RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Li Rojhilata Navîn jihevdûrketina desthilatdarî û civakê û xurtbûna mêtingeriyê li ser gelên Misilman ji wan pirsgirêkên herî bingehîn ên sosyolojîk in ku divê bêne ravekirin. Pirtûkên dîrok û sosyolojiya fermî weke tinebin nêzî van mijaran dibin. Dîroka şaristaniyê bi awayekî bi dûrketin û jihevcihêbûna civak û desthilatdariyê dest pê dike. Desthilatdarî û yekdestdariyên sermayeyê yên pêre çêdibin, çiqasî ji civakê dûr bikevin, ewqasî weke hêzeke cihêwaz nirxên zêde yên civakê desteser dikin. Tevî ku nirxandina Marksîzmê ya li ser nakokiya çînî û mêtinkariya wê di vî warî de xwedî rastiyeke bi sînor be jî zordestî û mêtinkarî li ser xeta têkiliyên di navbera civakê û desthilatdarîsermayeyê de pêk tên. Di çanda Rojhilata Navîn de diyardeyên di vî warî de pêk tên balkêş in. Ji ber ku hegemonya şaristaniya navendî ya ji pênchezar salî zêdetir divê mirov dîroka şerekî rastî yê civak û desthilatdariyê di nava çanda civaka Rojhilata Navîn de bişopîne. Di vê çarçoveyê de mirov dikare dewletê bi xwe weke rewşa çarçovekirî ya bi nakok û bi şer a civak û desthilatdariyê, weke rewşa aştî yan jî agirbesta demî ya bi hin pîvanên bingehîn ve girêdayî û rewakirî bide naskirin. Dewlet weke rewşa agirbesta demî, rewşa dewleta fiîlî ye ku hê normên wê pêk nehatine û rewa nebûye. Dewlet weke rewşa aştiyê jî rastiya dewletê ya normên wê pêk hatine û rewa bûye îfade dike ango civak û desthlatdarî gihiştine hevpeymanekê. Mirov dikare ji hevpeymana di navbera dîn û desthilatdariyê re jî dewlet bibêje. Ya rastî, civakên bi hêzên şaristaniyê yên mezin dibin dikevin nakokiyê û berjewendiyên wan ji hev cihê dibin weke dînên yekxwedayî li ser bingehê dewletê li rêya lihevkirinê digerin. Dema ku bi hêzên şaristaniyê re li hev nekin dîn serî radikin. Lê eger li hev bikin, wê wextê dewleta rewa pêk tê. Dîroka Xiristiyantî û ya Îslamê bi mînakên bi vî rengî tijî ne. Nakokiya beşên heman dînî jî rastiya mezhebbûnê îfade dike. Mezheba bi desthilatdariyê re li hev bike dibe dewlet, beşê pêre li hev neke weke muxalif têkoşîna xwe eşkere yan jî bi dizî dewam dike û bi vî awayî hewl dide rastiya xwe ya civakî bêdesthilatdarî û bêdewlet pêk bîne.
Me di sernavên berê yên mijarê de hewl dabû, serhatî û nakokiyên gelên Xiristiyan bi hêzên împaratoriyê û desthilatdariyên Îslamî re binirxînin. Li Rojhilata Navîn têkiliya civak û desthilatdariyên din ên ji heman dînî, hewcedariyê bi bêhtir ravekirinê didin hiskirin.
a- Îslama Ereb, şaxên wê yên gihiştine Efrîkayê jî di navê de, di navbera hêzên desthilatdarîdewletê û hêzên gel ên civakî de şer û nakokiyên gelekî ciddî tevahiya dîrokê pêk anîne. Hz. Muhammed hê sax bû vî şerî dest pê kir. Dînê Îslamê (bi awayekî bernameya îdeolojîk û siyasî), weke berhemekî têkoşîna di navbera qebîleya Haşimî ya bêhtir xizan a Hz. Muhammed bi xwe jî mensûbê wê ye û şefên qebîleyên din ên ji tebeqeya jor ên bêhtir dewlemend û ji heman etnîseyê de derket holê. Piştî wefata wî nakokî dijwartir bû. Ji ber vê nakokiyê ji çar xelîfeyên pêşî sisê Emer, Osman û Elî hatin kuştin. Muawiye weke nûnerê tebeqeya jor di vê pêvajoyê de karîbû meyla xwe bi dewleteke xanedaniyê ango Dewleta Emewî bi encam bike. Yên mayî weke hêzeke civakî alîgirên Ehlîbeytê ango alîgirên Malbata Hz. Muhammed û hêzên civakî yên radîkal ên bêhtir xizan Xaricî man. Ev dabeşbûna pêşî û ciddî ya civak, çîn û dewletê ye. Bi pêvajoyê re dabeşbûna em behsa wê dikin her ku çû mezin bû û heta roja me ya îro dewam kir.
Îslama desthilatdariyê xwe bi bêhejmar dewletên piçûk û împaratoriyan xurt kir, bi pîvan û rewa kir, ev jî bi navê şerîeta Îslamê û bi rêya mezhebê Sunnî kir, mezhebên Îslamî yên dijberê desthilatdariyê jî hewl dan hebûna xwe weke Xaricî û alîgirên Ehlîbeytê pêk bînin. Xaricî weke beşê herî xizan ê civakê her ku diçe dibin Bedewî. Ev jî tê wê maneyê ku bêhtir dibin kedkarên gundan û hêmanên proleter ên bajaran. Li cem Ereban proleterbûyîn xwe bi Bedewîbûnê berbiçav dike û heta roja me ya îro dewam dike. Bedewiyên feodalîteya serdema navîn, dibin fellah û karkerên kapîtalîzma roja me ya îro û bi vî awayî dîrokeke hevpar in. Alîgirên Ehlîbeytê bi awayekî tebeqeya navîn a Ereban temsîl dikin. Beşê wê yê bêhtir xizan weke komên radîkal ên Şîa û Elewiyan dijbertiya xwe ya dewlet û desthilatdariyê dewam dike û beşê wan ê jor jî di nava pêkhatina gelek dewletan de hebûna xwe dewam dike. Ji Fasê heta Hindistanê, nexasim heta bi Libnan, Sûrî, Iraq û Îrana îro bi awayekî zêde li tevahiya cografya misilman weke hêzeke civakî û desthilatdarî, bi van xisletên xwe hebûna xwe dewam dikin. Îslama desthilatdariyê ya ji rêûresmê jî ji serî ve hewl da bi norma dewletê (şerîet) û rewabûnê (mezhebbûna Sunnî) hebûna xwe heta roja me ya îro dewam bike. Hêzên dewlet û civaka Ereb hem di dîrokê de, hem jî di roja me ya îro de gelek parçe ne, û bi hev re di nava şer de ne. Di bingehê vê de, rastiya kûr û berfireh a jihevdûrketina civak û desthilatdariyê heye. Jixwe perdeya hevpar Îslamiyet jî nikare vê rastiyê binixumîne û bitepisîne.
b- Jihevdûrketina civak û desthilatdariya Îslamî ya li Îranê û jê wêdetir li Afganîstan, Pakîstan û Başûr-Rojhilatê Asyayê bi heman awayî li ser sê xetan pêk hatiye. Ji bo şaş neyê fêhmkirin, ez bi girîngî tînim ziman ku wexta ez xet dibêjim, ez behsa xeteke rast a li ser bûyer diqewimin nakim, ez bi awayekî çerxwarî behsa pêkhatina bûyeran li ser xetekê dikim. Yek ji devera ku Îslam lê bi kok şikil û şêwe girt Îran e. Mirov divê şaxên ji wê çûne jî li vê zêde bike û wisa fêhm bike. Îslama li Îranê şikilgirtî Îslama veguherî ye. Herçiqasî bi xetên giştî weke Şîa were binavkirin jî bêhtir xwedî perspektîf û şîroveyeke berfireh e. Bi xwe Îslama Ehlîbeytê ya çîna navîn e. Bawer dikin ku divê îmametî timî ya Ehlîbeytê be, û dixwazin ev weke heqekî bê fêhmkirin. Di dema fetihkirina Îranê de kirinên zalimane yên bêhtir rêûresma Sunnî û Emewiyan pêk anîn, ev meyla han xurt kir. Heman Emewî timî weke yên li Kerbelayê nûnerê neqane yê Ehlîbeytê Îmam Husên û heftêûdu hevrêyên wî kuştine têne bibîranîn. Ji ber şêwazê wê yê pêşketina împaratoriyê û çanda wê ya dewlemend, li gorî xwezaya Îranê ye ku Îslamê ji rêûresma civak û desthilatdariya Ereb cuda bi şikil û bi gewde bike. Li vir a girîng nêzîkatiya bi nakok û bi şer a beşên jor û jêr ên çîna navîn di warê civak û desthilatdariyê de ye. Beşê jor ji ber finasên desthilatdariyê yên ji împaratoriyê mîrate mayî xwest Îslamê bi lez ber bi dewletbûnê ve bibe û bi vî rengî wê pêk bîne. Beşê jêr jî baş serwext bû ka tevahiya dîrokê çawa ji desthilatdaran timî êş û azar kişandine, lewma hewl da Îslamê bi awayekî civaka sivîl û bi aliyê wê yê dijberê desthilatdariyê pêk bîne. Mirov dikare vê rastiyê di dîroka Îrana Îslamî de timî bişopîne, bibîne. Jixwe li pişt perdeya dîrokî di vî warî de nakokiyeke bi vî rengî ya civak û desthilatdariyê ya ji rêûresma Zerdeştî ji nakokiya Med-Pers heta roja îro her hebû. Di bingehê vê de jî dabeşbûna hiyerarşîk a civaka qebîleyê heye.
Îran bi tenê xwediyê rêûresma etnîk a Pers nîne; li heman cografyayê gelek rêûresmên etnîk hene. Dabeşbûna civakî xisletên etnîk û dînî di zikhev de bi pêş xistine. Em Îranê weke civak û desthilatdariya jor, nikarin bi tenê bi xisletên dînî û etnîk ên têde xwedî giranî ne bidin naskirin. Eger mirov wê weke şêweyekî xweser ê têde xisletên dînî û etnîk di zikhev de bi hev keliyane bide naskirin, mirov ê karibe zêdetir jê hîn bibe. Herçiqasî carcaran herdu alî jî derketibin pêş, mirov tevahiya dîrokê di navbera wan de dabeşbûneke pir radîkal nabîne. Mînak, ne mîna Ereban bûne civakeke qewm a klasîk, ne jî mîna Cihûyan bûne civakeke dînî. Bi awayekî xweber, mîna ku pêdivî dîtiye weke modeleke sêyemîn pêk bê. Hebûna hejmareke zêde ya etnîsîte û baweriyên dînî di vê de bi roleke girîng rabûne. Bandora dused salên dawî ya modernîteya kapîtalîst li ser bingehê vê rastiyê pêşwazî kiriye. Ne xwedî ezmûneke dewleta netewe û milliyetgiriyeke bi cureyê li welatên Ewrûpayê ye, ne jî dewletdariyeke netewe ya mîna li welatên Ereb pêk aniye. Xisletên xwe yên dîrokî parastine, li beramberî herdu modelan ji meşandina modela xwe nehatiye xwarê. Şahtiya Îranê nikarîbû li ser piyan bimîne û di binê vê yekê de ev rastî heye. Lê hebûna xwe bi vî şêwazî li dijî modernîteya kapîtalîst û kapîtalîzma global zêde nikare dewam bike. Yan wê bi kok bibe xwediyê veguherînekê (ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve ev yek gelekî zor e; bixwaze bibe dewleteke netewe ya lîberal ev ê bibe sedema hilweşîna wê); yan jî wê parçe bibe û tebeqeya jêr ê li ser bingehê nirxên demokratîk ên sivîl ên rêûresma Îslamî û nirxên modernîteya demokratîk ên rojane bike milkê xwe, di rizgarbûna ji kaosa Rojhilata Navîn de bibe yek ji hêzên avaker ên pêşî yên modernîteya demokratîk û bi awayekî hêjayî rabihuriya xwe careke din di dîrokê de cihê xwe bigire.
