NAVENDA NÛÇEYAN – Rejîma Îranê li herêma Şino bi guleyan êrîşê komek kolber kirin. Di encama guleberanê de kasibkarek hat kuştin û yek jî birîndar bû. Herwiha li herêma Pîranşar jî kasibkarek hate birîndar kirin.
Li gorî nûçeya Kolbernewsê, îro hêzên rejîma Îranê li herêma Kelaşîn ya ber bi Şino ve, gule bi ser komek kasibkar reşandine. Çavkaniyê da zanîn ku kasibkarê bi navê Rêbwar Umerzade ê xelkê gundê Puşawê hatiye kuştin. Herwiha kasibkarê bi navê Resul Goran ê xelkê gundê Kanîreş bi giranî birîndar bûye.
Li gorî heman çavkaniyê di 20’ê Îlonê de jî, hêzên rejîma Îranê li herêma Kelaşînê a ser bi Pîranşarê êrîşê komek kolber kirine. Di encama êrîşê de kolberê bi navê Mecîd Xalidzade (27) birîndar bûye.