“Di encama şerê çil salî de, gora betonî, şikefta tarî hatin tune kirin, ewrên reş hatin bela kirin, lê faşîzma dewşirmetiyê, îdeolojiya dibistana “enderûn” ji holê ne hate rakirin.
Kurd, di aliyê sosyolojîk û felsefî de rastiyê dibînin û faşîzma li Tirkiyê bi eniyek xurt ya Tirkiyê jî dane qebûl kirin, lê hîna bi Ewropa nedane qebûl kirin. Mixabin, beşek ji Kurdan, rewşenbîr jî di nav de, xwe ji nêrîna Ewropa, Fers, Tirk û Ereban rizgar nekirine, bi çavên wan li pirsgirêka Kurd dinêrin.
Têkoşîna 40 salî, paradîgmeya Ocalan sîstemek derxiste holê, kultura kurd hate sîstematîze kirin û felsefeya Kurd derkete holê. Faşîzma dewşîrme hate eşkere kirin, lê çi ye, ne çiye, bi berfirehî, ji sala 1911, Kongreya Selanîk, Kongreyên Erzirom, Sêwas û Parlamenta Yekemîn ya Tirkiyê û pêvejoya piştre ne hatin nirxandin.
Erê, Kurdan fêm kiriye ku “hiş û raman bi têkoşînê dest pê dike”, dîse jî, wek tê xwestin nirxandin nayên kirin, di nirxandinên têne kirin de jî, li dora pirsgirêkê digerin.
Bêguman ev yek, bi mercên giran yên Kurdistanê ve girêdayî ye. Faşîzma dewşîrme, ji faşîzmên cîhanê cûda ye; ne kolonyalîzm e, ne neokolonyalîzme, ne dekolonyalîzm e; înkar û tunekirin e… Sîstema dewşîrme, zemîna faşîzmê ye, ji Roma zordartir e, wek Mogolan despot e, wêrankar e, kujer e, bêbext e, bê rûmet e û bi hêsanî dikare bibe amurê destê hêzên emperyalîst.
Hêzên kolonyalîst, netewe, nasname, cografya, kultura gelan inkar nekirine; faşîzma dewşîrme, bi erka avakirina neteweyeke nû, inkar û tunekirinê esas digire. Sîstema “yenîçerî”, ideolojiya “dibistana enderun” e, “kapi-kulu-ebdê devê derî” çêdike, di postikê mirov de “gur”, “çete-akinci” derdixe holê. Di dema Komarê de, faşîzma dewşirme, bi Şark Islahat Plani, bi Dadgehên Îstîklalê de, wek olekê derkete holê; Erdogan jî, bi “netewparêziyek romantik” , bi xeyalên Osmanî û îdeolojiya “îxwanî” netewparêziya îrrasyonalîst, bi yek-yekan, bi “dewlet” û “abad”, “sêva sor” zindî kir.
Di faşîzma dewşîrme de çîn nînin, hiş û raman jî nine, lê avakirina neteweyekê heye. Îttîhad û Terakî, dewşirmetî bi rengê faşîzmek taybet sîstematize kir, avakirina neteweya nû Turk-î îslam jî kire armanc; bi qirkirina gelan dest pê kir, guhertina demografiya welatan pêkanî, gel jî dewşirme kirin.
Ewropa ev rastî dît, lê mikur nehat. Sed sal in, Ermenî, Suryani-Asuriyan miştixul dike; îro jî Kurdan miştuxul dike. Mixabin Kurdan jî, 28 berxwedan kirin, lê ev rastî fêm nekirin… Piştî Haraketa Azadiya Kurd û vegotinên Ocalan ku bi tenêya sere xwe, bû akademiyek, rastî hate fêm kirin.
Kurd, di atmosferek hem seqemî, hem klîmatek gelekî germ de têkoşînê dikin. Lewma, Kurd nikarin bi çavên Ewropiyan, Tirk, Ereb û Fersan li Kurdistan û pirsgirêka Kurd binêrin. Divê bi çavên xwe, bi sosyolojiya civaka Kurd û felsefeya Kurd li pirsgirêkê binêrin.
Gotina Karl Marx’in, “nizanin, lê dikin” êdî ji holê rabûye; Wek Ocalan dibêje, Kurd, li dijî hêzên hegemonik, “ji jêr ve faşîstan derdixin, ji jor ve sosyal demokratan, ji Ecewît re jî lamba kesk pêdixin” tekoşînê dikin. Komunîstên (!) wekî Dogû Perînçek, faşîstê wekî Dewleta Bahçelî, îrrasyonalîst Erdogan tifaq kirine, dixwazin Kurdan tune bikin.
Divê Kurd jî, ne tenê bi Kurdan, bi eniyek berfirehtir, têgihiştî, bi plan û disîplîn û înîsiyatîf têkoşînê bikin. Di vê têkoşînê de, hêza gel ya xwedawendî jî li ber çavan bê girtin.
Faşîzma dewşirme, ji aliyekî ve şûr, ji aliyê din ve gotinê bikar tine; parçe dike, feodalîzma ketî xwedî dike, paşverûtiya cîhanê bikar tine, şantajê dike.
Dive tevahiya Kurdan, bi xeşîmî û paşverûtiyê, bi hesabên biçûk, kursî û berjewendiyan nêzîkî pirsgirêka Kurd nebin…”
ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Medenî FERHO