HELEB – 20`ê Îlonê salvegera 16`emîn a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) e. Bi vê boneyê ciwanên di nava partiyê de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê çalakiyên bi armanca danasîna partiya xwe û armacên wê li dar dixin.
Di çalakiyê de broşurên ku tê de PYD`ê û armancên wê dide nasandin, bi navê “Bi hev re Sûriyeke azad, demokratîk û nenavendî ava bikin” hatin belavkirin.
Di broşuran de wiha hate nivîsandin: “Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) partiyeke demokratîk a gel e. Têgînên şovenîst red dike. Azadiya jinan wek bingeha azadiya civakê dibîne. Tekez dike ku rola sereke ya ciwanan e. Baweriya wê bi pirrengî û azadiyê heye. Ji armancên wê Sûriyeke demokratîk li ser esasê pîvanê biratiya gelan ava bike.”