BEHDÎNAN – HPG’ê got: “Artêşa TC’ê a dagirker li herêma Heftenîn a Herêmên Parastina Medyayê dest bi operasyonekê kiribû. Di encama êrîşa hewayî ya saetên şevê li devera Partîzan a artêşa TC’ê ya 25’ê Tebaxê pêk hat de 4 hevrêyên me şehîd bûbûn.”
Nasnameya Gerîlayên şehîd bûne wiha ne me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Agît Çiya Nav û Paşnav: Ahmet Xelat Cihê Jidayikbûnê: Zaxo Navê Dayikê- Bav: Safia – Xelat Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftenîn/ 25’ê Tebaxa 2019 |
Nasnav: Amara Viyan Nav û Paşnav: Rojda Sever Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayikê- Bav: Hanim – Îsmaîl Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftenîn/ 25’ê Tebaxa 2019 |
Nasnav: Kendal Suruç Nav û Paşnav: Mehmet Kaya Cihê Jidayikbûnê: Riha Navê Dayikê- Bav: Naîme – Alî Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftenîn/ 25’ê Tebaxa 2019 |
Nasnav: Zagros Rojhilat Nav û Paşnav: Bûrhan Alînecat Cihê Jidayikbûnê: Xoy Navê Dayikê- Bav: Cemîle – Mehmet Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Heftenîn/ 25’ê Tebaxa 2019 |
HPG’ê li ser gerîlayên şehîd bûne jî ev agahî parve kir:
“Hevrêyên me Agîd, Amara, Kendal û Zagros ên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê li dijî şer û înkara dewleta TC’ê ya dagirker a li ser Kurdistanê serî hildayîn li cih û demên cuda de tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê bûne. Hevrêyên me yên ji roja yekem a tevlî Tevgera Azadiyê bûne û vir ve di nava têkoşîneke bê eman de cihê xwe girtine, li dijî van êrîşên faşîst her demê di nava berxwedanekî mezin de bûne. Hevrêyên me yên xwe li gorî ruhê nû yê demê amade kiribûn, her yek di asta gerîlayeke pispor de bi pêş ve çûne. Li dijî tevgera dagirkeriyê ya mêtîngeriya faşîst a li herêma Haftenînê daye destpêkirin, berxwedanekî mezin nîşandaye, bedenên xwe kirine mertal, bi sirûda ‘Em rê nadin faşîzmê’ bi lehengî şer kirin. Hevrêyên me Agîd, Amara, Kendal û Zagoros ên bi hemû aliyên xwe ji bo me bûn mînak, carekî din rastiya milîtanî ya fedayî ya PKK’ê nîşan da.
Di serî de sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe û hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em ê mîrastê têkoşînê yên şehîdên me ji bo me hiştîn bi serketinê tacîdar bikin.”