ÇEMÇEMAL – Li dijî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistan Ciwanên Şoreşger ên Başûrê Kurdistanê li bajarê Çemçemal nivîs li ser dîwaran nivîsandin.
Li Çemçemal li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistan û silavkirina Berxwedana Gerîlla Ciwanên Şoreşger nivîs li ser dîwaran nivîsandin.
Endamên Ciwanên Şoreşger nivîsên wek “Xakurkê Goristan ji bo Faşîstan”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî PKK”, “Bijî Serok APO”, “Bijî Xakurkê”, “Bijî Qendil û Mexmûr” li ser gelek dîwarên suka Çemçemal nivîsandin.
NC/Bahoz Cûdî