MEXMÛR – Berxwedana Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 66 roj in Ii ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem (Cûdî) didome 21 roj li pey xwe hişt.
66 roj in dorpêç û ambargoya ku rêveberiya Herêma Kurdistanê danî li ser ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî şert û mercên dijwar jî 21 roj in li seyteraya PDK’ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê şev û roja xwe li wir derbas dikin.
Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bersiv nedana dayikan. Dayik ji diyar dikin ku heta ku dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya wan jî berdewam bike.