NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku li derdora herêmên Bab û Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete çalakiyên xurt hatine kirin.
Li gorî daxuyaniyê li gundê Tiwês ê herêma Babê di 17’ê Îlonê de li dijî baregeheke leşkerî ya ser bi koma çete Lîwa El-Weqas yekîneyên wan bi çekên ferdî çalakiyek kirin. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 9 çete jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li derdora gundên Çema û Omera yên navçeya Şera ya Efrînê li dijî baregeha leşkerî ya koma çete Sûltan Mûrat çalakiyeke sabotajê hate kirin û di encamê de 3 çete hatin kuştin.
Her wiha hate ragihandin ku di daxuyaniya 14’ê Îlonê de wan diyar kiribûn ku di 12’ê Îlonê de li dijî komên çete yên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma pira duyemîn a li navenda bajarê Efrînê çalakî hatiye kirin û hate gotin, “di encama çalakiyê de du terorîstên qaşo polîsên leşkerî hatin kuştin du jî birîndar bûn.”