RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
c- Terora li ser gelên Xiristiyan, ceribandina asîmîlasyon û qirkirina Ermenî, Suryanî, Pontûs û çandên cihê yên Misilman bi tenê em dikarin bi pêkanînên modernîteya kapîtalîst li ser cografya Anatolya û Mezopotamyayê ji hev derxin. Mirov qirkirina Ermeniyan bi tenê bi Faşîzma Spî ya Tirk (tevgera bi bernameya siyasî û îdeolojîk a fermî ya Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê û CHP’ê) ve girê bide wê nêzîkatiyeke teng be. Di bingehê vê qirkirinê de sedemên civakî yên gelekî tevlîhev û dîrokeke rîşên xwe kûr berdide heye. Bi qasî sermayeya Cihû nebe jî tebeqeya jor a qebîleyên Ermenî di pêkhatina çanda Rojhilata Navîn de cihekî girîng digirin. Ji ber ku Ermeniyan ji xwe re bajar zû kirin navend, jêhatîbûna wan a di bazirganiyê de û hostebûna wan a di warê zenaetkariyê de, ew hê ji dema dewleta Hîtîtiyan ve kirin xwediyê sermayeyê. Nexasim di bajarvaniya Anatolya û Mezopotamyayê de bi rola aktorê bingehîn rabûn. Bi Xiristiyaniyê re (bi salên 300’î P.Z. re) hem ev rola wan gelekî cuda bû, hem jî hebûna wan bêhtir berbiçav bû. Bi awayekî jidayikbûna pêşwext a kapîtalîzmê li Rojahilata Navîn pêk anîn. Em dema pêşwext dibêjin, em behsa jidayikbûneke sîstematîk dikin. Naxwe daneheva kapîtalê ji dema Sumeran ve ji aliyê hêmanên her çanda marjînal ve pêk dihat anîn. Bûrjûwaziya Ermeniyan bi Xiristiyaniyê re cara pêşî ev danehev sîstematîk û bi tesîr kir. Statuya wan a bi tesîr a di bazirganî û zenaetkariyê de ev yek mumkîn dikir. Daneheva sermayeyê her tim li hêrs û dijberiya civakên qebîle û eşîrên kominî rast tê. Lewma zirar û ziyanê li çanda wan a wekhevîxwaz dike. Bi pêşdebirina bajar, çîn û dewletê rê li ber nakokiyên sazîbûnê vedike. Di bingehê qirkirina Ermeniyan de divê mirov nakokiyên bi vî rengî timî li ber çavan bigire.
Sedsala 16. destpêka serdema mezinbûna modernîteya kapîtalîst e, di heman demê de sedsala mezinbûna bûrjûwaziya Ermeniyan e. Hem di nava Îranê de, hem jî di nava Împaratoriya Osmanî de, di pîşesaziya manîfaktur (dezgehdarî) û bazirganiyê de bi rola sereke radibûn. Tevî bajarên Bender Abbas û Îsfahanê, di ser Îran, Stenbol û Îzmîrê re di nava yekdestdariyeke bazirganiyê ya berfireh de ku xwe dighand Ewrûpa û Rojhilatadûr a Asyayê, xwediyê pareke mezin bûn. Li çend bajarên sereke û pêşketî yên diyar taxên Ermeniyan hebûn. Heta bi sedsala 19. bûrjûwaziya mezin û piçûk a Ermeniyan di qada ekonomîk de bi bandor e. Di hunerê mîmarî de jî xwediyê roleke pêşeng in. Li bin gelek berhemên mîmarî yên Rojhilata Navîn mohra wan heye. Mîsyonerên Xiristiyan ên Rojavayî bi sedsala 19. re kengî li nava Împaratoriya Osmanî ketin nava xebatê yek ji hedefa wan a pêşî ew bû, Ermeniyan bigirin cem xwe. Dêrên Suryanî û Rûman xwe bi xwe têra xwe dikirin. Dêrên Ermeniyan di rewşeke krîtîk de bûn. Di nava gelên Îslamî de bi awayekî gelekî belav bi cih bûbûn. Cografyayên lê piranî bin, pir kêm bûn. Nexasim li Anatolya û Mezopotamyayê di çarçoveya dabeşkirina kar de cihûwarên têkel xisleta bingehîn a avabûna demografîk bû.
Ewrûpayê bi milliyetgiriya sedsala 19. bi xebatên propagandayê û dibistanên bi destê misyoneran vekirin bivênevê wê bandoreke bi hêz a tevdan û sorkirinê li ser civaka Ermeniyan bikirana. Ji vê jî girîngtir, bûrjûwaziya Ermenî ya bi pêngava pêşî ya globalbûnê ya sermayeya Ewrûpayê re hevkarî kir, çawa ku li tevahiya Ewrûpayê pêk hat, gelekî ket bin bandora milliyetgiriya bi armanca dewleta netewe. Ev bûrjûwaziya Ermenî ket derdê bazara neteweyî ya karibe sermayeya xwe bi awayekî ewle lê bi kar bîne. Çawa ku Cihû bi pey peydakirina welatekî ketin, xwesteka Ermeniyan jî ji bo welatekî, bi hêz ket rojevê. Civaka Ermenî gelekî kevnare yê cihwar bû, lê ji statuyeke pirranî û homojentiyê mehrûm bû. Ji lewra gera li dewleta netewe armancek wisa bû ku bi xwe re bûyerên bi tehlûke dianîn.
Rêxistiniyên milliyetgir ên di duyemîn nîvê sedsala 19. de pêşxistin, armanc ji wan ew bû di nava împaratoriyê de li gorî rêjeya hejmar û sermayeya xwe tevlî siyasetê bibin. Ev jî bernameyeke bêhtir realîst bû û qabîliyeta wê ya pêkanînê hebû. Di Meşrûtiyeta Yekemîn û Duyemîn de têra xwe serketî bûn. Lê di dawiya sedsala 19. de milliyetgirî derketibû asta herî jor û di serê sedsala 20. de ber bi daxwaza dewleta netewe ya serbixwe ve çûn. Li ser erdên daxwaza wan dikirin, di serî de Kurd û Tirk gelek çandên cihê hewiyabûn. Eger pêkhatineke mîna Partiya Karker a Sosyal Demokrat a Rûsyayê hebûya, belkî jî li ser bingehekî mîna Şoreşên Rûs ên 1905 û 1917’an di Împaratoriya Osmanî de avakirina sîstemeke federatîf bikira armanc belkî bibûya rêbaza herî rastî ya çareseriyê. Partiyên Çepgir ên Hinçak û ya Rastgir a Taşnak nikarîbûn ji rêxistiniyên milliyetgir ên hişk û teng bibihurin.
Di bin trajediyê de sedemeke din a dîrokî heye, ew jî milliyetgiriya Ermenî ye ku ji Xiristiyaniyê bi tesîr bûye û rê li ber reaksiyonên dijber vekiriye. Çawa ku milliyetgiriya Cihû li Ewrûpayê rê li ber reaksiyên antî-Semîtîk vekir, nerazîbûneke bi heman rengî di nava civakên Misilman de holan da. Ji vê jî xeternaktir, hevrikiya wê ya bi bandora sermayeya Cihû ya di nava Împaratoriya Osmanî de bû. Bi giştî, hê di dema salên damezrandina Împaratoriyê de, di dema fetha Stenbolê de û nexasim piştî ku Cihûyên ji Spanyayê hatin qewitandin li Stenbol û Selanîkê hatin bicihkirin, vê nakokiya di navbera sermayedarên Xiristiyan û sermayedarên Cihû de dest pê kir, her ku çû sor bû. Lewma sermaye û çanda Ermenî û Rûman di nava împaratoriyê de hukmên xwe kevin, domdar û zêde bûn. Jixwe karûbarên bazirganî, malî û sinaî yên împaratoriyê di nava van hersê etnîsîte, herdu dîn û milletan (di sîstema Osmanî de ji van re millet dihat gotin) de hatibûn parvekirin. Lewma bivênevê wê di navbera wan de reqabet çêbûya. Hegemonîkbûyîna kapîtalîzma Ewrûpayê û belavbûna wê li ser împaratoriyê, ev reqabet bêhtir sor kir. Di sedsala 19. de, hersê komên etnîk bi tenê bi daxwazên parvekirina desthilatdariya bi hêz ranedibûn, gera wan a li welatekî jî çêdibû. Ev lêgerîn bi hev re nakok bûn û reqabet sor dikirin. Herweha di dema derketina Xiristiyaniyê de Hz. Îsa ji aliyê hevkarên Cihû yên Waliyê Romayê ve li çarmîxê hat xistin û lewma ev yek bi giştî di navbera Xiristiyan û Cihûyan de dibû sedema jihevnexweşbûn û nefretê. Dema ku ev faktor hemû digihiştin hev, sermayedarên Cihû yên di têkiliyên malî de bi hêz bûn, di qesra Osmanî û burokrasiya wê de xwedî gotin bûn, pozîsyoneke serdest dagir dikirin.
Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê bi destekeke xurt a Cihûyan a hem ji aliyê îdeokojîk ve (xebatên Tirkparêziyê), hem jî ji aliyê maddî ve (ji bo xwedîkirinê, çavkaniya rastî ya Tirkparêziyê bûn) hat avakirin û bipêşxistin. Li ser navê milîtarîzma Elman beşekî mezin ê paşa û serbazên ji bo avakirina artêşa Osmanî ya modern di perwerdeyê de cih girtin, bi koka xwe Cihû bûn. Hem di îlankirina Meşrûtiyeta Duyemîn de, hem di tepisandina darbeya dijber a 31’ê Adarê de, hem jî di Şerê Rizgariya Neteweyî yê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn de kadroyên Cihû bi roleke stratejîk rabûn û di vê rola xwe de serketî bûn. Bi tevahî berhemên bingehîn ên Tirkparêziyê, cara pêşî ji aliyê rewşenbîrên Cihû ve yên weke Vambery û Cohen ve hatin weşandin. Ew afirînerên rastî yên îdeolojiya Tirkparêziyê bûn. Tevî ku pirraniya civaka Tirk di nava rastiyeke berevajiyê vê îdeolojiyê de ye jî lê ji ber perwerdenebûn û birêxistinnebûnê bê bandor bû, lewma ev kadroyên Cihû di jinûve avakirina dewletê de bi destê Îttîhad Teraqî û CHP’ê bi rola kakilên bingehîn rabûn. Li hemberî vê serdestiya eşkere ya Cihûyan, bandora Ermenî û Rûmên Xiristiyan di avakirina dewleta nû de şensê xwe gelekî kêm bû. Di ekonomiyê de hebûna wan a bi hêz, dihişt ku bêhtir bibin hedefa reqîbên xwe (sermayedarên Cihû û çîna kapîtalîst a kolektîf dewletdar Tirkgir a ku wan pêk anîbû) yên li desthilatdariyê. Jixwe dema ku Komar hat îlankirin tiştekî wan ê zêde wê li dawiyê nemaya.
Qirkirina Ermeniyan di nava vê tabloya giştî de beşê herî trajîk e. Kengî ji bo dewleta netewe rabûn (beriya 1914’an û salên destpêkê yên şer), di çarçoveya biryara rêveberiya Îttîhad û Teraqiyê ya 24’ê Nîsana 1915’an de bi êrîşekê ji welatê xwe yê hezarê salan hatin derxistin û li ser rêyan hatin kuştin, yên mayî jî bûn mehkûmê jiyaneke dîasporayê ya demdirêj. Dîaspora ji bo Ermeniyan rastiyek e, lê rastiyeke gelekî bêkêf, şikestî û hilweşiyayî ye. Bi dewleta netewe ya piçûk a Ermenî belkî dilê xwe xweş kirin. Di qirkirinê de ji bilî bûrjûwaziya Tirk, mirov dikare behsa para feodalên Kurd jî bike. Ev kesên ku gunehkarên rastî ne, bi tenê di qirkirina Ermeniyan de cih negirtin, di heman wextî de bi gelek awayên cuda, nexasim bi Alayên Hemîdiye di qirkirina Kurdan de jî cih girtin. Di qirkirina Kurdan de ya ku hê dewam dike weke ‘cerdevanên gundan’ di berdêla înkara Kurdîtiyê de milk û sermayeya xwe zêde dikin û kengî pêdivî pê dibînin Kurdîtiyê jî dikin û bi vî awayî rola xwe ya bi lanet dewam dikin.
Ti mînaka dewleta netewe bi qasî şerê dewleta netewe ya Tirk û Ermeniyan rejîmeke qirkirinê (bi giştî înkarkirina dîrokê û tinekirina otorîteya demokratîk û çanda xwecihî) baş hînî mirov nake. Trajediya Ermeniyan, ji ber zû kapîtalîstbûna bûrjûwaziyekê, asteke çandî ya di ser cîranên xwe re û lîstikên bêrehm ên hegemonya kapîtalîst (ji ber berjewendiyeke piçûk a rojane dîrokeke hezar salî ji ber çavên xwe avêtine) pêk hatiye.
Qirkirina Suryanî-Keldaniyan jî bi heman mekanîzmayê, îcar li hundirê başûrê Kurdistanê pêk tînin. Çîroka kokqelandinê ya van sê çandên Xiristiyan û versiyonên wan ên din ku ji Asûr, Babîl û Aqadan (li gorî ku Mehelmiyên Mêrdînê xwe disipêrin Aqadan) mane, têra xwe trajîk e. Ev gelên ku demekê bi çanda sê împaratoriyên (Aqad, Babîl, Asûr) bi heybet rabûne, belkî jî di dîrokê de qewmê pêşî yê zenaetkar û bazirgan bûn. Çavên xwe li bajêr vekiribûn û li bajêr mezin bûbûn. Hûrûkûr bi heybeta mîtolojî, dîn û hunerê tamijîbûn. Çanda Sumeran gihandibûn dinyayê. Ew qewm bûn ku şaristanî gihandibûn dinyayê. Ji vê dîroka bi heybet a pênchezar salî bi tenê weke ku bi tenê mîrateyeke muzewarî mabe: Hinek xirbe û bermahiyên dêrên xweser, çendek zenaet û hinek jî asarên mîmarî û hunerê modeyê. Serhatiya wan jî dişibe ya Ermeniyan. Ji xisletên wan ên rastî ne ku xwediyê kapîtala pêşî ya bi salên 2000’î B.Z. dest pê kiriye, karxaneyên (Kar=karûm, bi maneya kargeha serdema destpêkê ye) pêşî vekirine, xwediyên karwanên pêşî ne. Koloniyên pêşî yên bazirganiyê wan ava kirin. Bazirganên berhemê herî baş ê tevnê bûn. Pêşengên zenaetkariya têlkariyê, zîv û zêrkerên hostekar bûn. Nivîskarê bi hezaran nameyên li ser kevalên tûxle û muhasebeya bazirganiyê bûn. Bi qasî vî aliyê dîrokê yê serê mirovan pê bilind bibe, aliyên wê yên xemgîn dikin, di zikhev de her hebûn.
Gotinek heye ji bo Romayê dibêjin, “Bi Xiristiyantiyê xisletên xwe yên şerkeriyê ji dest dan û lewma hilweşiya.” Mirov dikare vê gotinê ji bo gelên Xiristiyan ên Rojhilat jî bibêje. Gelo heke van çandên antîk xwe li Xiristiyantiyê negirtibûna, şensê wan ê manê wê bêhtir nebûya? Pirs girîng e, û bi rastiya rojane re têkildar e. Ew gelên pêşî bûn ku bûbûn Xiristiyan. Ew û Ereb ji heman kokê bûn. Wan şaristanî bi Ereban dabûn nasîn. Di derketina holê ya Îslama Ereb de jî amadekarê rastî ne. Bi qasî mîrateya çandî barhilgirê bazirganiyê jî bûn. Ji Çîn û Hindê heta bi Ewrûpa û nava Efrîkayê bi tenê mal nebirin, gelek nirxên dewlemend ên çandî birin, nirxên çandî afirandin. Di navbera çandan de tercûmanî kirin. Ha gelên em behsa wan dikin xwediyê vê mîrateya dîrokî hemûyî ne, yek ji mijarên sereke yên dîrokê ne ku hêja ye mirov li ser çîrok û serhatiya wan bisekine, lêbikole û bibîne ku çawa koka wan hat qelandin. Ji ber ku hem di serê mijaran de, hem jî di serê pirsgirêkan de cih digirin.
Dibe ku bêşensiya van gelan ew bû, beriya Xiristiyantiyê di Serdema Antîk de hêmanên pêşî kapîtal nas kiribûn di nava xwe de dihewandin. Laneta kapîtalê bi Cihûyan jî gelek êş û azar da kişandin. Qirkirin bi serê wan de hat di encamê de têkiliya wê bi serketina wan a di kapîtalîzmê de heye. Rewşên bi heman rengî, mirov dikare li cem çandên din ên xwedî kapîtal bibîne. Jixwe bi awayekî seferên tevkujî û talanê yên bêrehm ên Împaratoriyên Aqad, Babîl û Asûran vegera van kapîtalan e. Ango qanûna hinekî pêk tê ev e, ‘neke, bila neyê serê te.’ Ji salên 600’î B.Z. ve, ev çandên antîk ên Mezopotamyayê hegemonya xwe pêşî bi destê Med û Persan, paşê jî bi destê Skender, Helen, Roma û Bîzansiyan ve berdan, lewma weke gelên damezrîner ên Xiristiyantiyê diviyabû bi awayekî bibin xwediyê berxwedanê. Ev çandên weke Suryanî û Keldanî nav guhertin, li dijî Roma, Bîzans, Pers û Sasaniyan bi çanda Xiristiyantiyê bersiv dan. Ev tespîteke girîng e. Ji ber ku têra xwe hêza wan a fizîkî tinebû, dikarîbûn hebûna xwe bi hêza nerm, ango bi çandeke nû ya dînî dewam bikin. Neçar bûn Xiristiyantiyê biafirînin. Eger bi awayekî din tevbigeriyana wê di bin piyên herdu hêzên hegemonîk de bipelixiyana, tine bibûna. Ji lewra zimanê nerm ê Xiristiyantiyê (“Dema li aliyê rastê yê rûyê te dan, serê xwe bizîvirîne bila li aliyê çepê yê rûyê te bidin) ne tercihek e, neçariyek e. Li ser vî bingehî, ji çanda împaratoriyê ya kevin û pûtperestiya wê, li dînê nû yê çand û aştiyê yê xizanan vegeriyan, veguherîn. Ev veger û veguherînek ji çanda dîroka zalim ber bi çanda mazlûm ve bû. Di vê çarçoveyê de Xiristiyantî di sêsed salên xwe yên pêşî de li derveyî sîstema koledar tevgera herî ji dil a wijdanî û exlaqî ya mirovatiya kolektîf e. Ji şêweyên pêşî yê herî girîng ê bîrbirina azadiyê ye. Çanda Babîl, Asûr, Grek û Ermenî çandên herî pêşketî yê wê demê ne.
Di rêûresma pêxembertiya Cihû de Quds di statuya navendeke girîng de ye. Ya rastî, piştî Ûrfayê duyemîn perestgeha girîng a navend e. Di dema Romayê de kengî tebeqeya jor a dînî serê xwe ji hevkartiyê re tewand weke nûnerê tebeqeya jêr rê li ber Hz. Îsa vebû. Kengî tebeqeya jor a dewlemendên Cihû bi Romayê re bûn yek, hingê alîgirên Îsa ketin rewşa hindikan. Di vê rewşê de komên mayî yên herî bi çand Grekî, Asûrî, Babîlî û Ermenî ji wan gelan bûn ku herî zêde xwedî li Xiristiyantiyê derketin û ew weke tevgera rêxistinî û bîrbirina kolektîf parve kirin. Lewma mirov dikare Xiristiyantiyê weke tevgera piştgiriya di navbera qewm û qebîleyên pêşî, xizan û bindestan de jî binirxîne. Bi awayekî, şêweyê destpêkê yê Enternasyonala Kominîst e.
Helen, Ermenî, Suryanî û Keldanî ji salên 300’î P.Z. ve li dora patrîkan hewiyan û dêrên xwe ava kirin, bi vî awayî dîn bi sazî kirin. Bûn gel û qewmên Xiristiyan. Li gorî dema xwe ev veguherîneke girîng bû. Heta bi derketina holê ya Îslamê jî di vê mijarê de gelekî serketî bûn. Gelekî beriya Ewrûpayê di şaristanî û çanda Rojhilata Navîn de qonaxeke dîrokî pêk anîbûn. Heta bi sedsala 6. erdên Bîzansa Rojava bi temamî kirin Xiristiyan û Tevgera Xaçperestan a dîrokî ya bi lez bi nava Ewrûpayê ve belav bû ji zû ve dabûn destpêkirin. Heta bi sedsala 10. wê wijdan û aqlê Xiristiyantiyê mohra xwe li tevahiya Ewrûpayê bide. Ewqas bi hêz bûbûn, hema bêje ji aliyê dînî ve (paşvexistina Zerdeştîtiyê) li Rojhilat Împaratoriya Sasanî anîbûn ber hilweşînê. Heta bi nava Hindistan û Çînê ve çûbûn. Di vê de dîndarên Suryanî patrîk bi rola pêşeng radibûn. Xiristiyantî tam wê bibûya dînê dinyayê, Îslamiyet derket holê.
Şervanên pêşî yên Îslamiyetê ango mucahîdên wê yên bi rola kakilên pêşeng radibûn, ji bawermendên pûtperest ên dînên destpêkê anîmîzm û totemîzmê quliptîbûn, pêk dihatin. Di vegotinên Hz. Muhammed de diyarên şaristaniyê weke ‘cennetê’ hatibûn teswîrkirin. Ya rastî, çûyîna dinya din a di têgîna cennetê de, welatên jiyanxweş ango diyarên şaristaniyê yên mirov di berdêla wan de heta ku can bide jî şer dike, îfade dikir. Paşê gotinên Hz. Muhammed ji aliyê suxteyên wî ve hatin berevajîkirin û weke jiyana axretê ya piştî mirinê hatin şîrovekirin. Ya rast, li vê dinyayê fetihkirina diyarên şaristaniyê yên xwedî xweşjiyana cennetê ne. Mirov van deveran bi çolên Erebistanê re bide ber hev rewş wê baştir bê fêhmkirin. Lê ji bo van diyarên şaristaniyê şervaniyeke dijwar a têde mirin û candayîn hebe, dihat ferzkirin. Mirina li vir weke cenneta li axretê hat şîrovekirin. Eger em dixwazin Îslamiyetê rast fêhm bikin, divê em baş zanibin ku şîroveyên bi vî rengî berevajîkirina gotinê ne. Vê soza hatibû dayîn, gelekî bala mirovê qebîleyê yê çolê û paşvemayî kişand. Çawa ku tê zanîn, hê sedsalek neqediyabû, ev mirov ji Okyanûsa Atlasê heta bi Okyanûsa Mezin (ji Fasê heta bi Çînê) belav bûn. Îslamiyet jî weke dînekî Brahîmî ji heman kokê weke versiyona wî ya sêyemîn derket holê. Lewma xwe weke dînê dawî yê temamker û pêxembertiya wî dide nasîn û îlan dike. Herdu versiyonên din weke ku pêdivî bi wan nemabe destnîşan dike, versiyona sêyemîn jî weke dînê temambûyî û Hz. Muhammed jî weke pêxemberê dawî îlan dike, li ser vî bingehî weke şertê dîn û fermana Ellah beyan dike ku divê Îslamiyet weke dînê heq û Hz. Muhammed jî weke pêxemberê dawî bê qebûlkirin. Di vê rewşê de bivênevê wê bi Cihûtî û Xiristiyantiyê re bikeve nakokiyê û şer bike. Ji yek kokê tên, lê ev nuqta wan a hevpar wê nikarîbûya pêşî lê bigirta ku cudabûnên wan ên bi nakokiyên tebeqeya jor a qewm û qebîleyan re bûn yek (roja me ya îro elîtên kapîtalîst û desthilatdar ên dewleta netewe) veneguherin şer û pevçûnê.
Di vê çarçoveyê de nexasim ji bo civakên Suryanî, Helen û Ermenî yên Îslamiyet li cografya wan zû belav dibû demeke neyênî dest pê dikir. Civakên navbihurî pêşî giraniya xwe ya siyasî ji dest dan. Dewlet û desthilatdariyên palpiştiya wan dikirin hilweşiyan. Hegemonya Îslamîk bi şertê ku serî ranekin ew sax hiştin. Di berdêla vê de jî ew bi baceke giran ‘cizye’yê ve girêdan û vê yekê jî kir ku bikevin pêvajoyekê, bibin qewm û gelên her biçe neçar û xizan bibin. Lê tecrûbeyên wan ên çandî û ekonomîk têrê dikirin ku wan di dema desthilatdariyên Îslamî de dîsa dewlemend bike. Desthilatdarî hewcedarî jêhatîbûna wan çandî û ekonomîk bûn. Heman xusûs bi zêdeyî ji bo Cihûyan jî bi vî rengî bû. Li ser vî bingehî, karîbûn hebûna xwe bigihînin heta serê sedsala 19. ango dema belavbûna hegemonya kapîtalîst a li Rojhilata Navîn.
Ji hêzên hegemonîk ên Ewrûpayê Ingilîstan ji bo xeta ji Misrê heta bi Hindistanê bi awayekî ewle kontrol bike li pey hêmanên bi wê ve girêdayî digeriya. Ji aliyekî ve, ev hêman bi destê siltanên Osmanî (bi polîtîkayên zordestî û şantajê) peyda dikir, ji aliyê din ve jî hewl dida wan bi hêmanên xwecihî bi hêz bike. Ji bo vê polîtîkayê Suryaniyan di serê wan hêmanan de cih digirt û munasib dihatin dîtin. Di kontrola kendav û Iraqê de dikarîbûn bi rola pêşeng rabin. Ji aliyê Bakur jî Çartiya Rûsyayê li ser Ermeniyan heman lîstik dilîst. Xiristiyantî weke faktorên hundir, bi kapîtalîzma pêşwext û xebatên mîsyoneriyê re bi milliyetgiriya bi hêzbûyî Ermenî ber bi felaketê ve birin, Suryanî û Keldanî jî xistin pêvajoya felaketa mezin ango qirkirinê. Mekanîzma di qirkirina Ermeniyan de bi heman awayî di qirkirina Suryanî û Keldaniyan de jî xebitî. Çawa ku li Bakurê Kurdistanê Alayên Hemîdiye di felaketa Ermeniyan de hatin bikaranîn, li Başûrê Kurdistanê jî -li Botan û Behdînanê hê zûtir- di salên 1840’î de begtiyên Kurd li dijî hêzên Suryanî hatin bikaranîn. Tevkujiyên Suryaniyan pêk hatin. Di encamê de hem Tevgera Kurd a bi pêşengiya Bedirxan Beg ku hatibû provokekirin, hem jî Tevgera Millî ya Suryanî a bi pêşengiya patrîk neçar tesfiye bûn. Bi vê provokasyona pêk anîn, burokrasî û siltantiya Osmanî li Kurdistanê, hegemonya Ingilîz jî li Iraqê xurt bû û rehên xwe berdan. Piştî vê tevkujiyê Suryanî careke din bi ser xwe ve nehatin. Li ser rêya dîaspora û jihevbelavbûnê bi lez çûn.
Îslamparêziya Sunnî hê ji dema Emewiyan ve ji bo gelên Xiristiyan rejîmeke talanê bû. Firsend nedida wan ku weke gelekî bi rûmet û xwedî anor bijîn. Ji aliyê çandî û dewlemendî ve li Rojhilata Navîn tesfiyekirina Xiristiyantiyê îşaret bi demeke xeternak a mirov jê bibizde dikir. Jidestdana van çandan jidestdana dewlemendiyeke mezin a zêhniyet û maddî bû, paşveketina hunerê bû. Hêza rastî ya ji pêkhatina van qirkirin û tesfiyeyan berpirsiyar modernîteya kapîtalîst e. Hevkarên wê yên misilman di dereceya duyemîn de xwedî rol in. Yên li ser navê gelên xwe têkoşîna hebûn û azadiyê dimeşînin divê baş zanibin ku bi analîzeke rast a dîrokî û civakî, û bi nêrîneke ji awirê modernîteya demokratîk, dikarin mîrateya çandên bermayî biparêzin û azad bikin.
Di çîroka tesfiyekirina Helenên Anatolyayê de jî xetên bi heman rengî hene. Kolonîbûna Îon a bi salên 1000’î B.Z. dest pê kir, salên 600’î B.Z. di serî de li peravên Egeyê ket herêmên hundir û peravê, û bi vî awayî hîmê şaristaniyeke nû danî. Çanda Rojhilat bi awayekî serketî kiribû malê xwe û bi sentezeke nû derketibû ser dika dîrokê. Di warê zanist, felsefe û huner de mohra xwe li demeke bi heybet dabû. Piştî şaristaniya Sumer bûbû duyemîn qonaxa mezin a şaristaniyê. Berevajî yeqînan, ev şaristanî ji ber Atîna û bajarên din ên li giravê pêk nehat; berevajî, şaristaniya li peravên Egeyê, ji Atînayê heta bi Marsîlyayê peravên Bakurê Deryaspî û Deryareş kiribûn kolonî. Bi fetha Skender, ev şaristanî ji peravên Egeyê heta bi Hindistanê çû. Demeke bi navê Serdema Helen (300 B.Z.-250 P.Z.) vebûbû. Roma û Bîzans li ser vê çandê mezin bûbûn. Heman çandê gelek bandor li Sasaniyan jî kiribû. Bi rêya Suryaniyan tercumeyî çanda Rojhilata Navîn hatibû kirin, lewma di dema derketina holê ya Îslamê û meşa wê ya li ser rêya hikmetê (di felsefeyê de) de ji bo mezinbûna wê bi rola yek ji rehên sereke rabû. Bîzans bi xwe, bi awayekî Împaratoriya Grek a Xiristiyan bû. Tevî ku bi Îslamiyetê re ket pêvajoya paşveçûnê jî heta bi fetha Stenbolê Helenan hêza xwe ya siyasî dewam dikir. Bi fetha Stenbolê re serweriya xwe ya siyasî ji dest dan. Lê mîna Ermeniyan ji pêkanîn û pêşdebirina hêza xwe ya ekonomîk û çandî paşve neman. Di pêkhatina Împaratoriya Osmanî, deryagerî, bazirganî û zenaetkariyê de cihekî girîng girtin. Wan ev rewşa xwe heta bi avabûna dewleta netewe ya Yewnan (1829) dewam kir.
Piştî vê demê dîrok ji bo wan jî êdî bi êş û elem bû. Di serê sedsala 20. de her ku diçû xwîn ji wan dikişiya. Piştî Şerê Balkanan û Şerê Cîhanê yê Yekemîn rewşa wan zehmettir bû. Hevgirtina Cemiyeta Îttîhad û Teraqiyê bi sermayedarên Cihû re tevî wan li dijî hemû gelên Xiristiyan bû. Ji ber ku di şer de alîgiriya Ingilîzan kiribûn berdêla wê giran dan. Di serî de Stenbol, neçar hatin hiştin ku ji gelek bajar û gundan veqetin. Polîtîkayên mîna yên li dijî Ermenî û Suryaniyan hatin meşandin, li dijî wan jî hatin pêkanîn. Piştî Şerê Rizgariya Neteweyî bi rêya mubadeleyê neçar hatin hiştin ku welatê xwe yê sêhezar salî biterikînin. Berjewendiyeke demî û sûkî ya Ingilîzan, kir ku yek ji şaristanî û çanda herî girîng a dîrokê bê tesfiyekirin. Yên mayî jî bi terora Faşîzma Spî ya Tirk hema bêje bi temamî ji Anatolyayê hatin derxistin. Hebûna wan bi kêmanî bi qasî trajediya Ermenî û Suryaniyan bi rewşeke giran bi encam bûbû. Aqûbeta gelên li peravên Deryareş jî bi heman awayî bû, heman trajedî parve kirin. Bi herhalî wan jî ango Pontûsan li vê deverê şaristaniyeke bi hezarê salan bi pêş xistibûn û afirandibûn.
Weke gelekî Xiristiyan li Bakur-Rojhilatê Anatolyayê, Gurciyan li peravên Rojhilatê Deryareş ji mêj ve (ji dema Hîtîtiyan ve têne naskirin) şaristaniyek pêk anîne. Di dema Xiristiyantiyê de şaristaniya wan bêhtir bi pêş ketibû. Ew jî bûn hevparê çarenûseke mîna ya Ermeniyan. Beşekî mezin ji dayikniştimana xwe di belavbûna Îslamiyan de ji dest dan û di devereke piçûk de asê man. Di vê de para polîtîkayên Çartiya Rûsyayê jî heye. Gelê Gurcî yê pirr zor û zehmetî kişandin hê jî xwe ji birînên di derûniya wî de vebûne rizgar nekiriye.
Çawa ku me berê jî behs kiribû, Cihûtiya Anatolyayê ji dema Selçûq Beg (Dewleta Cihû ya Hazara, salên 900’î P.Z.) bi tebeqeya jor a qebîleyên Tirk re hevgirtî bûn. Ev yekîtiya xwe bi awayên cuda li Qafqasya, Qirim, Rojhilatê Ewrûpayê û Anatolyayê jî dewam kirin. Piştî ku ji Spanyayê hatin derxistin Anatolya ji bo wan bûbû stargeheke ewle. Di maliya împaratoriyê de cihekî wan ê girîng hebû ku nedihat tijîkirin û ev xisleta wan di vê yekê de bi roleke girîng rabû. Li dijî gelên Xiristiyan, têkiliyên wan bi burokrasî û siltantiya Osmanî re xurt bûbûn. Di salên 1550-1600’î de li qesra Osmanî bi giranî kontrol kiribûn destê xwe. Di dawiya sedsala 19. de û di çaryeka pêşî ya sedsala 20. de hêza rastî ya veşartî ya Împaratoriyê bûn. Di Meşrûtiyeta Duyemîn, Darbeya 1’ê Çileya 1913’an, Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Şerê Rizgariya Neteweyî de bi rola pêşengiya stratejîk a bi awayekî veşartî ya bi maskeya Tirkparêziyê bi awayekî serketî rabûne. Avaker û mûcîdê rastî yê neteweperestî ango faşîzma spî ya Tirk bûn. Ji ekonomiyê heta bi çandê, ji eskeriyê heta bi polîtîkaya derve di tevahiya pêşketinên sazîbûnê de hem di warê zêhnî de û hem jî di warê avabûnê de pêşengî kirine. Herçiqasî di navbera wan û bûrjûwaziya Misilmanên Tirk ên Anatolyayê de hinek nakokî çêbibin jî ev rola wan hê jî dewam dike. Li gorî tehlîla dawî; Komara Tirk li dijî gelên Xiristiyan bi hevgirtina di navbera sermayeya Cihû û bûrjûwaziya Tirk a burokratîk de hatiye avakirin û heta roja me ya îro vê xisleta xwe dewam dike. Herçiqasî piştî avabûna Îsraîlê sermayeya Cihû xwe hinekî vekişandibe jî ev rastî dewam dike. Eger em ji dema Selçûqiyan ve rola çanda Cihû li ser yekdestdariyên desthilatdarî, ekonomî û îdeolojiyên li Anatolyayê nehesibînin, em ne dikarin tesfiyekirina gelên Xiristiyan, ne jî pêşketina elîtên Tirk ên îdeolojîk, ekonomîk û desthilatdar analîz bikin. Jixwe em heta vê hevgirtinê ji hev dernexin, em qet nikarin tenkîl, tedîb, asîmîlasyon û qirkirina Kurdan a ji salên 1925’an ve li dijî Kurdan li ser kar e, fêhm bikin.
Ev analîzên ez weke pêşnûme bi espriya parêznameyê pêşkêş dikim, bi armanca eşkerekirina rûyê rastî yê dîroka hezar salên dawî yê Anatolyayê ye. Di vê mijarê de ji aliyê serwextbûna li dîrokê kirêtî û serkoriyeke mezin heye. Em heta ji vê kirêtî û serkoriyê nebihurin, em ê nikaribin mîrateya çanda gelan nexasim gelên di rewşa trajîk de rast fêhm bikin û herweha em ê nikaribin rojane rast pêk bînin, bigihînin paşerojê, azad bikin, bi xuşk û biratî bijîn.
https://www.nuceciwan29.com/ku/2019/09/17/nirxandin-canda-rojhilata-navin-u-hegemonya-moderniteya-kapitalist-1/
https://www.nuceciwan29.com/ku/2019/09/18/nirxandin-canda-rojhilata-navin-u-hegemonya-moderniteya-kapitalist-2/
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN