RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
b- Li ser cografya Anatolya û Mezopotamyayê çi bûyer qewimîn? Di çarçoveya mijara me de û li gorî têkiliya vê pirsê bi mijara me re bersiva wê ya bê dayîn gelekî girîng e. Ji ber ku li ser cografya Anatolyayê û Mezopotamyayê sîstema şaristaniya navendî ya kevin pêk hatibû û li vir bi hezaran salan heyîna xwe dewam kiribû, ji bo hêza hegemonîk a modernîteya kapîtalîst Împaratoriya Ingilîstanê û herweha yên weke hevrikên wê mezin dibûn Elmanya û Rûsyayê jî girîng bû. Ji bo kontrolkirina Rojhilata Navîn, Qefqasya, Asya Navîn û Hindistanê diviyabû ji sedî sed vê cografyayê di bin destê xwe de bigirin. Sedema girîngiya vê cografyayê ya hem dîrokî hem jî rojane ev rastî ye.
Pêkhatinên ji wan re Jon Tirk û Cemiyeta Îttîhad Teraqî tê gotin, ji Tanzîmata sala 1840’î heta roja me ya îro pêkhatinên desthilatdarî û îdelolojiyên milliyetgiriya modern in û bi tenê mirov dikare wan li ser bingehê têkiliyên wan ên bi hesabên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst ve girêdayî rast ji hev derxe. Çawa ku me rave kiribû, Împaratoriyên Osmanî û Îranê yên li ber candayînê bi sedema hesabên tewazunê yên hegemonîk, ne ew hêz in ku dijîn, ketine rewşekê bi tenê bûne pêkhatinên fosîlî yên ku destûr hatiye dayîn bijîn. Ji bo burokrasiyên împaratoriyê li desthilatdariyê bimînin rêya bi tenê ew e, divê xwe bisipêrin hezekê yan jî çend hêzên hegemon û bi vî awayî hebûna xwe dewam bikin. Ji lewra li ser herêmên navbihurî, elîtên nû yên desthilatdariyê yên bi ser Ingilîstan, Elmanya, Rûsya û beşekî jî yên Franseyê ji hev cihê dibin. Bêguman bivênevê wê elîtan modernîteya kapîtalîst teqlîd bikirana. Yên behsa wan tê kirin, şensê wan nemabû bi çanda berê ya împaratoriyê bijîn, ji ber ku çanda modernîteya kapîtalîst ew ji zû ve fetih kiribûn û rêyeke wan a demokratîk di warê gel de jî ne mewzûbehs bû. Ji burokrasiyên hebûna wan li ser desteserkirina çanda gel hatiye avakirin û tebeqeya jor a ew kirine hebûn, ji bilî îstîsnayan, hêviya gavavêtineke demokratîk nedihat kirin. Ev beşên behsa wan tê kirin, ji bilî ku bi ser hêzên nû yên hegemonîk ve bibin, ti şensê wan tinebû. Ya dimîne bê kirin ew e, divê bi rohnîbûna burokrasiyê teqlîda modernîteyê weke xwe bê veguhestin. Çawa ku li gelemperiya dinyayê bû (berê jî piştî Şoreşa Franseyê li Ewrûpayê), burokrasiya Osmanî jî ket vê riyê. Piştî Paşayên Tanzîmatê Osmaniyên Gênc û piştre ji salên 1890’î ve Tevgera Jon Tirk a veguherî Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê li ser vê riyê gavên krîtîk bûn ku hatibûn avêtin. Bi awayekî îdeolojîk veguherîna pêşî weke Osmanîparêziyê dest pê kir û weke Panîslamîzmê dewam kir, bi Tirkparêziyê bi encam bû. Ji Osmanîparêziyê armanc ew bû, ji bermahiyên împaratoriyê dewleteke netewe bê afirandin û eger welatiyên Xiristiyan xwedî meyla cihêbûnê bin, li ser bingehê PanÎslamîzmê bi pêkhatineke ji gelên Misilman -nexasim Ereb jî di navê de- xwestin împaratoriyê dewam bikin. Piştî ku meyla veqetînê li cem Ereban bi hêz bû, meyla Tirkparêziyê jî derket pêş. Ezmûna Meşrûtiyetê bi dilê Osmaniyên Gênc bû, lê di Meşrûtiyeta Duyemîn de îdeolojiyên Îslamîgir û Tirkparêz bêhtir xwedî giranî bûn.
