NAVENDA NÛÇEYAN – Di dimenekî de Yekîneyên Tolhildana Şehîd Sarah Handelmann û Michael Panser radigihine ku wan bi fîşekên hewayî li dijî konsulxaneya tirk a giştî ya Cenevreyê çalakî lidar xistine. Yekîneyê Tolhildana Şehîd Sarah û Michael da diyarkirin ku wan li dijî faşîzma dewleta tirk a dagirker û ji bo piştgiriya Têkoşîna li Kurdistan û Tirkiye çalakî pêk aniye.
Di daxuyaniya xwe de Yekîneyê Tolhildanê wiha çalakiyê girt ser xwe:
“Ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hevreyên me Sarah Handelmann û Michael Panser bi qehremanî şehîd ketin. Ji bo tolhildana wan û li dijî dagirkeriya dewleta tirk li ser Kurdistanê Yekîneyên me li dijî konsulxaneya tirk a giştî ya Cenevreyê bi fîşekên hewayî çalakî lidar xistin. Heta gef û dagirkeriya dewleta tirk a faşîst li ser Kurdistanê hebe, wê çalakiyên me bidomin.”