Akademiya Jina Azad Ya Şehit Beritan – I
Tevgera Azadiya Gelê Kurdistan, PKK di sala 1970’yan de bi grubekê şagirt bi rengekî nepenî
û bi dengekê hêdî ji gotina “Kurdistan bindest e” bi rêket û dest bi xwe tevger kirinê kir. Ciwanên ku dilê wan ji bo eşqa gel û azadiyê lêdixe, li ser bingehekê rast dest bi perwerdeyên xwe dikin.
PKK, ji bo civaka ku bê bîrdozî hatî hiştin bi bîrdozî bike, derketinekê şoreşgerî despê bike, dikeve nav lêkolîn û lêgerînan. Piştî demekê û şûn ve ji bo ku encamên bi dest xistî li civakê belav bike, dikeve nav liv û tevgerekê.
Lı her devera ku têre derbaz dibin, bandorekê pir mezin li ser gel didin çêkirin. Li hindek deverên Kurdistan ê ji ber sedema helwesta wan a bi zanist û ronakbîrî ev ciwan wek “talabe ango şagirt” di hatin bi nav kirin. Di çavê gel de peyva “talebe”, demeke pir dirêj bi şoreşgertiyê re weke hemwate tê dest girtin.
Belê, ew “talebe”ne, lê belê ne talebeyê pergalê û dibistanên wê ne. Ew talebeyê gel, jiyan û heqîqetê ne. Ew zarokê welatê winda bûyîne. Her tiştî ji pirtûkan fêr nabin.
Zanistê ji jiyanê bi xwe, ji mirovên ku jiyana wan bi êş û kederan hatiye strandin, ji çavê gelekê bê ziman hatî hiştin û ji dilê wan vedixwin. Wan, di ceribandinên pevçûnan de jiyan nas kirin û bi demê re lûtkeyên çiya veguherandin akademiyên mirovahiyê.
Di wargehên rast ên mirovahiyê de, li ser rêzeçiyayên ku sinoran ji hole radikin, di wan şevên dirêj û bê xew de naskirin ku vaye rûyekê din ê jiyanê jî heye.
Ew Prometeusin û zanistê ji xwedayan di dizin û didin mirovahiyê. Ew di çarmix de daliqandinê, di zindanan de berxwedanê, di pêta agiran de xwe şuştinê û di latan de bask bûyînê fêrî me dikin. Ew şagirtên jiyanê yên herî şanaz û pisporin ku ji bo mirovahî xwe bigehîne heqîqetê xwe dikin pir.
Rêxistina wan a ku li derdora rastıyên bingehin afirandıne û sekna wan a ji gel venaqete, hevgirtin û himêzkırına ras a gel di afrine. Her ku diçe sinorên kurdistan ê derbaz dikin, xwe dikin partî û PKK dibe nasnameya jiyana azad a bi milyonan mirovan.
Di ocaxa PKK’ê de jin, ciwan û gelekî ku ji pêşketinên serdemê bêpar hatî hiştin, bênasname, bêwelat, bêziman, bêperwerde hatî hiştin xwe zanist dike, jiyanê û azadiyê nas dike. Destanên xwe, gernasên xwe û ûtopyayên xwe yên pêşerojê ava dikin.
Bi vê şoreşê re, xweda û xwedawandên xwe di afirînin. Dikevin wê ferqê ku ger mirov bixwaze azad û şanaz jiyan bike, pêwîst e xwe zanist bike û ji bo xwe bigihîne heqîqetê pêwîst e xwe fedayî tekoşînê bike.
Di avabûna destpêka grubê heya niha jinên ku dinava vê derketina şoreşgerî de xwe îfade kirin, xwediyê wê baweriyê bûn ku azadiya civaka kurd û jiyanekê azad û sosyalîst, wê ji azadiya jinê re derbaz bibe.
Gera Kurdistan ê ku di salên 1976’an de destpê dike, bi armanca rewşa gelê Kurd dinav deye bi kûrahî nas bike û tekoşîna xilasiyê bi gelê Kurd bide fêm kirin dest pêdike. Li Kurdistanê li hemberî xizanî, feodalizm û paşverûtiyên civakî tekoşînek bi hêz destpê dike.
Di nava vê rastiya civakî de cihê ku ji jinê re hatiye veqetandin hêjayê gotinê ye. Bi taybet di mijara wekheviya jin û zilam de, di çarçoveya nêrandina bîrdozî ya ji aliyê milîtanên PKK’ê ve ji civakê re tê vegustin, dihêle ku di girseyên jin de rê li ber hêviyên pir mezin vebike.
Agirek har dikeve nava dilê jinên ku bi dizîka guhdidin van civînên gel. Agirekê wisaye ku ramana; “jiyanekê cuda heye û em hertim ne bendeyê vê koletiyê ne” di afirîne. Di vê qonaxê de gelek jin beşdarê nava refên tevgera Apocî dibin û biryar didin ku ewê qedera xwe ji destên xwedayan derxînin û bi xwe binivîsînin.
