MÊRDÎN – Li Qoserê ya Mêrdînê 28’ê Tebaxa 2015’an Mazlûm Tûran ê 16 salî, bi hinceta ku guh nedaye banga ”raweste”, ji hêla polîsê bi navê Suleyman Esenboga ve hate qetilkirin. Doza Turan îro li Dadgeha Cezayê Giran a 1’ê ya Mêrdînê hate dîtin.
Di danişînê de parêzerê Turan got, ”Mazlûm ji qemçika xwe gule xwariye. Ji ber vê bersûc ew ji xwe re kiriye hedef û lê reşandiye.”
Dozger vegotina, ”bicihanîna fermana qanûnê nayê cezakirin” a TCK 24/1 bi bîr xist û xwest ku biryar were standin ceza nikare were dayin.
Biryar hate dayin daxwaza girtina polîsê kujer Suleyman Esenboga were redkirin û danişîna dî taloqî 18’ê Cotmehê hate kirin.