Zêhniyeta Tirkparêziyê ji sala 1913’an ve heta roja me ya îro, bû îdeolojiya fermî ya dewletê û partiyên ji navendê ve bi ser dewletê ve ne. Di van meylan hemûyan de kêm an jî zêde bandora hêzên hegemonîk heye. Ji vê jî girîngtir, bi awayekî ciddî Masonîk ketine nava wan, çizirîne nava wan. Ji Şoreşa Franseyê ve Masonan destek dane bi tevahî tevgerên ciwan ên laîk netewegir û ev jî bi awayekî hesabpirsîna civakparêziya sivîl a bûrjûwayê ji alîgirên desthilatdariya teolojîk îfade dike. Di pêvajoya bi Tanzîmatê re dest pê dike di hersê ekolan de jî heta dereceya dawiyê bi bandor bûne, di pêkhatina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê de û di desthilatdariya wê de elîta rêveber a bingehîn pêk anîne. Di van ekolan de bandora Siyonîzmê jî çêbûye. Siyonîstên di sala 1896’an de xwe bi awayekî fermî weke nûnerên milliyetgiriya bûrjûwa ya Cihû îlan kirin, dixwestin Dewleta Cihû ya Îsraîlê ya berê ya navenda wê Qudis bû, ava bikin û li pey vê diçûn. Ji bo karîbûna vê bikin diviyabû di nava Împaratoriya Osmanî de bi bandor bûna. Ji bo vê jî amûra kêrhatî Cemiyeta Îttîhad û Teraqî bû. Herçiqasî Cemiyetê bi darbeya Çileya 1913’an bi awayekî îdeolojîk di Tirkparêziyê de biryara xwe ya fermî da jî weke naverok xwedî pêkhatineke gelekî tevlîhev a îdeolojîk û polîtîk bû. Li vir Tirkparêziya behsa wê tê kirin xwe nasipêre diyardeyeke sosyolojîk, ji vê zêdetir, ji bilî Tirkan tevlîheviyeke ji hêmanên bermahî yên her cure milliyetan pêkhatî îfade dike. Di serî de artêş, saziyên burokratîk di vê demê de bêhtir hesabên xwe yên siberojê dikin, lewma di vê pêvajoyê de bingehekî çîn an jî etnîk ê vê pêkhatinê tinebû. Ji lewra ev Tirkparêzî di serî de lihevçêkirî, bermahî, tûkil û tertikî bû. Kengî deshilatdarî kir destê xwe, xwest ji xwe re bingehekî civakî amade bike. Hewldan ji burokrasiyê çîneke bûrjûwayê çêkin. Desthilatdariyên komarê ev bername bêhtir pêşde birin û hewldan heta roja me ya îro dewam bikin. Herçiqasî bi pêvajoyê re weke navendgir û ne navendgir dabeş bibin jî prensîbên wan ên îdeolojîk her tim weke xwe man.
Ev elîta îdeolojîk û desthilatdar di derketina xwe ya holê de ne xwedî bingehekî çînî û civakî bû. Lewma bûrjûwaziya wê pêk bianiya bi tenê bi kapîtalîzma dewletê pêkan bû. Kapîtalîzma dewletê ji şêweyên kapîtalîzmê yê ji afirêneriyê herî mehrûm e. Yan wê xwe ji derve xwedî bike yan jî wê li hundir li ser civakê bi teroreke bêrehm nirxê zêde bi dest bixe û bibe hebûn. Hewcedariya bi desteka ji derve ji bo sermayeya Cihû bi nehênî bikeve hundir timî derfet û îmkan xweş kirin. Jixwe, ji Selçûqiyan ve, nexasim ji salên 1550’î ve di dema mezinbûna hegemonya kapîtalîst de Cihû gelekî bi bandor bûn. Piştî ku ji Spanyayê hatin avêtin (1492) milekî wan li Hollanda-Amsterdamê, milê wan ê duyemîn jî li navend Îzmîr-Selanîk-Stenbol xwe bi cih kir. Sermayeya Cihû li Anatolyayê jî timî weke rêûresm hebû. Ji derve û hundir beşê sermayeyê yê herî rêxistinkirî Cihû bûn. Hesabê vê sermayeyê ji bo peydakirina welatekî ji Cihûyan re berê li ser Rûsya, Polonya, Elmanya, Hollanda û Girava Brîtanyayê zêde bû. Elmanya ji wan welatan bû ku herî zêde hesab li ser dihatin kirin. Di pêkhatina bûrjûwaziyê de rola Cihûyan a îdeolojîk, polîtîk û ekonomîk zêde bû. Ji bo Elmantiya herî îdeal pêşengî kirin. Ji qrêl zêdetir xwe qralparêz hesibandin. Bi vê nêzîkatiyê di pêşdebirina milliyetgiriya Elman de û bi destê dewletê jî di kapîtalîzma wê de bi roleke afirîner rabûn. Li dijî hegemonyadariya Rûsya, Franse û Ingilîstanê hegemonyadariya Elman derxistin pêş. Siyonîzm zêdetir meyla sermayeya bûrjûwaziya Elmanya û Awisturyayê bû. Cihûyên Ingilîstan û Rûsyayê jî çalak bûn. Lê heta bi salên 1918’î, ango heta bi hilweşîna Împaratoriya Elman, bûrjûwaziya Cihû ya Elman her li pêş bû.
Li cem Împaratoriya Osmanî di encama hesabên tewazunê de ku bi Ebdulhemîdê Duyemîn re bi pêş ketin, hewcedariya bi sermayeya dewleta Elman derket pêş. Li ser Îttîhad û Teraqiyê bandora Elman jixwe hebû û ev bi xwe bandora sermayeya Cihû bû. Mirov li vê bandora Masonan û sermayeya Cihû ya xwecihî zêde bike, milliyetgiriya Cihû beriya Siyonîzma Îsraîlê, siyonîzma Anatolya Tirkiyê bi awayekî bi hêz bi cih dike. Di îlankirina Meşrûtiyetê de, di darbeya 1’ê Çileya 1913’an de, di pêvajoya 1919-1922’an a Rizgariya Neteweyî de û di avakirina Komarê de xwediyê rola rastî bûn. Ha bi temamî ji ber van sedeman îdeolojiya Tirkparêziyê ji bo ku xwe bi maske bikin û veşêrin, perdeyeke îdeal bû, bi kar anîn û bi maskeya wê ya dan ber rûyê xwe lîstin. Analîzên bi giştî têne zanîn pêkhatina kapîtalîzma Tirkiyê rave nakin û ji vê gelekî dûr in; nahêlin mirov bûyerên berbiçav rave bikin, bi rolekê radibin ku mirov serkorî dikin û maneyê berevajî dikin. Di kapîtalîzma Elman de sermayeya Cihû di tevahiya amûrên îdeolojîk, çandî û desthilatdariyê de bi bandor bû. Ji tevahiya vê hêza bi bandor û zêde di kapîtalîzma Tirkiyê de nexasim di polîtîkaya wê ya derve de, di avabûna artêşa wê de, di saziyên wê yên îdeolojîk û çandî de bi bandor e, zêde ye, û hukimker e. Li naverastê bûrjûwaziyeke Tirk tineye. Weke Tirkîtiya rastî Tirkmenên xizan, yên têne rêvebirin û girseyên gundiyan hene. Di rola bûrjûwaziya Tirk de bûrjûwaziyek û sermayeyeke Cihû hebû, ya ku ji ‘Filmên Yeşîlçamê’ yên ji rêzê li ber nedibûn ti tişt. Dema ku mirov li çîroka kesê yekemîn ê bûrjûwaziya komarê Vehbî Koç û holdînga wî binêre, mirov ê karibe tevahiya çîroka bûrjûwaziya Tirkiyê bibîne. Em nabêjin bûrjûwaziya Tirk pêk nehat an jî hîç nebû; em dibêjin, divê mirov binêre ka çawa bi awayekî berbiçav pêk hatiye û di vê çarçoveyê de analîz bike.
Di dema modernîteya kapîtalîst de weke hêza avaker a bingehîn ji hêza sermayeya Cihû kes nikare gumanê bike. Ji hêza wê ya entelektuel û çandî guman nayê kirin. Di heman demê de ji rola pêşeng a rewşenbîr û kedkarên Cihû di îdeolojiya bindestan û tevgerên wan ên piratîk de qet guman nayê kirin. Li vir armanca me ew nîne ku em hisên antî-Semîtîk xurt bikin, em dixwazin pozîsyona civakî-dîrokî ya kapîtalîzmê û tevgerên dijberê wê, rast diyar bikin.
Di sala 1918’an de bi têkçûna Împaratoriya Elman re li Ingilîstan û Hollandayê sermayeya Cihû ya navendîbûyî derket pêş. Ya rastî, ji sedsala 16. ve di têkoşîna hêza hegemonîk a herdu aliyan de (berê Împaratoriya Spanyayê, piştre Împaratoriya Franseyê, herî dawî jî Împaratoriyên Elman, Rûs û Osmanî) ku timî di warê neteweyî de hevrikê hev bûn, di dawiya dawî de Ingilîstan serketî bû. Di vê serketinê de rola sermayeya Cihû gelekî girîng e: Çawa ku rola wê di avakirina mêtingeha berê ya Ingilîstanê DYE’yê de û kirina wê ya hêza hegemonîk de girîng bû. Divê mirov sedemên derketina holê ya Hîtler û Naziyan di vê rastiyê de bibîne. Sermayeya Cihû mîna ketibe dirûvê Elman di avakirina kapîtalîzmeke dewletê ya yekdestdar û şoven de bi roleke stratejîk rabû û ji têkçûna Elmanyayê ya di sala 1918’an de berpirsiyar hat qebûlkirin. Partiya Hîtler ji bûrjûwayên piçûk ên fikirteng û korfêhmî pêk dihat. Îdeolojiya şoven a pê hatibûn mezinkirin, dihişt ku ji Cihûyên bi dirûvê (bi maske) Elman gelekî nefretê bikin. Ev nefret bi qirkirinê bi encam bû. Ji ber ku ji hegemonya Ingilîstanê û damezrandina Rûsya Sovyetê jî wan Cihû berpirsiyar didîtin. Herweha gelek sosyalîstên bi koka xwe Cihû yên mîna Rosa Luxembûrgê di şerê navxweyî de bi rola pêşeng rabûbûn. K. Marks jî bi koka xwe Cihû bû. Dema ku mirov van sedem û faktoran hemûyan bîne cem hev, wê rastiya kapîtalîzmê û qirkirinê baştir bê fêhmkirin.
Rastiyeke din a girîng ku divê mirov li vê mijarê zêde bike, cudahiya di navbera milliyetgiriya (Siyonîzm) Cihû û gerdûngeriya Cihû de ye. Herçiqasî Îsraîl ango milliyetgiriya Cihû di pozîsyoneke bi bandor de be, Cihûyên gerdûngir hem di qada sermayeya navneteweyî de hem jî di bereya kedkaran de timî xwedî bandor bûn. Cihûyên milliyetgir navenda bala wan Îsraîl e, Cihûyên navneteweyî bi rêya şîrketên global bala wan li ser ekonomiya dewleta netewe ya xwecihî û yekdestdariyên desthilatdariyê, li ser pozîsyona wan a bi hêz li van deveran, li ser rola wan a di nava şîrketên navneteweyî, medya û xebatên çandî de ye.
Her çand û îdeolojiya dewleta netewe ya milliyetgir, kêm an jî zêde ne bi tenê rengê vê sermayeyê digire, bi wê bi xwe ve girêdayî ye. Çawa ku destê wê di her yekdestdariya dewleta netewe de heye, di yekdestdariya ekonomîk de destê sermayeya Cihû ya gerdûnî heye: Çawa ku di tevgerên azadîxwazî û wekhevîxwaziyê yên bindestan de rola gerdûnî ya Cihûyên sosyalîst heye.
