MÊRDÎN – Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven û heyeta pê re çûn serdana malbatên girtiyên ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakiya fedayî lidar xistibûn.
Guven û heyeta pê re piştî ku çûn Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê û li Qoserê bi gel re civiya. Malbata Medya Çinar jî li wir bû ya ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çalakî li dar xistibû. Guven got ku “Medya dibe ku temenê wê biçûk bû, lê dilê wê gelekî mezin bû. Wan bedena xwe ji aştiyê re kirin sîper.”
Heyet piştre li Nisêbînê çû serdana malbata Sîraç Yuksek ê ku di 2’ê Nîsanê de li girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê çalakî li dar xistibû. Guven got ku “ Ji bo ku Sîraç û hevalên din nemirin, min canê xwe danî holê lê me nekarî em pêşiya mirina ciwanan bigirin. Lê ciwanan ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin canê xwe feda kirin.”
Heyeta HDP’ê piştre çû serdana rojnameger Metîn Dûran ê ku ji ber nexweşiyên xwe ji girtîgehê hatibû berdan.