BEYRÛT – Tîma Sorgul a futbolê di sala 2003‘yan de li herêma Burc Hemûd a paytexta Lubnanê Beyrûtê hate damezirandin. Lîstikvanên tîmê ciwanên Rojavayê Kurdistanê yên li Lubnanê ne. Di destpêka damezirandinê de tîmê bi tîmên taxê re maçên dostane dilîstin, paşê di sala 2011‘an de gavên mezin avêtin û beşdarî Lîga Meheba û Selam “Hezkirin û Aştî” ya yekemîn li Lubnanê bû û tê de kupaya lîgê stand. Bi vê yekê tîmê girseyek ji kurdên li Lubnanê û gelên Lubnanê bi aliyê xwe ve kişand û hezkiriyên wê zêde bûn.
Tîma Sorgul heta niha 13 caran leqeb (xelat) standiye.
Ji rêzemaçên ku Tîma Sorgul beşdar bûye, herî dawî ya li hemberî Tîma Fetwa ya li herêma Burc Hemûd bû ku bi 8 nuqteyan li beramberî 3 nuqteyan bi ser ket.
Hejmara lîstikvanên tîmê 35 lîstikvan in, di dema dawî de 2 tîm ava kirin; a zilaman (Sorgul A) û ya ciwanan (Sorgul B).