RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Ti tevgera fikrê û mirov ji formên maddî yên di navê de serbixwe nikare pêk bê. Ya girîng ew e, ka fikir kîjan formên maddî nîşan dide. Dema ku mijar dibe rastiya civakî, hingê formên maddî bi xwe jî ew rewşa formên fikrê yên ava kirî û bi sazî kirî ne. Ziman jî di navê de, divê mirov formên civakî weke xwezayên nerm yên rêjeyên wan ên fikir û zêhniyetê pirr, binirxîne. Xwezayên nerm bi timûtim veguherîna enerjiyê û form bidestxistina wê, pêk tên.
Sîstema hegemonîk a salên 1970’î modernîteya kapîtalîst e. Mezinbûna vê sîstema navenda wê Ewrûpaya Rojava ye, di pêncsed salên dawî de bûye xwediyê karektera hegemonîk. Ji sedsala 16. heta bi sedsala 18. kapîtalîzma bazirganiyê, ji sedsala 18. heta dawiya salên 1970’î kapîtalîzma îndustriyel, ji salên 1970’î û şûn ve jî bi hegemonya kapîtala fînansê xwe globalîze dike û xwe dewam dike. Cudahiya di navbera deman de bi veguherîna naveroka sermayeyê re têkildar e; ya rastî bi mîqdara karê ya bi dest dixe ve girêdayî ye. Kapîtalîzma bazirganiyê, bi veguherîna di pîşesaziya manîfaktur de û bi pêşxistina sîstemên fînansê xwe karekterîzê dike. Bazirganiya deverên dûr karê gelekî zêde dike. Ji ber vê sedemê, bazirganiya di navbera parzemînan û ji deryayan wêdetir bi pêş dikeve. Kapîtalîzma pîşesaziyê bi hilberîna fabrîkeyan kara herî zêde bi dest dixe. Hem kapîtalîzma bazirganiyê hem jî ya pîşesaziyê bi amûrên fînansê (pere, sened û wekî wan) bi rola lezdayîna veguherîn û hilberînê radibin. Hê negihiştine wê astê ku bi serê xwe rêjeya kara herî zêde bi dest bixin. Derfeteke bi vî rengî di dinya salên 1970’î de bi guhertina sîstema pereyan, ango kengî di berdêla zêr de ji çapkirina Dolar geriyan, bi dest xistin. Ji vî aliyî ve, dinya salên 1970’î bidestxistina pereyan ji pereyan û xwe gihandina rêjeya kara herî zêde îfade dike. Di dîroka mirovatiyê de ev bûyer cara pêşî diqewime, yekemîn e. Di herdu demên pêşî de hem di hilberîna mal de û hem jî di hilberîna fikrê de afirênerî heye. Di pêkhatinên fikrî û hilberîna mal de serdestiyeke berbiçav a kapîtalîzmê ji sîstemên din ên mêtingeriyê heye. Bi heman awayî, serdestiya xwe ya li ser civakê jî qat bi qat zêde kiriye. Desthilatdariya îndustriyalîzm û dewleta netewe serketina hegemonîk a kapîtalîzmê îfade dikin. Kengî dewleta netewe û îndustriyalîzm li ser civakê serwer dibin kara herî zêde jî çêdibe.
Di dema kapîtala fînansê de êdî hewcedarî bi afirîneriya fikrî û exlaqê hilberîneriyê nemaye. Serweriya pere yan xwedakirina wî xweserî kapîtalîzma fînansê ye. Xwedayê kapîtalîzma pîşesaziyê dewleta netewe ye, pere jî xwedayê kapîtalîzma fînansê ye. Pere di serdema kapîtala fînansê de bi tenê amûrê bihevguhertin, danehev û bilezkirina hilberînê nîne, bi xwe amûr an jî kirdar e ku dewleta netewe jî di navê de hukim li her tiştê der barê civakê de dike. Ji bo mirov derxe holê ka vê karektera xwe çawa bi dest xistiye, pêdivî bi analîzkirineke berfireh a dîroka şaristaniyê heye. Lê eger mirov bixwaze kurtûkurmancî lê serwext bibe, mirov dikare wê weke diyardeya mezintir û zêdetir a bazar û desthilatdariyê bide naskirin. Li gorî danasînê, ewqasî serdest e ku hem bazara ekonomîk hem jî desthilatdariya dewleta netewe bi xwe ve girê dide. Ya dimîne ew e, li ser amûrên pere bilîze, ji bo vê jî diyardeyên borsa, dovîz û faîzê têra xwe îmkan didin. Xwediyên pereyan bêyî ku bixebitin, bêyî ku serî li rêbazên nû yên fikir û hilberînê bidin, bi awayekî mirov nikaribe li ber herdu demên wê yên pêşî bigire, bi van amûran kara herî zêde bi dest dixin.
