AMED – Dayikên Laçik Spî li ber avahiya Seroktiya Bajêr a AKP’ê ya Amedê bi pankarta ”Dayik aştiyê dixwazin” çalakiya rûniştinê kirin. Dayikên ku çalakî kirin hatin destgîrkirin.
Nehiştin ku dayik nêzî avahiyê bibin û bi mînîbûsan hate xwestin ku wan ji qadê dûr bixin. Lê ji dayikên ku nexwestin li mînîbûsê siwar bibin 3 jê hatin destgîrkirin.
Diyar bû ku yek ji dayika ku hatî destgîrkirin Aysel Tufan e.