c- Tirk weke gel bi koka xwe ji koma ziman a Ûral-Altay tên. Beriya qederê heft hezar salan pêşî li keviyên Sibîrya Başûr û paşê ji wir jî hinekî din bi aliyê Başûr ve çûne û li wir yek ji komên sereke yên çandî ne ku veguherîne civakên qebîleyan. Çawa ku ji bo her çandê dibe, Proto Tirk jî bi pêşketina şaristaniyê li ser dika dîrokê berbiçav dibin û xuya dikin. Nexasim Çîniyên ji heman komên çandî zû dibin xwedî şaristanî (salên 1500’î B.Z.) û ev yek bandorê li ezbetên Tirkan jî dike û dihêle Tirk zû li ser dika dîrokê xuya bikin. Em dibînin ku di sedsala 3. B.Z. de begtiyên xwecihî ava dikin. Çiqasî dibin desthilatdar ewqasî di nava Çînê de dihelin. Hebûna xwe ya etnîk bi tenê dikarin weke qebîle biparêzin. Kengî nikarin serî bi Çînê re derxin ber bi rojava ve belav dibin. Hişkesalî, zêdebûna şêniyan, zor û zehmetiyên Çola Asya Navîn jî di vê belavbûnê de sedemên girîng in. Di sedsalên beriya mîladê de têkiliyên wan ên bi şaristaniya Îranê re hene. Di ser Hindistanê re têkiliyên bi heman rengî hene. Piştî mîladê di sedsala 3. de koçberî bi Rojava ve zêde dibe. Bi du rêyên sereke diçin bakur û başûrê Derya Hezarê. Di salên 450’î P.Z. de ji aliyê bakur ve xwe disipêrin sînorên Împaratoriya Romaya Rojava û ewqas bi hêz bûne ku dikarin erdên wê dagir bikin. Ji navend Macaristanê dikarin êrîşan bibin hundirê Îtalya û Franseyê. Lê nikarin xwe bikin desthilatdarî û dewleteke sazîbûyî ya mayînde. Di heman wextî de zorê didin sînorên Îranê jî. Herweha di salên 550’î P.Z. de cara pêşî dewleteke bi kok etnîk bi navê Goktirkan pêk tînin. Piştî van Tirkên Uygur (salên 740’î P.Z.) ên dînê Manî bi awayekî fermî qebûl dikin tên. Di sedsalên 8. û 9. de weke eskerên bi peran şer dikin di Împaratoriyên Abbasî û Bîzansî de bi roleke girîng radibin. Bi awayekî girseyî cara pêşî Îslamê di sedsala 10. de qebûl dikin. Qerexanî dibin yekemîn Begtiya Tirk a Misilman.
Di sedsalên 9. û 10. de li bakur û rojhilatê Hezarê dewleteke Tirk a Cihû xuya dike. Ezbetên Tirk ên pêşî daketin nava Îranê û bûn misilman Tirkên Oxiz in, û weke Xanedaniya Selçûqî têne naskirin. Selçûq Beg di nava Dewleta Hezarê ya Cihû de xwedî payeya efseriyê bû û tevî qebîleya xwe cara pêşî li Tirkmenistana îro di navbera çemên Seyhûn û Ceyhûnê de xwe li avakirina begtiyekê radikişîne. Şerên dijwar diqewimin. Weke tebeqeya jor a qebîleyê di warê desthilatdariyê de dibin xwedî ezmûn û tecrûbe. Derdikevin seferên ji bo xenîmetê. Pirr zû bîr dibin ku ji bo serketî bibin û gelek xenîmetî bi dest bixin divê bibin misilman. Jixwe hê di sedsala 9. de li qesrên Abbasiyan komeke wan a eskerên bi peran şer dikin pêk tê. Ji bo xwe bajarê Samarayê ava dikin. Yekîneyên wan ên ji ezbetên Selçûqiyan êrîşan dibin heta nava Bîzansê û xenîmetan kom dikin. Li hemberî xwe Tirkên Xiristiyan dibînin. Di sedsala 11. de tev bi hev re dibin misilman. Selçûq Beg di sala 1008’ê de dimire. Lawên wî yên dikevin şûnê navê wan Mîkaîl, Mûsa, Yûnis û Arslan e. Ev jî nîşan dide ku gelekî ketiye bin bandora Cihûtiyê. Di vê demê de nakokî û jihevdûrketina di navbera beşê jêr ê xizan û beşê jor ê dewlemend ê qebîleyan de zêde dibe. Qebîleyên pêşî ji elîta desthilatdariyê qut dibin ji salên 1018’an pêve bi nava Îranê ve diçin. Li wir, li dijî şefên qebîleyên xwe ji rayedarên dewletê bergiriyê dixwazin. Di dîrokê de cara pêşî gelê Tirkmen (li cem Ereban Bedewî, li cem Kurdan Kurmanc) weke qebîle li ber begên xwe radibin û dixwazin serbixwe bimînin.
Ev jihevdûrketin û cihêbûna cara pêşî bi awayekî ciddî li cem civakên qebîleyên Tirk tê dîtin wê tesîreke mayînde di dîrokê de bike. Ev jihevdûrketina li ser bingehê civak û desthilatdariyê bi xwe re têkoşîneke dijwar tîne. Diyardeya Tirk ji vê demê û pêve (Dîroka Tirk-Îslam) wê weke du milên bi hev re gelekî nakok û di nava şer de dewam bike. Tebeqeya jor a qebîleyan ku xwe li dora amûra desthilatdariyê bi rêxistin kiriye, jiyana bi vî rengî wê bike pirsgirêkeke manûnemanê. Jiyana li ser bingehê desthilatdariyê hê di dema Dewleta Tirk a Cihû ya Hezarê de pêk hatibû û her ku çû xwe bi hêz kir û heta roja me ya îro hat. Ji bo van komên elît jiyaneke bêdewlet û bêdesthilatdarî weke mirinê hatiye hesibandin. Di asteke dînî de dewletbûn hatiye pîrozkirin. Dewlet weke dêûbav hatiye dîtin. Ellah weke cisim û dewlet jî weke siya wî hatiye qebûlkirin. Lewma têgîna Zîllah ango siya xwedê hatiye bikaranîn. Gotinên Xwedê, Ellah ku têgînên semawî û uxrewî ne, herî zêde di diyardeya dewletê de berbiçav bûne. Di vê çarçoveyê de Begên Selçûqiyan hem li hundir, hem jî li derve bûn şervanên yeman ên dewlet û desthilatdariyê. Wer li wan hat ku ji bilî vê bi ti karekî din re mijûl nebûn. Di nava gelek dewlet û xanedananên weke Abbasî, Xeznewî, Samanogullari, Atabegî û Tolunogullari de yan bûn hêza eskerî ya bingehîn an jî bi xwe dewlet ava kirin. Di salên 1055’an de Împaratoriya Selçûqî ava kirin. Piştî Şerê Melazgirê yê di sala 1071’ê de li her devera Anatolyayê begtî ava kirin. Şerên di navbera begtiyan bi xwe de heta bi avabûna Împaratoriya Osmanî dewam kirin. Bi Împaratoriya Osmanî di asta herî jor de bi desthlatdariyê tamijîn. Di tevahiya van desthilatdarî û dewletan de şerîeta Îslamê (normên huqûqê) pîvana wan a bingehîn bû û mezhebê Sunnî yê Îslamê jî ji bo rewabûnê amûrê wan ê bingehîn bû.
Li cem elîta desthilatdar a Tirk, bi giştî dîn, bi taybetî jî dînê Îslamê bi temamî weke amûrekî desthilatdariyê maneya xwe heye. Ji bilî desthilatdariyê dîn kêm mane û nirxê xwe heye. Mirov metafizîka Tirk a desthilatdariyê baş nizanibe, wê nikaribe analîzeke rast a dewlet û civakê bike. Analîzên hatine kirin jî di wan de kêmasiyên mezin û gelek şaşî hene. Elîta Tirk a desthilatdar hê di pêvajoya begtiya pêşî de, heta di hiyerarşiya jor a qebîleyê de fîgur û têgînên Şamanîstî fetîşîze kirine. Alperestiya îro û sembolperestiya bi heman rengî çavkaniya xwe ev e. Fetîşîzma totem a qebîleyê jî gelekî tesîr kiriye. Hespperestiya wan jî bi vê yekê ve têkildar e. Di desthilatdariya begtiyê de hesp, pîrek û sîleh, ev hersê namûs in, nirxên pîroz in, jiyan bi xwe ne. Jiyana desthilatdariyê hesp, pîrek û sîleh bi xwe ye. Di şaneya kok a desthilatdariyê de ev hersê gen hatine danîn û ew kirine xisletên bingehîn ên genetîk. Di navbera Ellahê Îslamê û desthilatdariyê de têkiliya herî xurt hatiye danîn, bi awayek sergirtî xweda û desthilatdarî kirine weke hev, ango herî zêde desthilatdarî û dewlet pîroz kirine. Bêguman di binê vê pîrozkirinê de ajo û xerîzeya destdanîna ser xenîmetê heye. Jixwe armanca fethê ew e, her tiştê heqê xwe bibîne dikare desteser bike.
