrasiyê nîne. Bloka Elman têk çûye, lê faşîzm weke şêweyekî desthilatdariyê li nava dinyayê ketiye serdema serweriya xwe. Serdema hegemonîk û mezinbûna modernîteya kapîtalîst, serdema fînansa kapîtal a dema nêz (hegemonya piştî salên 1970’î li ser ekonomiyê) û ev jî bi serdema dewleta netewe ya li ser civaka homojenkirî (qirkirin dîtî) temam dibe. Bêguman ev pêvajo wisa li ser xeteke rast nemeşiyaye. Mirov dikare piştî salên 1960’î bi derketina holê ya Yekîtiya Ewrûpayê, piştî salên 1990’î bi jihevdeketina Yekîtiya Sovyetê, bi giştî bi jihevdeketina modernîteya kapîtalîst û bi taybetî jî bi jihevdeketina dewletdariya netewe ya faşîst girêdayî binirxîne. Serdema jêre postmodernîte tê gotin, ya rastî, jihevdeketina modernîteya kapîtalîst a dema nêz û ketina wê ya kaosê ye. Bi qasî modernîteya kapîtalîst a xwe nûnekirî, pêkan e ku modernîteya demokratîk jî ji vê kaosê bi hêz derkeve. Li vir a ku wê pêvajoyê diyar bike, hêza çalakî û maneyê ya aliyan a di warê îdeolojîk, polîtîk, exlaqî û hunerî de ye. Di encamê de wê du hêzên heqîqetê bêne beramberî hevdu û têbikoşin, li gorî rewşê yan kaos ê kûr bibe û dewam bike yan jî aliyek ê zora aliyê din bibe, lê têkoşîn ê bi vî awayî salên dûrûdirêj û belkî jî bi sedsalan dewam bike.
WÊ BIDOME…
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN
Şirovê 2