NAVENDA NÛÇEYAN – Jin di nava civakê û milê jiyanî de rolek serek dilîze, ji ber vê jî rengê civakê, azadiya civakê û îradeya civakê jin diyar dike. Sîstema kapîtalîst ji bo ku jin bike amûrekî bikaranînê, rêbazên cur bi cur yên qirêj bikar anî û hêjî bikar tîne. Di her serdemkê de tenê rêbazê xwe dide guhertin, lê belê armanca ew ku di şexsê jin de civakê kole bike û jin di halê xwe de bimîne. Zewaca di temenê biçûk jî rêbazekî kolekirina jin û civakê ye.
Zewaca di temenê biçûk bi peyv, hevok û rêbazên cur bi cur tên ser ziman. Hindek kes dibêjin; dema malbatek pir xizan be ev dibe sedem ku keça zarok di temenê biçûk de bê zewicandin, ji ber malbat nikare pêwîstiyên keça xwe bi cih binin. Di civaka Ereban de weke çandekî pênase dikin, dibêjin pêwîste keç di temenê biçûk de bê zewicandin. Hindek jî dibêjin ji ber nezanbûyînê ye, ji ber ku ne di ferqa xeterî û zerara keça de ne ku nikare erk û berpirsyartî rake. Hindek nêrînên din ku derdikevin dibêjin ji ber ku malbat xizane keça xwe difroşe û nêrînên cur bi cur derdikevin holê. Bê guman hemû jî di bingeh de rastiyên wan hene lê belê ew rastî ji kur tê girînge.
Çima zewaca biçûk? ji ber ku jin di dema nû ciwantî yan jî di dema zarokatiyê de nû tişta fêr dibe bi rastiya jiyanê re erkê xwe yê di nav civakê de nas nake armanc ji zewicandina biçuk îradeya jin şikandine jiyana zarokekê teslîmî hova dikin aliyê wijdanî de aliyê manawî de jin lewaz dikin, ku jin tenê ji bo zilamekî jiyan bike ji derveyî wî zilamî xwe naskirin, civaka xwe naskirin, şerk û tekoşînek li hember zilamtiyê meşandin çavê jin yan jî yê wê zarokê digrin ew zarok êdî di jiyana wê de wekî ku ji bo xizmet kirina wî zilamî hatî dunyayê ye wê demê jin bê zanebûn dibe aşqê celadê xwe, ji ber di vê pozsyonê de yê jin dide zewicandin yan bave, yan jî biraye hemû zilam wê demê ji bo ew zarok yan ew jin dibin jehir.
lê mixabin heya roja me ya Îro jî tê berdewam kirin. Li ku derê zihniyeta zilam salalr an jî sîstema dewletê li pêş be li wê derê zewaca zarokên jin jî li pêşe, li îranê zarokekî jin yê deh salî zilamekî sih salî xwestibû belkî ev bûyer çima bi taybet li îranê pir li pêşin ji ber ku sîstema dewletê zihniyeta zilam salar di îranê de li pêşe. Li Siudî Erebistan her zilamek çar jinan dike ruxmî ku qaşo li wê derê bawerî xurte lê belê jin him aliyê fîzîk de him jî aliyê ruhî de hatiye înkar kirin ji ber ku bi hemû alî zilam li pêşe civaka Siûdî di nav xwe de tiştên herî derveyî pîvan û exlaqê civakê jiyan dikin zilamekî 60 salî bi jinekî 16 salî re dizewice. Zewaca temenê biçûk bi vî awayî dibe sedema xirab kirina civakê, dibe sedem ku jiyana Demoqratîk ya jiyana wek hev ber bi xerabî û bê exlaqiyên herî mezin ve biçin. Jiyana ku bi destê jin hatiye ava kirin veguherî.
Di derbarê mijara zewaca temenê biçuk de du jinên ciwan ji ajansa me ya Nûçe Ciwan re axivîn û nêrînên xwe wiha anîn ser ziman jinên ciwan gotin ku heger her tişt di bin navê qeder de bê gotin, gotina jin jiyane an jî jin bingehê civakê ye nayê gotin û her wiha gotin ku em biçûkên ne bûkin.
Jineke ciwan ya bi navê Fatma di destpêka axaftina xwe de wiha got ku em wek jinên ciwan yên ku di nav civakê de jiyan dikin bi gelek pirsgirêka re rû bi rû dimînin pirsgirêka esasî jî zewaca di temenê biçuk de ye û wiha berdewamî da axaftina xwe: ” Tişta ku dihêle di nav civakê de zewaca biçuk bi pêş bikeve zihniyeta zilam salar ya hezar salane. Zihniyeta zilam salar ya ku bi hezar salan di nav civakê bi pêş ketî hiştî ku jin di nav xwebuyîna xwe dûr bikeve yan jî nehêle ku jin rola xwe di nav jiyana civakê de bileyîze, jin bi tenê xwe bi kedî kirina zarokekî re dide mijul kirin ji ber vê fêm kirina jiyanê û azadî zehmet dibe. Ewqas êrîşên li ser jin dihêle ku civak jÎ dûrî cewhera xwe bikeve. Bi sedema ku jin lewaze nikare xwe bi rê ve bibe yanî jî bi sedema ku malbat feqîre nikare pêwîstiyên keçikê bi cih bîne lê belê heger mirov li xwezaya jin lêkolîn bike jin ne lewaze û tişta ku qedera jin dide diyar kirin zihniyeta zilam salare ne rastiya jin û civake yan jî rastiya jiyanê nîne.
Fatma di dawiya axaftina xwe de got ku heger jin bi bi xweza û cewherê xwe tevlî nava jiyana civakê nebe wê jiyan her di nava aloziyan de be.
Jina ciwan ya bi navê Melek jî wiha anî ser ziman û got: ” Jineke dema ku bi temenê biçuk bê zewicandin zarokatiya û xeyalên wan pêk nayên, civak bi çand û exlaqê xwe tê naskirin lê dema ku zewaca di temenê biçuk di nava civakê de bi pêş dikeve çand û exlaqa civakê jî namîne. Ji ber ku di wê demê de biçuke nikare ber pirsyartî rake pir zêde zehmetî dikşîne jiyan zarokekî jin ji leyîstokan û kêfxweşî vediguhere kuştin û lêdan.
Melek di dawiya axaftina xwe de got ku em wek jinên ciwan dibêjin ez biçukim ne bûkim.
NC / NUDA ELEFTIRA – DENİZ FİRAT