Ji ber sedemên stratejîk (Îsraîla li Filistînê bê avakirin) çi di dema derketina holê de, çi jî di dema ketinê de erdên Anatolyayê ji bo Cihûyan xwedî roleke dîrokî bûn. Ji Babîlan, Asûran, Ereban, Roma û Bîzansê ve ev rola stratejîk her bi vî rengî bû. Çawa ku rêya derketina ji Qudsê di Anatolyayê re (hinekî jî Mezopotamya) dibe, rêya ketina wê jî dîsa di Anatolyayê re dibe. Lewma ji bo Siyonîstan Anatolya rawestgeheke stratejîk û kevirê girîng ê derbasokê ye ku pê xwe bigihînin Îsraîlê. Jixwe xeta ÎzmîrManîsa, Selanîk-Edîrneyê, ji aliyê komeke Cihû ve demeke dirêj weke dayikniştimanê hat nirxandin. Ji ber vê jî ev der pêşdebirin û bi pêş xistin.
Enwer Paşa yê modela Elman ji xwe re kiribû mînak darbeya wî ya di 1’ê Çileya 1913’an de kirî di vê çarçoveyê de girîng e. (Berê jî di dema îlana Meşrûtiyetê de pêngaveke wî ya bi vî rengî hebû.) Di wê demê de kadroyên Cihû li Elmanyayê xwedî statuya herî bi hêz bûn. Enwer Paşa û koma wî jî ji aliyê kadroyên di vê statuyê de yên mîna Liman Von Sander û Goltz Paşa ve hatin perwerdekirin. Hilweşîna Împaratoriya Elman û Osmanî, pêşengî da kadroyên Cihû yên alîgirên Ingilîstanê. Di dema Şerê Rizgariyê de xwelihevrakişandina mezin a li ser pêşengiyê bi vê destguhertinê ve girêdayî ye. Herçiqasî rastiyek e ku çûyîna M. Kemal Paşa ya Samsûnê bi erêkirina Ingilîstanê ye, di serîrakirina Anatolyayê de rola wî li ser bingehê welatparêzî û serxwebûnê ye. Bi serwextbûna li vê rewşê Ingilîstanê du tedbîr girtin: Ji derve destekê bide dagirkeriya Yewnan û isyanê bitepisîne; eger ev nebe, li hundir bi destê Îsmet Înonî û Fevzî Çakmak, Mistefa Kemal kontrol bike. Bi têkçûna Yewnaniyan re (bûrjûwaziya Yewnan a hevkar weke rêûresm alîgirê Ingilîz û DYE’yê ye) bi tevahî giranî ket aliyê Îsmet Înonî û Fevzî Çakmak ango mehkûm bûn ku van herdu kesan bi hêz bikin. Îsmet û Fevzî Paşa, ne li serê isyanê bûn û ne jî xwediyê biryara wê bûn, herdu jî li Stenbolê di nava artêşa li bin destê Ingilîstanê û hevgirtiyên wê de li ser wezîfeyên xwe bûn. Ti tedbîr nehatin girtin, paşê tevlî tevgerê bûn, ya rastî ew şandin. Li ser vî bingehî ji pênc paşayên pêşengî ji isyanê re kirin çarê wan Kazim Karabekir, Elî Fûat Cebesoy, Raûf Orbay û Refet Bele bi sedemên cûrbicûr hatin tesfiyekirin. Mistefa Kemal Paşa ma, ew jî bi sedema pozîsyona wî ya stratejîk û polîtîkaya wî ya tewazunê li cihê xwe ma. Bi komployên zincîrwarî yên sala 1925’an bi ya li dijî Şêx Seîd dest pê kirin xwestin rejîma em dikarin jêre Faşîzma Spî ya Tirk bibêjin weke bernameyeke siyasî pêk bînin, herçiqasî vê weke sîstemeke Tirkparêz a laîk bidin naskirin, ev bi xwe metafizîk e, dînekî nû yê bêhtir dogmatîk û terorîst e; îdeolojiya Cihû ya di vê mijarê de xwedî tecrûbeyeke dîrokî ye, kirasê vî dînê nû li gorî demê li Komara Tirkiyê kiriye. Xwedakirina Mistefa Kemal, pêxemberkirina Îsmet Înonî, fermandarkirina Fevzî Çakmak (mînaka Yeşûa û Dawid) li gorî mîtolojiya Cihû ye. Îdeolojiya dînê nû Tirkparêzî ku li derveyî pirraniya civaka Tirk hat îlankirin û kirin bernameyeke siyasî, koda genetîk a teror, qirkirin û mêtinkariya heta roja me ya îro dewam dike, pêk tîne.
Li Îzmîrê li dijî Mistefa Kemal ketin nava hewldaneke reşkujiyê û bi vê xwestin wî bitepisînin. Bi isyanên Kurdan ew kirin nava provokasyonê. Hevalê wî yê nêz Fethî Okyar bi vê sedemê (ew alîgir nebû ku isyana Kurd bi xwînrijandinê were tepisandin) ji serokwezîrtiyê hat girtin û li şûna wî Îsmet Paşa hat wezîfedarkirin. Artêş jî bi temamî ji kontrola Fevzî Çakmak re hat hiştin. Statuya Mistefa Kemal êdî bi nasnavê Serokkomariyê sembolîk e, û bi awayekî li Qesra Çankayayê mîna girtiyekî ye. Tê gotin di Şerê Rizgariyê de Ingilîstan jî têkçûye. Ev rasterast derew e. Ji sala 1922’an ve rola Ingilîstanê di rizgariya muhtemel de hema hema zelal bûye. Ji mêj ve hew destekê dide Yewnanistanê (Ingilîstanê Siltan Wehdeddîn jî vekişand), bi xas kadroyên xwe ketiye nava avakirina dewleta netewe, ji împaratoriyeke giregir bi Komareke Tirkiyê ya di Anatolyayê de tengavbûyî gihiştiye armanca xwe. Delîlekî din ê vê yekê ew e, Komar li ber bêvla Rûsya Sovyetê timî weke dîwarê bendavekê hat danîn. Ji lewra qirkirina sosyalîstan a ku bi Mistefa Suphiyan dest pê kir, heta roja me ya îro dewam kir. Qirkirina Ermeniyan bi tenê destpêkek bû. Ji aliyê çandî ve qirkirina Kurdan hê jî dewam dike. Hindikayiyên din, çandên din, Suryanî û Tirkmen, kirin ku li ber hovîtiya Tirkparêziyê û li ber qirkirinên piçûk ên tevlîhev ji ber xwe, ji xwe bigerin.
Mirov dikare bipirse, çi têkiliya van hemûyan bi Cihûtiya gerdûnî û milliyetgir, herweha bi sermayeya Cihû re heye. Bêguman pirseke bi vî rengî pirseke pûç nîne, pirseke bingehîn û nazik e ku mirov dikare pê dîroka Tirkîtiyê ya dused salên dawî fêhm bike. Dîroka Tirkîtiyê ya Tirk di navê de tine ye, avakirineke îdeolojîk e; weke teorî û pêkanîn nîv bi nîv beriya Filistînê amadekariya PêşÎsraîlekê ye. Eger polîtîkayên tewazunkar ên Mistefa Kemal nebûna (li derve Yekîtiya Sovyetê û Ingilîstan, li hundir di navbera çînên cûrbicûr û tebeqeyan de), ti hêzê nikarîbû pêkhatinên nû yên li Anatolyayê ji kontrola Enwer Paşa û kadroyên Îttîhad û Teraqiyê derxista û nikarîbû pêşî lê bigire ku Tirkparêzî neçe faşîzmeke şoven a ku faşîzma Elman li ber ne tiştek be. Ev jî wê bibûya sedem ku Komar hê beriya bigihêje Şerê Cîhanê yê Duyemîn hilweşiya. (Gelo komar ê ava bibûya? Ev jî pirseke din e) Beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn mirina Mistefa Kemal, di navbera salên 1938-45’an de reqabeta Ingilîstan û Elmanyayê li ser Tirkiyê-Anatolyayê, piştî salên 1945’an vebirrî pêkhatina hegemonya DYE’yê, dewleta Tirk bi ketina NATO’yê tercîha xwe ya ji bo sîstemê fermî kir û ev bi awayekî dewama salên 1922’an in. Partiya Komarê CHP bi awayekî sîgorteya sîstemê bû. Sîstema bi darbe û kompoloyan heta serê salên 2000’î hat meşandin navekî wî yê din ‘Faşîzma Spî ya Tirk’ bû. Mebest jî ji vê ew e, Tirkîtiya çêkirî û li gorî vê Tirkîtiyê bi terorê homojenkirina civakê ye; çi kes û çanda li derveyî vê danasînê bimîne mafê wê yê hebûnê nas nakin.
