SILÊMANÎ – Operasyonên dagirkeriyê yên dewleta tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê li herêmên wek Xakurkê û Metina didomin. Di milê din jî bi hevkariya PDK’ê dewleta tirk a dagirker ev 65 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargaha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê dide domandin. Nerazîbûnên li dijî operasyonên dagirkerî û dorpêçê jî zêde dibin. Li dijî vê dorpêç û ambergoyê berxwedana dayikên aşîtiyê jî 20 roj li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê dewam dike.
Ciwanên Silêmanî li ser êrîşên dagirker yên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê û ambargoya li ser Wargaha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî ji ajansa me re axivîn û nerazîbûnên xwe anîn ser ziman.
LI BERAMBERÎ DAGIRKERÎ Û QIRKIRINA ÇANDÎ HIKUMETA HERÊMÊ BÊDENG E
Kerzan Kadir nerazîbûnê xwe li dijî dorpêça li ser Mexmûrê û êrîşên dagirker bi van gotinan anî ser ziman: “Wekî ku tê zanin niha dagirkeriyeke li ser hemû Başûrê Kurdistanê heye, di vê pêvajoyê de hikumeta Irakê û hikumeta herêmê li dijî van êrîşan bêdeng in. Ev kesên ku xwe wek berpirsyarên Başûrê Kurdistanê didin nîşandan li dijî êrîşên dagirkeriyê bêdeng bune. Gelê me ên li Başûrê Kurdistanê bi dagirkeriyê re heman demê qirkirinek candî jî jiyan dikin. Li beramberî vê rastiyê jî hiukmeta herêmê bêdengiya xwe diparêz. Ev bêdengî em bi tundî şermezar dikin. Di milê din jî li ser Gelê me ê Mexmûrê ambargoyek tê meşandin. Li Mexmûrê zarok û jin hene, pêwîstiyên wan bi dixtor û dermanan heye. Ciwanên ku debara malbatên xwe dikin, ji ber vê ambargoyê astengiyan jiyan dikin û nikarin pêwîstiyên malbatên xwe bicih binin. Gelê me ê Mexmûrê ew kesin ku ji bo Azadiyê koçber bûne û hin jî Têkoşîn dikin. Em vê dorpêça li ser Mexmûrê bi tundî şermezar dikin.”
AMBARGO Û DORPÊÇA LI SER MEXMÛRÊ BI HENCTÊN VALA TÊ MEŞANDIN
Şalwa Şivan jî êrîşên dagirker û dorpêça li ser Mexmûrê şermezar kir û bang li ciwanan kir ku li dijî wan kiryaran bêdeng nemînin. Di berdewamiya axaftina xwe de Şivan bal kişand ser vê rastiyê: “Hemû kes dizanin ku Partiyek desthilatdar li Başûrê Kurdistan ev zêdetire 65 rojin li ser kampa Şehîd Rûstem Cûdî ambargoyek bêbext dimeşine. Tê zanîn ku li kampê tene kesên sivil jiyan dikin. Bi henceta ku hêzek Çekdarî li kampê heye ambargo û dorpêçek hatiye danin. Ji ber vê ambargoyê niha kesên sivil dibin qurbanî. Eger em li hemberî ve yekê bêdeng bimînin wê dewleta tirk a dagirker hemû Başûrê Kurdistanê bixe bin dorpêça xwe û dagir bike. Pêwîst ciwan di vî mijarê de rola pêşeng bigre ser xwe û li dijî wan kiryaran rabin ser piyan.”
NC/Bahoz Cûdî