Di çanda Rojhilata Navîn de elîta Tirk a desthilatdariyê têgînên bi vî rengî yên desthilatdariyê mezin kirine û di vî warî de bûn pêşeng, lê ne ew bi tenê, ji bilî wan jî yê bi vî karî rabûne hene. Ji serdema navîn heta roja me ya îro hêzên ji tevahiya elîtên desthilatdariyê re pêşengî kirine hema bêje di nava hev de heliyane. Ev Tirkîtiya navê wê Tirk e, di serî de Tirkmen, mêtinkarî û zordestî li Tirkê civakî kiriye, rê li ber têgihiştina ‘Etrak-î Bî Îdrak’ (Tirkê cahil ê bêfêhm) vekiriye. Dîsa ev Tirkîtî ye ku herî zêde bi awayekî zalimane û mêtinkarî nêzî Tirkîtiya civakî bûye. Ji lewra Tirkîtiya desthilatdariyê, zordestî, mêtinkarî, mêtingerî û qirkirina li ser ti civak an jî gelî nekiriye li ser Tirkmenan kiriye. Di vî warî de gelek rê û rêbaz hatine ceribandin. Heta bi mirinê eskertiyê li ser wan ferz dike, bi awayekî cuda bacê ji wan distîne, nezan dihêle, li hemberî nerazîbûneke wan a piçûk hewl dide wan qir bike, timûtim wan talan dike, wan nefî û mişext dike, daxwaza wan a demokratîk a herî piçûk ditepisîne, dema mêtinkariya hundir qîma wî neke di statuya kole de wan dişîne diyarên xerîbiyê û kurtûkurmancî pîvana ‘hestî yê min, goşt ji te re’ pêk tîne û heta dawiyê wan bi kar tîne, roja me ya îro keviyên bajaran bi wan tijî kirine, ji bo kara yekdestdaran pirraniya wan a ji nîvî zêdetir bêkar dihêle, dewletdariya netewe mezin dike û çanda civakî tine dihesibîne. Ev hin ji rêbazên wan in ku me rêz kirin. Li ser vî bingehî, Tirkîtiya kategoriya duyemîn an jî Tirkmentî diyardeyeke cuda ya civakî ye.
Tirkmentiyê ango Tirkên Misilman ên li derveyî desthilatdariyê, bi awayekî bingehîn dûrketina xwe ya ji desthilatdariyê hê dema Selçûq Beg sax bû, nîşan dabûn. Êlên pêşî û xizan ên Tirkmenan di sala 1005’an de ji ber zilma beg xwe avêtin bextê Xeznewiyan. Paşê çûn deverên cûrbicûr ên Îranê, nexasim çûn Bakur-Rojavayê wê ango xwe vekişandin Azerbegcana îro û bi vê hewl dan bergiriya xwe bikin. Ji gelek milan ve daketine erdên Iraq û Sûriya îro û hewl dane li van deveran bihewin. Di van sedsalên pêşî de timî ji nava wan êl û eşîr veqetiyane. Di ser rêya Bakurê Hezarê re jî koçberiyên bi heman rengî pêk hatine. Siltan û begên Selçûqiyan ji bo ji zexta Tirkmenan rizgar bibin, ew timî mişextî Qefqasya, Erebistan, Kurdistan û Anatolyayê kirine. Rêzeçiyayên Deryareş, Deryaspî û deştên Anatolya Navîn bi Tirkmenan tijî bûn. Şert û mercên dijwar ên jiyanê, zordestî û mêtinkariyê timî Tirkmen ber bi isyanê ve dahf dane. Siltan Sincar di qefesekê de bi xwe re birine, bûne Elewî û bi vî awayî ji desthilatdariya Sunnî qut bûne, gelek terîqet ava kirine û bi vî awayî civaka sivîl xurt kirine û di vê rê de serî rakirine. (Ji Ehmed Yesevî heta bi Mewlana, Ji Baba Îshaq heta bi Şêx Bedreddîn, ji Pîr Siltan Ebdal heta bi Şah Îsmaîl, ji serîrakirina Celaliyan heta bi serîrakirina esnafan) Mirov van mînakan hemûyan dikare di vê mijarê de numûne nîşan bide. Çanda xwe ya berxwedanê di vegotinên Pîr Siltan Ebdal, Qereceoglan, Koroglî û Dadaloglî de bi şêweyekî destanwarî nîşan dane. Li dijî zimanê sosret ê desthilatdariyê ji têkelkirina Farisî û Erebî çêkiribû, Tirkmenan zimanê xwerû yê Tirkî hilgirtin û xwedî lê derketin. Bi dostî nêzî gelên Rojhilata Navîn bûn û bi dilê xwe di nava wan de man û ji vê fikar nekirin.
