NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de, leşkerên Tirk ên dagirker mîna hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kirin.
Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, roja Pênçşema borî, leşkerên Tirk ên dagirker li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de komek kolber gulebaran kirin. Di encamê de kolberek hate kuştin.
Li gorî Kolbernews’ê di serî de ew kolber birîndar dibe, piştî ku bi birîndarî dikeve destê leşkerên Tirk ên dagirker, ji aliyê leşkeran ve tê êşkencekirin. Piştî ku rakirin nexweşxaneya Erzirumê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî heman çavkaniyê, navê kolberê jiyana xwe ji dest daye, Xalis Hemîdzade ye û 22 salî ye. Xelkê gundê Balule yê Makoyê ya ser bi parêzgeha Urmiyê ye.