STENBOL – Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku her du milên wî tunene û Saziya Tiba Edlî (ATK) 5 caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” daye wî, dîsa jî nayê berdan. Ji ber şert û mercên xirab ên girtîgehê nexweşîna tuberkulozê li Aktaş peyda bûye û ji ber vê tim xwîn ji deva tê. Parêzer Gullîzar Aktaş, diyar kir ku divê Aktaş li nexweşxaneyeke baş bê tedawîkirin. Aktaş, anî ziman ku Aktaş ji ber şertên girtîgehê nayê tedawîkirin û her diçe nexweşîna wî girantir dibe.
SERLÊDAN HAT REDKIRIN
Tûncer, bi bîr xist ku Aktaş di 12’ê Gulanê de ji Girtîgeha Tîpa R a Menemenê sewqî Girtîgeha Jimare 9 a Sîlîvriyê hatiye kirin. Aktaş, desnîşan kir ku ATK’ê di 5’ê Tebaxê de raporek daye Aktaş û wan bi vê raporê ji bo taloqkirina înfaza Aktaş serî li Dozgeriya Înfazê ya Bakirkoyê daye lê belê dozgeriyê di 8’ê Tebaxê de serlêdana wan red kiriye.
REWŞA WÎ XEDAR E
Tûncer, diyar kir ku destekî Aktaş ji enîşkê û destekî wî jî bazendê tune ye û ji xeynî vê nexweşîna KOAH, bronşît û tuberkulozê jî lê peyda bûye û ji ber van nexweşînan rewşa wî xirab e. Tûncer, diyar kir ku Aktaş li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 6’ê Adarê de ketibû greva birçîbûnê û di 20’ê Gulanê de dev ji grevê berdabû û got, ji ber grevê bêhal bûye û nexweşîna zatûreyê lê peyda bûye.
‘DEMILDEST DIVÊ SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ BÊ KIRIN’
Aktaş, da zanîn ku Aktaş di 26’ê Tîrmehê de jî ji Girtîgeha Sîlîvriyê sewqî Girtîgehea Tîpa R a Metrîsê hatiye kirin. Tûncer, diyar kir ku li Girtîgeha Metrîsê Aktaş ji bo vê nexweşîna xwe rojê 10 dermanên cuda dixwe û jê re hatiye gotin wê tedawiya wî 9 mehan bidome û di kontrolên dawî de derketiye holê ku bronşît jî lê peyda bûye. Tûncer, destnîşan kir ku ji ber nexweşînên li Aktaş peyda bûne, rewşa wî di asteke mirinê de ye û divê demildest sewqî nexweşxaneyeke baş bê kirin.
GERGERLÎOGLU: HEFTEYEKE DERMANÊ WÎ NADIN WÎ
Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo rewşa Aktaş hevdîtin bi Girtîgeha Metrîsê re çê kir. Gergerlîoglû, bilêv kir şertên girtîgehê tesîreke pir xirab li rewşa Aktaş kirine û got, hefteyeke dîspanser dermanên Akatşa nadinê, lê belê nizanin ji bo çi dermanê wî andinê. Gergerlîoglû, anî ziman ku kesên nexweşîna tuberkulozê ya di asta bilind de li wan peyda bûye, nikarin li girtîgehan bên tedawîkirin û got, ne Wezareta Dadê ne jî saziyên din ji bo vê rewşê tiştekî nakin.