Ew, dayîk, xwîşk û xwedî zarok bûn, lê belê ev jin, beriya her tiştê cengawer bûn. Di tevahiya dîrokê de li her devera cîhanê, şûr û çeka xwe bikaranîn û şer kirin. Di nav şer de hêjmara wan ji rêhevalên wan yên zilam herçend kêmtir be jî her yek ji
wan jinên cengawer di dîrokê de şopên mayînde hiştin. Dema Samuray tê gotin, yek ser zilam tên hişê herkesekê, lê belê dîroka Japonan bi cengawerên jin dagirtiye. Vaye rûpelek ji dîrokê ku li ser hatiye pêçan: Onna Bugeisha ango jinên cengawer. “Samuray” li Japonya ji bo çîna leşkerên bi esil tê bikaranîn. Li Japonya ev gotin ji peyva Saburau ku tê wateya ‘xizmet kirinê’ hatiye girtin. Weke “Bushido” jî tê bikaranîn û tê wateya ‘ rêça cengawer’, ji tirsê azad, aram û cengawerê ku bi dilsozî girêdayî efendiyê xwe ye. Ji ber ku mijara me bi giştî li ser Samuray nîne, em ê tenê bi kinahî bal bikşînin ser dîroka wê û derbas bin. Di navbera sadsalên 9-12’an de Samuray weke çînekê pêşket û bi du navên Samuray ( şovalye ), Buşî ( cengawer ) hatin nasîn. “Onna Bugeisha”, ji wan jinên cengawer re tê gotin ku di qada şer de pir caran ji zilaman jî wêrektir şer kirine û bûne qehreman, mixabin di çavkaniyên heyî de pir kêm qala wan jinan tê kirin. Împaratorîçe Jingu, Tomoe Gozen, Nakano Takeko yek ji wan jinên cengawerin ku herê zêde behsa wan tê kirin. Dîrok weke her carê neheqî li jinan kiriye û ew jinên cengawer ji nedîtî ve hatiye. Mînak li herêmeke ku di sala 1980’an de şerek lê diqewime û gelek Samuray beşdar dibin, lêkolînên DNA’yê tên çêkirin û li gor encamên dikevin dest, ji 105 şervanên ku beşdarî vî şerî bûne, ji wan 35 jin in.
ONNA BUGEISH bi navê Jingu tê texmîn kirin. PZ. di navbera salên 169 û 269’an de jiyaye û weke yekem Onna Bugeisha tê bîranîn. Li gor gotegotan, Jingu bi awayeke mucizewî bê ku dilopek xwîn bê rijandin Kore dagir dike. Ruxmê ku li ser hebûn û serkeftinên wê gelek nîqaş hebin jî di sala 1881’an de Jingu bû yekem jin ya ku li ser Banknotên Japonan cih digirt.
Trieu Thi Trinh Trieu dema hîn 20 salî bû, hêzeke ji 1000 kesî kom dike û di sedsala 3’an de bang li hemwelatiyên xwe yên Vîetnamî dike da ku li dijî dagirkeriya hêzên Çînê yên ku hewl didan welatê wan dagir bikin, derkevin. Birayê wê hewl dida ku ew dev ji raperînê berde, lê bersiva Trieu bi qasî şerê li qadê hişk bû û wê wiha bersiva birayê xwe da û got: “Ez dixwazim di nav ewran de rêwîtiyê bikim û li ser çiyayan bimeşim, nehengên behra rojhilat serjê bikim, sînoran paqij bikim û mirovan ji fetisandinê rizgar bikim. Çima ez kesên din teqlîd bikim, serê xwe bitewînim û çongên xwe bişkênim û bibim koleyek? Çima ez xwe bidim karê malê ku tenê karek ji rêzê ye?” Piştî van gotinên wê, birayê wê jî beşdarî nav artêşê dibe. Trieu di qada şer de figurek bi heybet bû: Du şûr hildida û li ser pişta fîlê bi cilên xwe yên zer pir bi heybet û xweşik dihat xuya. Herêma xwe rizgar dike, 30 êrîşên dagirkeriya Çînê têk dibe û di dawiyê de bin dikeve û li gor gotegotan dema hîn 23 saliye xwe dikuje. Ruxmê rewşa bi keser a jiyana wê, navê wê hîna jî dijî. Li gor efsaneyê, dengê Trieu bi qasî dengê zingila perestgehê bi hêz bû û bejna wê 3 metre bû. Ev efsane jî dide nîşandayîn ka insan ji raborî heya roja me ya îro çiqas bi vê jina hêja bandor bûne. Dema ku mirov hunera wê ya axaftinê dide ber çav, têgihiştina wê hêsantir dibe: “Ez dixwazim di nav bahozê de rêwîtiyê bikim, hemû semasiyan di nav behrê de biqewitînim û koletiyê di nav rûpelên dîrokê de veşêrim; naxwazim bibim heskiriya yek ji wan zilaman û li ber wî serê xwe bitewînim.”
Nakano Takeko Takeko yek ji wan jinên Samurayî ye ku kêm tê nasîn û beriya ku di nav şerê hûndurîn yê Boshin’ê ku ji 1868’an heya 1869’an dom kir de cih bigire, di qada leşkerî û wêjeyê de perwerde dibîne. Di şerê Aizu yên payîza 1868’an de, ew û jinên cengawer bi daxwaza xwe beşdarî şer bûbûn, lê bi awayek fermî ne girêdayî artêşê bûn, lê belê Takeko piştre hemû rêhevalên xwe yên jin di bin banê yekîneya bi navê Joshitai (“Artêşa jinan”) de kom dike. Weke çek jî, ji bo xwe şûra Japon a bi navê naginata yê hildibijêre. Ev çek her çiqas di nasîn û bi nav û deng bûna wê de rol lîstibe jî nikare wê di tevahiya şeran de biparêze. Takeko dema li dijî mîrtiya Ogaki ku girêdayî artêşa Japon bû, êriş birêve dibir, ji sînga xwe derb xwar. Wê dizanî ger be kuştin vê li hemberê bedena wê bêrêzî be kirin û serê wê weke xenîmeta şer ji aliyê dijminê wê ve be veşartin, ev yek ew pir hêrs dikir û ji bo vê jî, ji xwîşka xwe xwest ku ew serê wê jê bike û li cihekê bin ax bike. Ev daxwaza wê ya dawî bû, ji bo vê jî serê wê hat jêkirin û di bin dareke çamê ya li hewşa perestgehê ya li Hokai-ji ku li nav sînorên Fukushima ya îro ye, hat veşartin. Di roja me ya îro de jî her sal di dema cejna payîzê ya Aizu, jin tên vir, wê û artêşa jinan li ber abîdeya ku li wan dorhêlan hatiye çêkirin, bibîr tînin.
Tomoe Gozen Lê jina herê bi nav û deng a Samuray. Tomoe, 700 sal berê li Takeko jiyaye. “Gozen”, nîşaneyek rêzdare ku ji aliyê mamosteyê wê general Minamoto no Yoshinaka ve jê re hatiye dayîn. Di navbera salên 1180-1185’an de di şerê Genpeı de bi Samurayên zilam re beşdarî nav şer dibe. Di demekê ku bi zilaman re tevlîbûna jinan a şer nexweş dihat dîtin de; tê xuya ku Yoshinaka li hemberê Tomoe û hunera wê ya şer matmayî dimîne û bi hurmet nêz dibe, ev yek jî dide nîşan dayîn ku hemû qalibên fikrên pûç hatine têk birin. Di pirtûka dîrokê ya bi navê “The Tale of Heike” de Tomoe, “bi awayek hestiyar û weke tîrendazek bi hêz, bi îblîs re yan jî bi xweda re, li ser pişta hesp an jî erdê, amadeye ji bo lihevketinê; ew wisa şûr bikar tîne ku bedela hezar şervana ne.” Di heman demê de xweşik, bê tirs û rêzdar e. Temoe her tim leşkerên xwe ji bo şer û serkeftinan amade dike. Herê dawî di şerê Awazu de cih digire, di vî şerî de Minamoto no Yoshinaka tê kuştin. Temoe di vî şerî de bi saxî xwe ji destê neyarên xwe rizgar dike û pişt re şûra xwe datîne û xwe ji her tiştî dide alî. Tê gotin ku dûv re dizewice û piştî mirina hevserê xwe dibe rahîbe, lê di hin cihan de jî berovajî vê tê îdîa kirin, ji bo vê jî baş nayê zanîn ka di dawiyê de çi bi serê wê tê û jiyaneke çawa didomîne.
Lozen dema bi darê zorê ev cengawera Apaçî di sala 1870’an de bi qebîleya birayê wê Victorio re dibin San Carlos li wargehên kom kirinê, 30 salî bûye. Ji ber rewşa xirab ya li vê wargehê, navê “dojeha çil donimî” li wargehê hatibû kirin û êdî li herêmê bi vî navî dihat nasîn. Li derdora salên 1877’an de Victorio ji bo ji wargehê birevin ji komeke ku di nav de Lozen jî heye pêşengtiyê dike. Lozen û birayê xwe bi hevre hin cihan dagir dikin û kontrola herêmên Apaçiyan bi dest dixin, tirs û xofê dixin dilê şêniyên nû yên ku li New Mexicoyê. Lozen di dema dagirkirineke wiha de dilê wê bi jin û zarokan dimîne û ji bo zirar bi wan kesan nekeve wan dibe cihek bi ewle. Dîsa li gor James Kaywaykla ragihandiye, wan dibin cihekê ji Rio Grande’yê dûr û li herêmek ewle bi cih dikin. Kaywaykla wiha qala Lozen ê dike: “Min xwîşka Victorio jina delal û hêja Lozen a li ser pişta hespeke xweşik, dît. Jina cengawer Lozen! Ji zilaman baştir hesp dida bazandin, çek bikar tanî û dikarî şer bike.” Li gor hatiye tomar kirin, gotinên birayê wê jî wiha ne: “Lozen milê min yê rastê bû… bi qasî xortekî bi hêz, ji gelek ji wan jî dilawertir bû û xwedî hişeke zelal a stratejîk bû. Lozen ji bo gelê xwe mertal bû.” Lozen dema xebera mirina birayê xwe Victorio dibihîse, ji bo arikariyê bide kesên mane dikeve rê. Ji vir û şûnde bi hestên tolhildanê xwe bi çek dike û dest bi êrîşên dijwar ku li tevahiya New Mexico yê belav bûye, dike. Piştre li gel Geronimo şer kir û li gor efsaneyê; tenê milên xwe dirêj dikirin û cihê dijminê xwe û hêjmara wan dida diyar kirin. Piştî ku Geronimo radest bû û şûnde, Lozen jî hat girtin. Dema dîl girtî bû, ji nexweşiya weremê mir. Ji bo ku li gor kevneşopiya Apaçiyan û bi awayek şanaz bê veşartin, radestê qebîleya wê tê kirin.
Çavkanî: YJA STAR