MÊRDÎN – Li Nisêbînê û Artukluyê polîsên dagirker ji malbatên zarokên wan tevlî PKK’ê bûne xwestin biçin ber HDP’a Amedê. Malbatan ji polîsên dagirker re got: “Kesî zarokên me bi zorê nebiriye.”
Li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê çalakiya malbatan a bi îdiaya “HDP’ê zarokên wan şandiye çiyê” berdewam dike. Li gelek bajaran polîs zext li malbatên zarokên wan tevlî PKK’ê bûne dike û ji malbatan dixwaze biçin ber HDP’ê çalakî li dar bixin. Li navçeya Nisêbînê û Artuklu yên Mêrdînê hin kesên xwe polîs dan nasîn ji malbatan xwestin biçin ber HDP’a Amedê.
Di rojên derbasbûyî de 2 polîsên jin diçin malbatek li Nisêbînê û bêyî tu biryar di destê wan de hebe li malê lêgerîn pêk tînin. Li gorî malbatê ragihand polîsên dagirker ji wan re gotiye: “Heke hûn dixwazin keça we paş ve were biçin ber HDP’ê. Hûn jî tevlî malbatan bibin.” Lê malbatê bersiva polîsên dagirker da û got: “Keça me li ser daxwaza we çûye. Kesî keça me bi darê zorê nebiriye çiyê.” Li ser bersivdayîna malbatê polîsên dagirker neçar man ji malê biçin.
‘EM Ê WE BI TAKSIYÊ BIBIN’
Malbatek li navçeya Artukluyê da zanîn ku polîsên dagirker bi telefonê li wan geriyane û ji wan xwestin biçin ber HDP’ê û zarokên xwe ji wan bixwazin. Malbatê ragihand ku polîsên dagirker ji wan re gotiye “Heke hûn biçin em ê we bi taksiyê bibin heta wir. Wê li wir her pêdiviyê we ji aliyê dewleta me ve bê pêşwazîkirin. Wê ewlehiya we jî bigirin. Meraq nekin.”
Malbatê ji polîsên dagirker re wiha dibêje: “Kesî zarokê me bi zorê nebiriye. Ew li ser daxwaza xwe çûye. Niha dijî an najî nizanim.”