NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Melazgîrt di bernameya taybet a di Stêrk TV bersiv dan pirsên rojnameger Rizgar Amed. Amed Melazgîrt der barê operasyonên dagirkeriyê, provokasyonên li ber deriyê HDP’ê û helwesta civakê li dijî qeyûman axivî û peymanên giring da.
Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Melazgîrt wiha bersiv dan pirsan:
Berxwedaniya Gerîla li hemberî operasyonên dagirkerî ên dewleta tirk di kijan astê de ye?
“Ev demek dirêj operasyonê dagirkerî hem li Bakur û li Başûr berdewam dike. Destpêkê operasyona ‘Pençe 1’ destpêka biharê li herêma Xakurkê hate destpêkirin. Piştre ‘Pençe 2’ disa li Xakurkê û herêm din ku digirte nav xwe hate destpê kirin. Vê dawiyê li herêma Heftanîn operasyona bi navê ‘Pençe 3’ hate destpê kirin. Li Bakur jî operasyona bi navê ‘Kiran’ hate destpê kirin. Ji ber hikumeta Akp-Mhp di aliyê sîyasî binket, xwest di milê leşkerî rojevek bide avakirin û ev operasyonan da destpê kirin. Ev operasyonan bi zanebûn zêde derxist pêş. Ev operasyonan derdixe pêş ji binkeftinên xwe ên sîyasî bide veşartin. Hemû ev operasyonên dijmin bi çalakiyên hevalan vala derket. Însyatîfa şer di destê Gerîla de ye. Artêşa tirk a dagirker li hemberî berxwedana Gerîla nikarî bû pêş de biçe. Pirr propagandayê xwe kirin, hewldan wiha rastiyê veşêre. Gerîla her roj çalakiyên biçûk mezin li hemberî leşkeran lidar xiste. Serweriya herêmê di destê Gerîla de ye.”
Suleyman Soylu wezîrê Tirk dibêje 600 PKK’yi maye, em ê wan tune bike û bi vî awayî pirsgireka Kurd çareser bikin. Wûn wan gotinan çawa dinirxînin?
“Ew çiqasî bakan e ew niqaşek cuda ye. Ew ne bakanekî dewletê ye, ew berdûşek e. Îmkanê dewletê xistiyê destê xwe, eskerên ji bo peran dixebite dişine çiya û dide kuştin. Li ser vê xwe mezin dide nîşan dan. Yek axaftinên wî hevdu nagre, rast neaxive. Ev axaftinên dike sala 4-5 cara tine ser ziman. Dibêje êdî kes navê PKK nine ser zimanê xwe, lê ew bixwe her roj beha PKK’ê dike. Îdîa dike ku wan PKK’ê aniye ber xelas bûnê, lê her roj operasyonên bi tevlîbûna hezar leşkeran dide destpê kirin û di encamê de bin dikevin. Demekî ew ne rast diaxivîn. Tenê civakê bi wan gotinan dixapine. Li Bakurê Kurdistanê operasyona ‘Kiran’ yanî bi Kurdî tê wateya şikandinê, lê ew bixwe bi vê operasyonê şikiyan. Her roj polîs, cendirme û leşkerên wan tên kuştin, cenza ji wan re diçe. Cihên ku operasyon lê dane destpêe kirin, hevalên me Gerîla lê hene, di asta jor de berxwedanî nîşan didin. Leşker jixwe sing bi sing nikare li hemberî Gerîla şer bike. 24 saetan balafirên keşîfê digerin, ger dimenekî biçûk jî bigre bi balafirên şer ew cih bombe dike. Şerê wan tenê bi vî awayî ye. Ev operasyonan tenê di ragihandina xwe de wiha serkeftî dide nîşandan ji bo civakê bixapînin. Cend tîrşkçî li derdora xwe komkirin û wiha dixwazin feraseta serkeftina xwe bidin ava kirin.”
Di qada sîyasî û leşkerî de Akp-Mhp binkeftinê mezin jiyan dikin. Li beramberî vê hindek provokasyon hatine amade kirin. Wûn ev bûyerên dawî li ber avahiya HDP’ê ku malbatên Gerîla bi destê dewletê birine wir çawa dinirxînin?
“Hikumeta Akp-Mhp di aliyê sîyasî di hilbijartinên dawî binketin. Dost û dijmin jî wî qebûl dike. E ku ew binxistin îradeya Kurd û Kurdistanî bû. Niha jî dixwaze tola xwe ji Kurdan bigre. Dixwaze îradeya gelê Kurd tune bihesibîne. Ev sîyasetek bi zanebûne. Ji ber ji destekftiyên gelê Kurd ditirsin, êrîşî wan dikin. Ji bo vê jî hindek lîstokan pêş dixin. Hikumeta Akp-Mhp ji dewletbûnê derketiye. Tiştê hikumeta Akp û Erdogan niha dikin ji demê 90’î hin xirabtirin. Demê 90’î dewletê fermî xirabî dikir, lê xwedî lê dernediket. Niha hikumeta Akp xirabî dike û xwedî lê derdikeve. Kesê ku yekser fermana kuştina zarokên Kurdan dide Erdogan e. Dema zarokên Kurdan bi zanebûn bi panzeran dikujin, kes beha jî nakin. Bi zanebûn dikujin û hesap jê nayê pirsin. Niha qaşo henek dayik hatin ber HDP’ê û zarokên xwe dixwazin. Ev kesana bizanebûn bi tanzîma dewletê, wezarta karê hundîrin û bi destê MÎT’ê tinin ber deriyê HDP’ê. Ew kesanan feqîrin, muxtajî hindekî pera ne, derxistine ber avahiya HDP’ê bi wan re axivîne û heta diyar kirin ku ew çi biaxivîn. Hindek nan û av didin wan û wan didin axaftin. Ev dayikanan ne dayikên Gerîla ne. Dayikên Gerîla xwe nayin vê astê. Akp ev kesana xapandine û xistine bin xizmeta xayînbûnê. Qeyûman avêtin ser 3 bajarên Kurdan, Amed, Mêrdîn û Wan. Bi vê re rojevek avabûn, ji ber neheqî hebû. Ji bo vê rojevê biguherînin ev lîstok pêşxistin. Hemû medyaya Akp’ê û Tirkiye bi zanebûn ev malbatana derdixin pêş ji bo rojeva qeyûman bikeve paş û wenda bibe. Dixwaze wusa ser wê bigre. Yên xizmeta dagirkeriyê dikin ticarî nabin dayikên Gerîla. Dayikên Gerîla ew ku zarokên wan şehîd ketin yan di zindanê de ye û ruxmê vê bi îradeya xwe û keyfxweşî li dijî dagirkeriyê derdikeve. Dayikên Gerîla wiha ne. Hindek dayik li ber avahiya HDP’ê ne, lê zarokan wan di nav me de tune, 2-3 malbat em dizanin zarokan wan di nav me de ye. Hebûn zarokan wan di nav PKK’ê de serbilindiye, bila ew dayik jî wiha lê binerin. Eger ew dayik bin bila biçin cem dayikên aşitiyê û li hemberî dagirkeriyê derkevin.”
Dewlet dibêje PKK zarokên we bi zorê revandiye. Em dizanin ev bingeha xwe nine, wûn çawa vê dinirxînin?
“Ev propaganda ne. Bila werin, ger zarokan wan di nav me de bin bila bi wan re biaxivin. Ew karibe zarokê xwe îkna bike, bila zarokê xwe bibin. Gerîlayê tevlî PKK dibin, bi hestiyarî tevlî PKK’ê nabin. Bi niyet tevlî nabe, bi zanebûn tevlî dibin. Zane zilm çiye, kî li ser wan zilm kiriye, çima Kurd û Kurdistanî wek mirov naye ditîn ew vê yekê dizanin û wiha tevlîbûne. Dema Gerîlayek tevlî dibe, zane li Çiya zehmetî heye, şertên çiya zor, vê hesap kiriye, rastiyê diditiyê û wiha tevlî bûye.
Ji sala 2017’an ve ji bo berdana leşker û polîsên di destê me de em bang dikin. Me pişniyar kiribû ku heyet bi înîsyatîfa dewletê were, em pê re niqaş bikin û vê merselê çareser bikin. Dewlet vê qebûl nekir. Dibêjin em xwedî li eskerên xwe derdikevin. Lê niha Îsrael ji bo eskerekî xwe xelas bike 800 Filîstinî berdan. Ger ji destê wan bê wê dewleta tirk eskerên esîr di destê me de bi balafirên şer bombe bike, em wan diparêzin. Ew ê eskerên xwe bikujin, ger bizanin li kuye. Operasyonên heyî ji bo wan eskerên esîr bikujin dane destpê kirin. Ne dewleta tirk ba, dewletek din ba, niha bi dehan caran fermî serî li PKK’ê bida ji bo eskerên xwe bigrin. Beyî ku em fermî lihevkirinekê bikin me berê bi dehan caran eskerên wan berdan e. Em dizanin ger Gerîlayek bi saxî dikeve destê dewletê, di cih de tê infaskirin. Di 98’an li Çarçela dema Gerîleyek bi birîndarî dikeve destê dijmin, ew dem dijmin ew Hevalê me ji helîkopterê davejîn û wusa şehîd dixin. Dimenên vê hene. Pêwîste malbatên esker û polîsên zarokên xwe yek ji dewletê û dudû ji PKK’ê bixwazin. Adres ev in. Ji bo bi saxî zarokên xwe bigre, pêwîste destpêkê dewlet erê bike. Bila biçin ber deriyê dewletê. Bila heyet ava bikin, û werin bi Rêveberiya PKK’ê re niqaş bikin, ger şertên me qebûl bikin em ê zarokan wan bi saxî berdin. Em dizanin dewletê Gerîlayên me ên dil girtibûn li pêşiya kamerayan bi awayekî hovane şehîd xistine. Dayikên li ber avahiya HDP’ê dema ev dimen ditîn ji xwe şerm nekirin? Yên li ber avahiya HDP’ê kombûne ewlehiya zarokên dixin metirsiyê, ew ê bixwe bibin sedema kuştina zarokên xwe. Bi vî awayî kuştina zarokên xwe erê dikin. Malbatên ku qebaydayîtiyê dikin û li ber avahiya HDP’ê ala tirkan vedikin, bila bi Suleyman Soysuz re cilê eskeran li xwe bikin û werin tevlî operasyonan bibin, û zarokan xwe xelas bikin, em ê ew dem bibin. Bavekî ku wusa qebaydayîtiyê dike em zarokan wan bernadin. Me ji wan malbatan re fermî peyam rekir, ji bo ku ew biçin cem dewletê ger dewletê erê bikin ji bo werin zarokên xwe bibin. Lê niha li ber avahiya HDP’ê rûniştine û derewan dikin. Li pêşberî çapemeniya tirk her roj bi dehan derewan dikin.”
Civak li hemberî wan lîstok, derew û xapandinan pêwîste çawa tevbigerin?
“Civaka Tirkiye a demokratîk, sosyalîst û bi rastî jî ji Tirkiye hez dikin û dostaniya Kurdan dikin bila hewlesta xwe li hemberî hikumeta Akp-Mhp hin bilindtir bikin, dengê xwe bilindtir derxin. Pêwîste gelê Kurd jî li hemberî wan êrîşan netirsin, gav şûnde navêjin, dengê xwe hin bilindtir bikin. Ger dewlet ewqas tengav nebiba hewceyî van lîstokan nedima. Ew dayikên me ên hesap ji dewletê dixwazin ew dayik in! Wê encama vê jî serkeftin be. Pêwîste Ciwanên Kurd mirovên xayîn tesbit bikin, baş nas bikin, li gorî wê tedbîr bigrin û xwe li hemberî êrîşan bikaribe xwe biparêze. Wusa neke, wê ev dagirkerî ew bikşine ser xeta îxanetê. Rê û rêbaz dewletê ev ku niha bikar tinin. Bi vê zanebûn dikare xwe li hemberî vê biparêz. Pêwîste ew jî lêbixe, tenê kulman nexwe. Bila Ciwanên Kurd ew kesanê ku wan malbatana tinin ber HDP’ê bişopînin. Mersela wêneyê wan bikşine, wan bişopine û bi rêbaz û cihekî guncav de ev kesana bêbandor bikin. Ger ciwan wusa neke, wê hemû zilm û kiryarên wan ji wan re bimine, zaten cihan li hemberî vê bêdenge. Polîs û cendirme wusa bi rehetî dayik û xûşkê me bi erdê ve dikşînin. Em wek PKK’ê em ê soza tola girtina wan dayikan didin. Ciwan dizanin ew çawa tevbigerin, bila her tiştî ji hevalan hêvî neke. Bila Hêvî xwe ji Hevalan qut neke, lê bixwe pêwîste bikarin vê nêzikbûnê derxin holê. Li dijî wê zilm û hovitiyê pêwîste Ciwan werin çiya û mil bidin hevalên xwe û di asta jor de li dijî vê dagirkeriyê şer bikin. Ya rast ev e!”