Ev rastiya kara herî zêde bi hilweşîna civakê re yek tişt e. Tevahiya dîroka civakê bi normên hişk ên exlaqî û polîtîk hebûna xwe bi pêş xistiye û dewam kiriye. Jixwe beriya dîroka şaristaniyê mirovatî diyardeya karê nas nake. Hem fikir û hilberîn derfetê nadin diyardeya karê, hem jî dema ku zêde tê hilberandin hingê wê zêdehiyê bi ‘ekonomiya diyarîkirinê’ belav dike. Karê û daneheva sermayeyê gunehê herî mezin dihesibîne. Tevahiya dîroka şaristaniyê dema di avahiyên marjînal ên civakê de û di delhîzên bi dizî de derfetê zêdebûnê dibîne, jêre şensê jiyaneke bi sînor tê qebûlkirin û timûtim tê desteserkirin. Nexasim dînan sîstema murabeheyê ya dişibe daneheva sermayeyê gunehê herî mezin hesibandine, qedexe kirine û bi şîrka bi xwedê re yek qebûl kirine. Sedema bingehîn a vê yekê ew e, zû haya wan jê çêbûye ku daneheva sermayeyê antî-civakî ye, û têkiliya wê bi hilweşîna civakî re heye. Lewma xwediyên desthilatdariya civaka şareza û kesên bi armanca karê rê nîşanî ekonomiyê didin, hewl didin hebûna civakî ya di bin hukimranî û mêtingeriya wan de dewam bike û hilneweşe. Hêzên me îşaret bi wan kir, haya wan ji wê tehlûkeyê heye ku kar û sermaye bibin sedem.
Di herdu serdemên pêşî yên kapîtalîzmê de sîstema fînansê bi rola sereke derneket pêş û giranî nedana wê û eleqe nîşan nedana wê, nîşan dide ku bandora nêzîkatiya rêûresmê hê jî bi hêz e. Jixwe kapîtalîzm bi xwe sîstemek e ku krîzê diafirîne û cinawirek e ku bi hezarê salan li zincîrê hatiye xistin û kengî ji pêxîrtengiya giran a dêr û desthilatdariya Ewrûpaya Rojava ketiyê sûdê werdigire, qefesa xwe parçe dike û dest pê dike li ser civakê weke xwedayekî nû hukmê xwe dimeşîne. Divê mirov baş zanibe ku kapîtalîzm nîzameke normal a civakî nîne û wê nebe. Tevahî ekolên felsefeyê û zanistên civakî (hinekî sosyalîzma zanistî jî di nava vê de ye) di hewara xwe de anîne û li dora xwe kom kirine da ku pê karibe razî bike ew sîstemeke rewa ye. Nemaze polîtîka ekonomiyê pirtûka pîroz a rewakirina kapîtalîzmê ye. Divê mirov wisa şîrove bike. Di dîroka mirovatiyê de, di rastiya civakî de, sîstemeke bi vî rengî ya serdestî û mêtinkariyê bi serdema fînansê re bi temamî ji kontrolê derdikeve, her tiştê bi civakê re têkildar û heta bi hawîrdora wê re têkildar dixe kontrola xwe. Gelekî girîng e ku mirov antî-şoreşa mezin a di salên 1970’î de bi vî awayî bide naskirin.
Hînê bi awayekî teze di bîra me de ye, me ji bîr nekiriye, antî-şoreşa salên 1970’î li dijî şoreşa çandê ya antî-modernîst ku derket asta herî jor, pêk hat. Di salên 1970’î de kapîtala fînansê gav avêt serdema xwe ya serweriyê û mirov nikare vê yekê bi maskeya bêguneh a veguherîna ekonomîk ku da ber rûyê xwe, rave bike. Serweriya kapîtala fînansê li ser du Şerên Cîhanê, li ser şerên herî xwînrij ên dîrokê yên sedsala 20., ji van jî wêdetir li ser mîrateya şerên mêtingerî û serweriya çînî ya pêncsed salên dawiyê û li ser desthilatdariya dewleta netewe ya ji serî heta binî tê maneya şer, mezin bûye. Xwe disipêre nîzamekê an sîstemekê ku bi tenê kara herî zêde dibîne, ekonomiyê ji ekonomîbûnê derdixe, ji aliyekî ve bi dîn û harî hilberînê sor dike, ji aliyê din ve jî artêşên birçîtî û bêkartiyê mîna çiyan mezin dike. Xwe disipêre şerekî ku bi hegemonya medyayê zêhn û exlaqê mirov bîstûçar saetan bombebaran dike, zêhniyet û bêexlaqiyeke dijber ferz dike; li ser navê mirovatiyê di van pêncsed salên dawiyê de her çi mîrate mabe, dewr hatibe girtin û her çi bi şoreşan (nexasim Şoreşên Mezin ên Franse û Rûsyayê) hatibe bidestxistin li dijî hemûyan şer dike. Em dizanin ku dema navbera salên 1970’yî-1990’î neo-konformîzma Ronald Reagen, Margaret Thatcher û Mîxaîl Gorbaçov a tesfiyekirina şoreşên mezin ên dused salên dawî yên Franse û Rûsyayê îfade dikin. Kapîtala fînansê di dema neokonformîzmê de dibe hêza hegemonîk û ev xweber nîne.
Tirkiyeya salên 1970’î ew Tirkiye bû ku hêdî hêdî diket bin bandora şoreş û antî-şoreşa li nava dinyayê pêk dihat. Jixwe di encama Şoreşa Ciwanan a 1968’an û antî-şoreşên eskerî û ekonomîk ên 1980’î de (Biryarên Ekonomîk ên 24 Çileyê û operasyonên eskerî yên 12’ê Îlonê) herçiqasî li dora xwe dîwarên stûr lê kirin jî dîsa nikarîbû nekeve nava vê dinyayê. Pêxîrtengiya sîstema kapîtalîst a li nava dinyayê, li Tirkiyê jî xwe weke pêxîrtengiya faşîzma Tirkê Spî nîşan da. Pêxîrtengiya modernîteya kapîtalîst pêxîrtengiya dewleta netewe ya Tirk bû.
Darbeyên eskerî yên 12’ê Adara 1971’ê û 12’ê Îlona 1980’î nîşan didin ku tevgerên şoreşger ên ku hêmanên faşîst ên sivîl nikaribûn wan bitepisînin bi tenê bi darbeyan dikarin werin rawestandin. Ev kelha muhkem a sîstemê timûtim bi tevgerên faşîst ên sivîl ên antî-şoreşê û bi palpiştiya darbeyên eskerî diparêzin. Sîstema komploker a Tirkê Spî ku ji 1925’an ve di serî de nasnameya Kurd li dijî tevahiya liv û lebatên demokratîk û hebûnên çandî di nava şer de ye û her ku dihat teşhîrkirin û rûyê wê yê rastî derdiket holê, dîn û har dibû. Hêzên herî operasyonel ên Gladîo’ya NATO’yê hêzên wê bûn. Bi tevahî avahiyên siyasî xistibûn nava lepê xwe. Eger beşek hinekî ji kontrolê derketa bi komên faşîst ên sivîl ditepisandin yan jî wan hêzan têrê nekirana bi tevahî hêzên artêşê dixistin nava tevgerê. Ji ber ku weke sîstemeke Proto Siyonîst rola xwe pêk dianî, ji aliyê hêzên hegemonîk ên global ve dihat destekkirin. Mînakeke din wisa nîne ku gelê xwe evqasî xistibe kontrolê. Ango pêxîrtengbûna modernîteya Tirkê Spî ji nêz ve sîstema global eleqedar dikir. Bi darbeya eskerî ya faşîst a 12’ê Îlonê hewl dan ji pêxîrtengiyê rizgar bibin. Ji bo derketina ji vê pêxîrtengiyê polîtîkayên wan ên bingehîn di qada ekonomiyê de vekirina deriyên xwe li derve û pevkelîna bi sîstema global a fînansê re bû, di qada îdeolojîk de jî tevî milliyetgiriyê berê xwe dan milliyetgiriya Tirk-Îslamê û bi dewleta netewe ya laîk palpiştiya dewleta netewe ya Tirk-Îslamê kirin. Darbeya 12’ê Îlonê çalakiya herî berfireh a Gladîo’ya NATO’yê bû. Erk û wezîfeya wê ew bû ku tevahiya çalakiyên şoreşger demokratîk ên gelên Rojhilata Navîn bi awayekî mayînde bitepisîne. Heta roja me ya îro hewl dide ku vê rola xwe bi tevahiya komên faşîst ên sivîl û hêmanên nîv-mîlîter ên sîstemê bimeşîne. Bi tevahî partiyên siyasî çi desthilatdarî dibe çi jî muxalefet dibe, hemû mîna diranê heman çerxê bi rola herî girîng radibin.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN