QAMIŞLO – Duh li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo komxebata xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin. Zêdetirî 100 xwendekar beşdarî komxebatê bûne. Armanca komxebatê nîqaşkirina 7 beşên sereke der barê mekanîzmaya rewşa xwendekaran, rola wan di nava civakê de her wiha mekanîzmaya birêxistinkirina xwendekaran.
Di roja yekemîn a komxebatê de du beş hatin nîqaşkirin. Her du beşên hatin nîqaşkirin der barê rola xwendekaran di nava civakê de, hêviyên civakê ji xwendekaran, heta kîjan astê nûnertiya rastiya civakê dikin, erka wan a sereke di pêşengiya civakê de û pirsgirêk û zehmetiyên rastî ciwanên tên û li pêşiya birêxistinkirina wan dibin asteng. Di dawiya roja yekemîn a komxebatê de girîngî dane naskirina rola sereke ya xwendekaran di nava civakê de û dûrxistina wan ji zîhniyeta kapîtalîzmê û bermahiyên wê.
Tê payîn ku îro xwendekar di komxebatê de 5 beşan nîqaş bikin; girîngiya birêxistinkirina xwendekaran, şêwazên tevlêbûna ji xebatên ku nûnertiya wan dikin, beriya şoreşa Rojava rewşa xwendekaran çawa bû, rola xwendekaran di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, çawa xwendekaran tev li xebatên gelêrî û şoreşgerî bikin, heta kîjan astê tevgerên xwendekaran dikaribûn destekê bidin avakirina şoreşa fikrî û pêşxistina wê, rewşa xwendekaran ji destpêka şoreşa Rojava û heta roja îro çawa bûye û xwendekar û nasnameya ciwanan.”
Tê destnîşankirin ku roja duyemîn ji komxebatê ji dezgehên çapemeniyê re girtî ye. Tê payîn ku komxebat îro di saetên êvarê de bi dawî bibe.