QAMIŞLO – Komxebata xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo destpê kiribû. Îro jî komxebat bi tevlîbûna zêdetirî 100 xwendekaran û ji ragihandinê re girtî berdewam kir.
Piştî navbera nîrvo Komxebat bi niqaşên berfireh û bi nêrîn xwendekaran hate meşandin. Komxebat wê saet 17:00’an bi dayîna daxuyaniyekê bê bidawî kirin. Piştî daxuyanî wê xwendekar şahiyekê lidar bixe.