Weke çanda civakî, divê mirov hem ji aliyê maddî hem jî ji aliyê manewî ve bi awayekî berfireh li Tirkmentiyê bikole. Avakirina dîroka civakî ya wan bi xwe hewce ye. Di dema modernîteya kapîtalîst de bêhtir bi şert û mercên zehmet dor li hebûna Tirkmenan hat girtin. Derfet û îmkanên civaka koçêrî û jiyana niştecihî kêm bûn. Mîna eskerên azib ên li qadên herî bi tehlûke têne wezîfedarkirin, lê mîna ev jî ne bes be, bi bêkarî, koçberbûna derve û bi jiyana fena kulmozan li keviyên bajaran di şert û mercên dijwar ên roja me ya îro de hewl didin hebûna xwe dewam bikin. Tirkmentiya dîrokî ya bi qasî neteweyekî maneyeke xwe heye, di nava çerxên zordestî û mêtinkariya dewleta netewe û yekdestdariyên kapîtalîst de, di nava lep û pencên partiyên dîndar û faşîst ên dewletê de bi qedînê re rûbirû ye. Yek ji sedemên girîng ê vê yekê ew e, nikarîbûye tevgera xwe ya demokratîk pêk bîne. Tevgerên dîndar û faşîst ên hedefa wan desthilatdarî û dewlet vê valatiyê tijî dikin, xisletên erênî yên Tirkmentiyê berevajî dikin û bi vî awayî xiyaneta herî mezin pêre dikin û herweha derba kuştinê li çanda dîrokî-civakî ya Tirkmen didin a ku nirxekî mezin îfade dike. Bi giştî li Asya Navîn û Qefqasyayê, bi taybetî li Anatolyayê Tirkê Tirkmen ê dîrokî civakî ji Tirkîtiya di nava çerxên desthilatdarî û dewletê de weke milliyetgir, dîndar, desthilatparêz û cinsiyetparêz çêbûye, pêkhatin û diyardeyeke pirr cuda ye. Ya ji vê jî girîngtir ew e, divê mirov Tirkmenan ji wan pêkhatinên di mişara modernîteya kapîtalîst de ji aliyê hêmanên ne Tirk ve weke dewletparêzên netewe, komploger-faşîst ên bi rengên spî-reşkesk ve li hev hatine çêkirin cihê bike, li ser bingehê neteweya demokratîk, welatê demokratîk û komara demokratîk veguherîne hêmanên modernîteya demokratîk. Ji bo vê jî divê mirov rêxistiniya siyaseta demokratîk, civakparêziya sivîl û xweseriyê bike bingeh, vê bi çanda Tirk-Tirkmen a rêûresmê re sentez bike û bi vî awayî çandeke hemdem bi pêş bixe. Pirsgirêka bingehîn a Tevgera Demokratîk a Tirkiyê ew e, pêwîst e ku vê çandê ji tevahiya aliyên wê yên civakî û dîrokî rast bide naskirin, lêbikole û xwedî lê derkeve, ji bo vê jî divê wê perwerde û bi rêxistin bike, bixe nava çalakiyê û bi vî awayî bi sîstema modernîteya demokratîk re bike yek.
Li Anatolya û Mezopotamyayê ji bilî Tirkmenan rastiya çand û gelên din ên bi çanda Îslamî radibûn heye. Hindikayiya Ereb a li Başûrê Torosan ji dema fetha Îslamî maye. Ji ber ku ji îmtiyaza desthilatdariyê mehrûm bûye, her ku çûye bûye çandeke xizan. Tebeqeya wê ya jor di nava elîta Tirk de heliyaye. Çanda beşê Ereb ê xizan jî bi bandora asîmîlasyonê paşvemaye û her diçe nayê bikaranîn. Tevî ku di nava Kurdan de ne, hebûna xwe parastine. Di şert û mercên kapîtalîzmê de her ku diçe zehmet dibe hebûna xwe dewam bikin.
Komên Arnawit û Boşnak ên bi koka xwe Balkanî ne, çandeke girêdayî desthilatdariyê temsîl dikin. Zêde jê dûr neketine. Di nava burokrasiyê de hewl didin hebûna xwe dewam bikin. Gelekî bi îdeolojiya fermî ve girêdayî ne. Ji bo berjewendiyên xwe gelekî xwedî li milliyetgiriya Tirk derdikevin. Beşên xizan ên ku ji aliyê hejmarê ve kêmtir in, bûne proleter û em dibînin di nava tevgerên kedê de cih digirin. Li gorî îdeolojiya desthilatdariya fermî, di mijara girêdana etnîk de zêde li ser a xwe namînin.
Yên bi koka xwe Qefqasî komên hê bêhtir xwedî giranî pêk tînin. Ji çanda wan e ku bi desthilatdariyê re di nava têkiliyên nêz de bin û di nava elîta desthilatdariyê de cih bigirin. Tevî ku bêriya dayikniştimana xwe dikin jî heta dema nêz jî veger xeyalek bû. Piştî jihevdeketina Yekîtiya Sovyetê careke din bi dayikniştimana xwe re têkilî danîn. Yên bi koka xwe Balkanî jî ketin nava rewşeke bi heman rengî. Li cem hêzê cihgirtin rêûresmeke tebeqeya jor a van beşan e. Em dibînin ku di asta pêşengtiyê de di nava tevgerên şoreşger de cih girtine û bi heman awayî di nava tevgerên rastgir de jî xuya dikin.
Ji bo erdên Anatolya û Mezopotamyayê gotina ‘mozaîka çandan’ tê bikaranîn. Herçiqasî ev têgîn di cih de be jî mixabin mîna rûyê mozaîkên ji bin erdê têne derxistin têra xwe peritî ye. Ji ber projeya afirandina civaka homojen a dewleta netewe, ev mozaîka çandê mîna xîçikê hûr kirine û hebûna wê xistine ber çerxa qirkirinê. Herçiqasî hebûnên çandî hindikayî bin jî mîrateyên dîrokî ne ku ji sedî sed divê bêne parastin. Xisleta qirkirinê ya dewleta netewe herî zêde xwe bi polîtîkayên li dijî van çandan nîşan dide. Li her devera dinyayê modernîteya kapîtalîst tevkujiyan pêk tîne û ev polîtîkayên qirkirinê li dijî van çandên hindikayî parçek ji wan e. Ji bilî polîtîkayên zorê yên li dijî wan, ji aliyê ekonomîk ve jî wan bêqîmet dikin û wer li wan dikin ku bêhnê li wan diçikînin. Mîna ku vê pîvanê li ser wan ferz dikin: Eger tu di çanda xwe de li ser a xwe bimînî, di vê de serhişkiyê bikî û xwe teslîmî çanda pirraniyê ya fermî nekî, tu yê bêkar û birçî bimînî! Heta ku tu tevlî çanda fermî ya dewleta netewe nebî, dev ji çanda xwe bernedî û vê tevlîbûnê bi teslîmbûnê pêk neyînî di nava civakê de nikarî pêşde biçî û nikarî cih bigirî, ji ber ku bi hezar û yek kelemên li pêşiya te hatine danîn tu yê nikaribî gavê biavêjî. Bi vî awayî bivênevê endametiya fermî ya civaka homojen ferz dibe.
Ezmûna faşîzmê ya di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de li Ewrûpayê pêk hat, modernîte neçar kir ku projeya xwe ya homojenkirina civakê di ber çavan re derbas bike. Bi projeya Yekîtiya Ewrûpayê weke alternatîf li pirrçandîbûnê vegeriyaye. Tevî ku postmodernîte bi xwe pirrçandîbûnê weke nirxê bingehîn parve dike, ji alternatîfbûna modernîteya kapîtalîst dûr e. Tevahiya çandên li derveyî nasnameya çandî ya fermî ne, li gorî tehlîla dawî wê bêne marjînalkirin û bi vî awayî bi wê rastiyê re rûbirû ne ku yan bi xwe yan neyekser bi rêbazên zordestî û mêtinkariya kapîtalîst an jî bi polîtîkayên fermî yên afirandina civaka homojen a dewleta netewe bên tesfiyekirin û bi qirkirinê werin tinekirin. Mirov çawa dikare bi awayekî herî rast li ber vê bisekine; bêguman divê mirov hebûna xwe ya çandî biparêze û ji bo wê azad bike divê têgihiştineke nasnameyê ya serê wê vekirî qebûl bike û vê yekê bi çandên din re sentez bike û li qonaxeke jortir projeyên hevpar ên jiyanê çêke. Neteweya demokratîk, welatîbûna destûra bingehîn, komara demokratîk, têgihiştina welatekî pirrçand û pirrparêz çendek ji van projeyên sereke yên bi vî rengî ne. Rêbazên weke siyaseta demokratîk, rêxistiniya civaka sivîl û xweseriya demokratîk ji bo pêkanîna van projeyan amûrên bingehîn in. Hem ji bo parastin û azadkirina çandên ji rêûresmê, hem jî ji bo bi awayekî sentez bi çandên hemdem re bijîn, çareseriya modernîteya demokratîk hewcedariyeke bivênevê ye.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN