BEHDÎNAN – Endama Komalên Jinên Ciwan Arjîn Dîren derbarê rewşa dawî de ji ajansa me re axivî û wiha got: ” Tevgera azadiyê û Gelê Kurd destkeftiyên girîng bi dest xistine. Rêjîma faşîst ya AKP’ê û MHP’ê di dîrokê de tu carî destkeftiyên Gelê Kurd qebûl nekiriye û niha jî di heman pozisyona neqebûl kirinê de ye û hwd….
Endama Komalên Jinên Ciwan Arjîn Dîren derbarê rewşa dawî de ji ajansa me re axivî û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Di pêvajoya ku em tê de derbas dibin de Gelê Kurd ji bo azadiyê israr dike. Tevgera azadiyê û Gelê Kurd destkeftiyên girîng bi dest xistine. Rêjîma faşîst ya AKP’ê û MHP’ê di dîrokê de tu carî destkeftiyên Gelê Kurd qebûl nekiriye û niha jî di heman pozisyona neqebûl kirinê de ye. Ji ber vê jî êrîşên herî dijwar li hember Tevgera azadiyê Gelê Kurd û bi taybet li hember Ciwan û Jinên ciwan didin meşandin. Bi êrîşên xwe yên Şerê Taybet dixwazin îradeya me bişkînin û bê hêz bixin. Yê ku van êrîşan vala derxe ciwanin nasnameya ciwantî viya li me ferman dike weke ku rêbertiya me jî gotiye “Me bi ciwantî dest pê kiriye em ê bi ciwantî bi ser bikevin”. Heya roja me ya îro di tevahî berxwedanên dîrokî de yê herî pêşengtî kiriye ciwanin berxwedaniya dîrokî ya anha jî erka pêşengtî li ser ciwanan bar dike”.
Arjîn di dawiya axaftina xwe wiha got: “Êrîşên ku niha li Bakurê Kurdistanê li hember îradeya gelê me tê meşandin destên ku êrîşî dayikên me dibin em wek Ciwan û Jinên Ciwan wan destan em ê bişkînin û dijmin li Tevahî Kurdistanê derxînin. Pêwîste Ciwanên Bakurê Kurdistanê li ser axa ku jiyan dikin nehêlin di heman demê de dijmin jiyan bike nehêle dijmin di Amedê û Tevahî Kurdistanê nefes bigre. Berxwedaniya ku îro li Amdê tê meşandin pêwîste Ciwanên Amedê li erkê xwe yê ciwantî xwedî derkevin, Şerê Taybet yê dijmin jiyana sexte şerê qirkeriyê ciwan li hember wê şiyar bin û nekevin xefletê. Di pêvajoya ku em tê derbas dibin pêwîstî bi axaftin bila nebe yekser em bikevin nav tevgerê de û tola tevahî zulum û zordariya li ser Gelê Kurdistanê rakin yê ku berxwdaniyê bigihîne riya Serkeftinê Ciwan û Jinên Ciwan bi xwe ne.
NC / NUDA ELEFTIRYA