“Hikûmeta AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 17 salan de nirx, pîvan û rûmetên ku bin pê nekiribin û ji desthilatdariya xwe re nekiribin qurbanî tune ne.
Bi îdiaya demokratîk kirina pergalê û bi dawî kirina zilma dewletê hatin ser kar lê pergala dîktatoriya yek kesî ava kirin û di bikaranîna zilma dewletê de tu pîvan nasnekirin.
Her tim digotin “em temsîlkarên vîna gel in, hewceye hemû kes ji vîna gel re rêzdar bin” qaşo bi îdiaya xurtkirin û esas girtina vîna gel hatibûn ser kar, vîna gel bin pê dikin û bi destê qeyûman xesp dikin.
Bi îdaya bi cih anîna pêkanîna krîterên Kopenhangê dest bi kar kirin ku qaşo dê Tirkiye têxistina nava Yekitiya Ewropayê. Ne krîter, ne exlaq û ne jî pîvan hiştin li holê. Niha yekane krîtera di navbera Tirkiyê û Ewropayê de gefxwarin û şantaje.
Bi îdaya bi hemû cîranan re xurtkirina têkiliya aştiyane û sifir pirsgirêk dest bi kar kirin niha bi hemû cîranên xwe re di nava şer de ne. Êrîş dibin ser cîranê xwe û erdnîgariyên wan dagir dikin.
Navê partiya wan edalet û pêşketina aborî bû bû. Li holê ne edalet û ne jî aborî ma ye. Tirkiye bûye dewleteke bêmakeqanûn. Civakên Tirkiyê di nava qeyrana aboriyê de difetisin lê ew Qesra xwe de di nava bêsexbêriyeke mezin de di zevk û sefayê de ne.
Bi îdiaya dawî lê anîna nelirêtiyan, bertîl û talangeriyê hatin ser kar, lê di serdema saltanata wan de bertîl, nelirêtî û talan rewa bûne. Kar û xebatên wan hemû bi bertîl, nelirêtî û talangeriyê bi rêde diçin. Kirayrên qeyûm û wezîran li ber çavane. Qeyûm şaredariyan talan dikin, wezîr û kizîr jî ji xwe re bertîlan diecibînin.
Gotin referansa me ola îslamî ye. Biratî û wekhevî ji bo me esas e. Bi îdiaya pêk anîna aştî, aramî û wekeheviyê hatin ser kar. Lê camî, goristan û malên cem bi balafirên şer bombedûman kirin. Cenazeyên mirovan bi erdê ve kaş kirin. Di jêrzemînan de bi sedan mirov zindî şewitandin. Xwestin û bilêvkirina peyvên aştî, aramî û wekheviyê qedexe kirin. Kî qala aştî, aramî û wekheviyê bike davêjin zîndanê. Domdariya desthilatdariya xwe di şer de, di kûrbûna nakokiyên nav civakê de, di tune bûna aramî û wekeheviya civakan de dibînin.
Gotin pirsgirêka kurd pirsgirêka me ye. Bi îdiaya çareserkirina pirsigrêka kurd hatin ser kar. Ji 2015’an vir ve ye li dijî kurdan şereke topyekûn dane destpêkirin. Di dîroka komara Tirkiyê de şerê herî dijwar û herî bêpîvan li dijî kurdan ew dimeşînin. Çareserkirina pirsgirêka kurd di tunekirina civaka kurd de dibînin.
Gotin dayik ji bo me pîroz in, em naxwazin yek rondikek ji çavê dayikekî were xwarê. Lê dayik li ber çavê zarok, zarok jî li ber çavê dayikan qetil kirin. Bi heft rojan cenazeyên dayikan li ber çavên zarokên wan li erdê hiştin. Bi şerê xwe yê bê pîvan û bê exlaq bi hezaran dilên dayikan bi xwînî kirin û dikin.
Dayikên ku ji bo rawestina şer xwe kirin mertal, dayikên ku li hestiyên zarokên xwe digeriyan, dayikên ku li kujerên zarokên xwe digeriyan, dayikên laçikspî yên ku wekî kevokên aştiyê derî bi derî li aştiyê digeriyan, dayikên Şemiyê, dayikên Soma yê, dayikên Pirsûsê, dayikên Çorlû hemû bi pêkutiyên wan re, bi hekaretên wan re, bi hovîtiyên wanên bê pîvan û bêexlaq re rû bi rû man. Ji bo astengkirin û bêdengkirina dayikan cih û war li wan hatin qedexekirin, bi erdê ve hatin kaşkirin, bi ava şid re rûbirû hatin hiştin, ser û çavên wan di xwînê de hatin sorkirin.
Li gel wan kiryarên xwe yên hovaneyên li dijî dayikan niha jî hewl didin hestên dayiktiyê yên herî pîroz, yên herî xwezayî, yên herî pak û zelal ji desthilatdariya xwe ya kirêt re, ji şerê xwe yê kirêt re bikin qurbanî.
Malbatên ku zarokên wan beriya sala 2015’an tevilê nava refê gerîla bûnê û malbatên polîs û leşkerên ku 4-5 salin zarokên wan di destê gerîla de ne xistine defikê û ew kirine amûrê şerê xwe yê taybet û berê wan dane HDP’ê. Siyasetmedarên ku di bin lutfa Erdogan de siyasetê dikin, hunermendên ku di şûna wijdana civakê de bêwijdaniya Erdogan temsîl dikin, oldarên ku ji heqîqeta ol dûr ketine û îtaeta Erdogan dikin bi fermana Erdogan berê xwe dane HDP’ê.
Gelo ew dayik li wezîr û kizîrên AKP’ê vegerin û ji wan bipirsin “Ji bo zarokên me bi selametî û bi aramî vegerin malên xwe we heta niha çikiriye û hûn çidikin, gelo xeynî kuştinê hûn tiştek din difikirin ya na” dê bersiva wan çibe?
Dayik li wan hunermend û oldaran vegerin û bipirsin “dema ku zarokên me di jêrzemînan de hatin şewtitandin, 12 salî bi 13 guleyan hatin kuştin,li Amedê, li pirsûsê, li Enqerê di bin çavdêriya rayedarên AKP’ê de di qadan de hatin qetilkirin, cenazeya dayika Taybet 7 roj li kolanan hat hiştin, camî, goristan û malên cem hatin bombedûmankirin hûn li kuderê bûn” gelo dê bersiva wan çibe? Gelo hewceye oldar li gorî fermana xweda tevbigerin an li gorî fermana Erdogan?
Rayedarên hikûmeta AKP’ê jî di nav de hemû kes dizanin ku di vê şerê heyî de, di çûna ciwanên nava refê gerîla de û ji hêla gerîla ve dîlgirtina leşker û polîsan de bi qasê serê derziyê guneheke HDP’ê tune ye. Yekane partiya ku berjewendiya hemû civakan esas digre û jî bo pêkhatina azadî, aştî, aramî û wekheviyê têdikoşe HDP ye. Heke HDP di siyaseta xwe de biserbiketa dê şer bi dawî bibûya û agirê dilê hemû dayikan bitefiya. Sedema hedef girtina HDP’ê jî ev bixwe ye.
Hemû cîhan dizane ya ku dî şer de israr dike AKP bixwe ye. Di hebûna şer de, di çûna civanên nava refê gerîla de û di dîl ketina leşker û polîsan de berpirsiyar hikûmeta AKP’ê bi xwe ye. Hikûmeta AKP’ê hewl dide wekî her carî bi tektîkên şerê taybet vê heqîqetê jî berevajî bike.
Hewl dide bi berevajîkirina heqîqetê tola têkçûna xwe ya 31’ê adarê ji civaka kurd bistînin, hewl didin sûcên xwe yên şer, bi xespkariya xwe ya şaredariyan, têkçûn û parçebûna nav xweyî ya AKP’ê , qeyrana aboriya ya ku li civakê nefes cikandiye, têkçûna xwe ya li Rojava û Başûr hemûyan binixumînin.
Lê êdî tu tiştek nekare sûcên wanên giran û têkçûna wanên mezîn binuxumîne. Hewldanên wan hemû yek bi yek ji vîna kurdê azad û berxwedêr vedigerin. Her hewldaneke wan a şerê taybet dê temenê saltanata wana der hiqûqî û bêpîvan kintir bike. Bê guman dê derbeya herî mezin jî ji hestên dayikê yên pîroz bixwin.
Wisa xwiya dike her ku nêzikê tekçûnê bibin dê ewqasî bêpîvaniya wan, hovitiya wan zêde bibe. Lê êdî çibikin jî bêfeydeye. Carek geştiya AKP’ê ber bi kûrahiya behrê ve dest bi noqbûnê kiriye, êdî veger nepêkane.
Belê dayik bê hemdê xwe û binezanî bûne amûrê şerê taybet û ji tasfiyekirna HDP’ê re xizmetê dikin. Lê tasfiyekirina HDP’ê ji hest û daxwazên dayikan re xizmetê nake, ji vegera zarokên wan re xizmetê nake, ji aştî û aramî û wekheviyê re xizmetê nake, ji azadî û demokrasiyê re xizmetê nake, ji pêşeroja civakên Tirkiyê re xizmetê nake. Tenê û tenê ji domdariya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst û şerxwaz re xizmetê dike. Domdariya desthilatdariya wan tê wateya hêj zêde kuştin û qetlîaman, hêj zêde zext û zordariyan, hêj zêde bêhiqûq û bêpîvaniyan, hêj zêde trajediyên dilsoj ên civakan. Bê guman ev jî tê wateya hêj zêde şewata dilên dayikan.
Ev heqîqeteke bê şîrove ye. Heqîqet jî her tim hêzdar e. Dê hêza desthilatdariya faşîst têrî neke ku vê heqîqetê bervajî bike û ji dayikan veşêre. Ji hêla dayikan ve fêmkirina vê heqîqetê wê were wateya mirina desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst. Tirsa wan a mezin jî eve.”
ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Mihemed ŞAHÎN