Kongreya Damezrandinê û Mîsyona Dide Jin
Bi biryarekê ku di sala 1978’an de tê girtin, partîbûyîn tê danezan kirin. Di manîfestoya avakırınede tê gotin ku şoreşekê jin tevlî nebûyî, ne mûmkîne ku bi ser bikeve û asta azadiya civakekê, bi asta azadiya jinên wê civakê re tê pîvan.
Tenê ev gotin bes e ku mirov bêje, şoreşa azadiya Kurdistan ê xwe dispêre cewherê nirxê jinê û di heman demê de wê di salên pêş de ev mijar RÊBER gelê Kurd Birez Abdullah Öcalan jî ji pradîgmaya klasîk veqetîne.
Nakokiyên jin û malbat a ku xwe dispêre zaroktiya Reberê Gelê Kurt, wê nehêle ku lêgerên wî yên azadiyê xwe bigihîne pergalê. Bi heman sedemê ev mijar PKK’ê jî dike wek partiyekê jinan.
Tevlîbunê Jinan Ji PKK’ê Re Û Asta Perwerdê
Dema dengê lingê derbeya 12’ê Îlona sala 1980’yan tê bihîstin, bi nêzîkatiyekê ku pêşerojê dibîne, derketina derveyî welat tê çêkirin. Di destpêkê de li kampên Filistînê derfetên perwerdehiyê tên ava kirin. Kişandina qadro yan ji bûna vê qadê tên çêkirin û qadro di milê leşkerî û bîrdozî de tên perwerde kirin.
Bi armanca vegerekî bi hêz li welat çêbibe, ev perwerdeyên qadroyan tên saz kirin. Di vê qadê de yekser Reberê Gelê Kurd Birez Abdullah Ocalan xebatên perwerdehiyê dide meşandin. Dinava gruba destpêkê de 30 jin jî cihê xwe digirin.
Piştî sala 1982’yan biryara vegera welat tê girtin. Grubên ku di perwerdeya Reberê Gelê Kurt de derbaz bûne û bi rengekî pir bi hêz xwe ji nû de ava kirine, bi coş û vînek mezin vedigerin Kurdistanê.
Akademiya Mahsum Korkmaz a ku li Lubnanê hatiye ava kirin, di heman demê de ew qade ku pêşengên şoreşa Kurdistanê tê de tên amede kirin.
Jinên ku di grubên destpêkê de derketine çiya, di heman demî de li himberî zor û zehmetiyên jiyana çiyayî berxwedanekê mezin raber dikin. Di vê qonaxê de perwerde herî zêde bi rêka pirtûk û dahûrandinên ji destekê diçe destekê din tê dîtin.
Reberê Gelê Kurd Birez Abdullah Ocalan ji bo ku jinên tevlî refên gêrîla bûne, xurt pêşbikevin wan dikişîne Akademiya Mahsum Korkmaz û bi girîngiyekê pir mezin perwerdeya wan pêşwazî dike. Lêhûrbûnên jinan bi awayekê xweser tên pêşxistin. Jinên ku ji pêşketinê re namzetin ji bo ku baş werin perwerde kirin di malên cuda yên rêxistinê de, perwerdeyên xweser dibînin.
Di heman demê de ji bo hemû stargehê gerilla teda bi cîh dibe teorî û perspektîfa pirsgirêka artêşbûna jinê û azadiya jinê, tên dayîn.
Bi hezaran ciwanên ku xwe bi hêza zanistiya azad û wateyê re amede kirine, xwe li derdora çiyayên asê yên Kurdistanê dipêçin. Herî zêde jî jin xwe davêjin himêza van mekanên azad yên jiyanê.
Herî zêde jî jin bi bawerin ku azadî wê bi tekoşînê were bidestxistin. Azadî, wê li çiyayên ku bi hezaran sale singa xwe ji bindestan re vekirî de, wê xwe ji civaka desthilatdar qutkirinê pêkwere.
Jinên ku di nava pergala desilatdar de bi zordariyê hatine fetisandin û yên azadiya xwe di PKK de dîtin gotin ku “ji bo jinan rêya xilasiyê PKK ye” û berbi çiya ve meşiyan.
Ev meş, meşeke hêjayî destan û strana ye. Jinên ku li Kurdistanê ji mala xwe derneketine, dibin çewisandinên civaka feodal de hatine hiştin û kole mane, ji her herkesê bêhtir birçiyê azadiyê ne. Yên herî zêde dilê wan bi bêrîkirinekê pir mezin lêdixeye, di refên pêş de tevlî vê meşa mina stran û destanan dibin.