Kapîtalîzma Tirkiyê beşa wê ya xwe Anatolyayî dihesibîne û kirasê Îslamî li xwe kirî bi teoriya ‘Kembera Kesk’ a hegemonya DYE’yê ji spî ber bi kesk ve şemitî ji serî ve li pey gavavêtinekê bû. Çepgiriya Tirkiyê û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ev firsend danê. Faşîzma Spî ya Tirk di şerê xwe yê li dijî Çepgiran û Tevgera Azadiyê ya Kurd de hilhilî û tecrîd bû û vê jî kir ku baskê Anatolyayî bi hêz bibe. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Tevgera Milliyetgir a Îslamî, hem li dijî gelên herêmê, hem jî li dijî belavbûna Rûsya Sovyetê di rewşa berbiçav a Tirkiyê de pêşî bi koalîsyonan, piştî salên 2000’î jî bi tenê li desthilatdariyê bi cih kir. Di Faşîzma Spî ya Tirk de milliyetgiriya Siyonîst a Cihû çiqasî bi bandor be, di Faşîzma Kesk a Tirk de jî sermayeya gerdûnî ya Cihû ewqasî bi bandor e. Van kesan herî dawî biryar daye ku AKP ji bo wan partiya sîgorta ye. Di derketina holê ya bûrjûwaziya burokratîk a Tirkiyê de milliyetgiriya Siyonîst a Cihû çiqasî bi bandor bû, di mezinbûna bûrjûwaziya Anatolyayê (jêre sermayeya taybet û lîberal jî tê gotin) û li desthilatdariyê bi cihbûna wê de sermayeya global a Cihû jî (Karaîmî) ewqasî bi bandor e. Enwer Paşa, Nîhal Atsiz, Alparslan Turkeş û MHP’ê xwestin faşîzma bi cureyê Hîtler temsîl bikin. Hêjayî gotinê ye, Partiya Tevgera Milliyetgir MHP’ê damezrandina xwe disipêre Partiya Millet a Fevzî Çakmak. Têkçûna Elmanyayê şensê desthilatbûnê yê vî baskê Faşîzma Reş a Tirk kêm kir. Hersê baskên faşîzmê şaxên xwe ji derve ji hêzên hegemonîk tên û kîjan hêz li ser sîstemê serwer bibe bila bibe weke dewama wê li desthilatdariya hundir bi cih dibin.
Dîroka dused salên dawî ya Tirkiyê ji hêzên hegemonîk ên derve serbixwe nîne; bi girêdaneke hişk statuya ‘valîtiya taybet’ bi îhtîmam pêk anîne. Ji ber statuya Tirkiyê ya li fitlonekeke krîtîk e, bivênevê tewazuna hegemonîk a navneteweyî bi awayekî xweser xwe lê nîşan dide. Tevî îdeayên tûj ên serxwebûnê hemûyan, welat, netewe û dewleta netewe ya herî zêde sîstema hegemonîk xwe lê bi cih kiriye û bi girîngî bi xwe ve girêdayiye, Tirkiye ye. Sîstema hegemonîk a kapîtalîzmê rast ji hev neyê derxistin, Tirkiye jî rast ji hev nayê derxistin. Berevajiyê vê jî dibe. Çareseriya gerdûnî ya sîstemê çareseriya Tirkiyê ye. Bi vî awayî jî wê rastiyên qirkirinê ji hev bêne derxistin.
WÊ BIDOME…
https://www.nuceciwan29.com/ku/2019/09/17/nirxandin-canda-rojhilata-navin-u-hegemonya-moderniteya-kapitalist-1/
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN