“Hat diyarkirin ku hikûmeta Bexda sê bijartekên hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê bûtçeya herêma Kurdistanê de pêşkêşî wan kirî, red kiriye û li şûna hersê bijartekan tenê rêyek daye ber hikûmeta herêmê. Hat zanîn ku hikûmeta Bexda li şûna hersê bijartekên hikûmeta Hewlêr, wê tenê ji sedî 12.6 bûtçeyê ji bo herêma Kurdistanê bi şîne.
Bijartekên hikûmeta herêmê çi bûn?
Demekî dirêje ku di navbera herdû hikûmetên Bexda û Hewlêr de goftuguyên li ser bûtçeya salane ya herêma Kurdistanê û muçeyê fermanberan tên meşandin lê heya niha jî tû encam ne hatine bi dest xistin.
Hikûmeta herêma Kurdistanê di civîna xwe ya herî dawî de di derbarê mijarê de sê bijartek pêşkêşî hikûmeta Bexda kirin. Lê li gorî agahiyan hikûmeta Bexda hersê bijartekên herêma kurdistanê red kiriye. Bijartekên hikûmeta Herêmê wihane;
-Eger herêma Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl radestî Bexda bike û li beramber ji sedî 17 bûtçeyê ji İraqê wergire.
– Eger hikûmeta herêmê hemû nefta Kurdistanê radestî Bexda bike û li beramber, di nava 3 salan de hikûmeta İraqê hemû qerzên (24 milyar dolar) hikûmeta herêmê razî bike û salane ji sedî 17 bûtçeya herêmê bi şîne.
– Eger Herêma Kurdistanê weke sala 2019’an tû berheman radest neke û Bexda tenê beşek ji muçeyê fermanberan ji bo herêma Kurdistanê bi şîne.
Li gorî agahiyan hûmeta Bexda hersê bijartekên hikûmeta herêmê red kirine û tenê yek bijartek xistiye pêşiya herêma kurdistanê ew jî; divê Herêma Kurdistanê 250 hezar bermil neft radest bike û li beramberî wê Bexda tenê ji sedî 12.6 bûtçeyê bi şîne.
Bexda pêşniyara hevdîtinê qebûl nekir
Li gor agahiyên ji çavkaniyek agahdar hatîn wergirtin, Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo goftûgo kirina bûtçeya herêma Kurdistanê, mûçeyê fermanberan, navçeyên Kurdistanî yên bi nakok û mijara hêzên pêşmerge daxwaza hevdîtinan ji Bexda kiriye lê aliyên hikûmeta Bexda (Ereb) pêşniyara hikûmeta herêmê ji bo nîqaşkirina pirsgirêkên di navbera wan de, qebûl nekiriye.
Hat diyarkirin ku Nûnerê hikûmeta Herêma Kûrdistanê li Bexda Faris Silêvaneyî, bi awayekî fermî daxwaznameya hevdîtinê pêşkêşî lijneya darayî û lijneya neft û gazê ya parlemena İraqê kiriye ku bi Serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî re hevdîtinan pêk bînin. Lê belê hat zanîn ku piraniya endamên lijneyan ev hevdîtin red kirine.
Her wiha li gorî çavkaniyê ji bo veşartina nakokiyên di navbera herdû aliyan de şandeyek ji wezîrên Kurd yên li parlemena İraqê kû têde Serokkomarê İraqê Berhem Salih, Wezîrê Darayî ê İraqê Fûat Husên û Nûnerê hikûmeta Herêma Kûrdistanê li Bexda Faris Silêvaneyî cih digirin, hatin Hewlêr û bi Mesrûr Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî re civiyan.
Hat diyarkirin ku Berhem Salih di civîna bi Mesrûr Barzanî re gotiye; “hikûmeta Bexda hemû bijartekên we red kirine ji ber wê amade nebûn bersivek erênî bidin daxwaza we ya hevdîtinan û li gel we goftûgo bikin. Ji bo danûstandin di navbera aliyan de qût nebin, hinek bijartekên nû pêşkêş bikin.’’
‘Pêngavên me li hember Hewlêr tenê bi cih kirina qanûnê ye’
Serokwezîrê İraqê Adil Ebdûlmehdî di derbarê bûtçeya herêma Kurdistanê de axivî û ragihand, ew pêngavên ku em li beramber herêma Kurdistanê davêjin, tenê bi cih kirina qanûnê ye.
Abdûlmehdî da zanîn kû İraq xwedî qanûn û destûre divê hemû bendên destûrnameyê weke kû hatiye bi cih kirin were pêk anîn û got; ’’Nabe ku di destûrnameyê de hinek madde werin bi cih kirin û hinek werin paşgûhxistin. Li gorî qanûnê ger dahata nefta herêmê neyê radest kirin wê bûtçeya herêmê jî were qût kirin, ji ber ku ew jî beşeke ji qanûnê.”
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê