ERZEROM – Li Erzerom Qereyaziyê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin.
Dema ku bi ser malan de girtin Hevşaredara Şaredaryia Qereyaziyê ya HDP’ê Melîke Goksu û 2 endamên meclîsa şaredariye jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin.
Li gel Goksu Serdar Goksu, Serkan Goksu, Erol Goksu, Emel Turan, Erdal Bayram û Ferhat Kaya jî hatin destgîrkirin.
Li gorî agahiyên ku hatine standin Goksu li tesîsa li derveyî bajêr li gel kesên ku pê re birin Edliyeya Erzeromê.