COLEMÊRG – Walîtiya Colemêrgê çalakiyên protestoyê yên li dijî qeyûman weke hincet nîşan da û li bajêr mehekê çalakî qedexe kir.
Daxuyanî ji aliyê walîtiyê ve hate dayîn û di daxuyaniyê de cih hate dayîn ji bo daxuyaniya Wezareta Karê Navxweyî ya têkildarî tayînkirina qeyûman.