MINBIC – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbic û gundewarên wê di çarçoveya pêngavên paqijkirinê herêmê ji şaneyên veşartî yên çeteyan de mezintirîn şaneya veşartî ya DAIŞ girt.
Şane ji 18 kesan pêk tê, di nav de 7 jin hene.
Şane ji aliyê çete Ebû Mustefa ve dihat birêveberin li Minbic û gundewarên wê gelek êrîş û sûc pêk anîne.
Di rojên pêş de dê mikurhatinên endamên şaneyê werin weşandin.