MÛŞ – Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensûr Işik û heyeta perê çûn navçeya Gimgim a Mûşê û serdana Rêxistina HDP’ê ya navçeyê kirin. Piştre Guven û heyeta pêre ji bo serdana malbata Zehra Saglam ku ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa T a Otlû ya Erziromê çalakiya fedayî kiribû, ya li gundê Xinzor a navçeya Gimgimê ketin rê.
Guven û heyeta pêre li ser Pira Abdurrahman Paşa ji aliyê leşkeran ve hatin rawestandin. Leşkeran bi hinceta li gundê Xinzor “Ji ber operasyona li herêmê” destûra çûyîna heyetê nadin.
Hate diyar kirin ku cendermeyan bi ser mala Zehra Saglam de girtine û bav Emrûllah Saglam jî destgîrkirine.
GUVEN: EM Ê BI HEVRE VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKIN
Li pêşiya benda leşkeran Guven daxuyanî da û got ku ew ji bo serdana malbata Zehra Saglam hatine, lê ji aliyê leşkeran ve hatine astengkirin û wiha domand;
“Me dît ku wesayît diçin gund û li gund jiyan didome lê ev pêkanîn tenê ji bo me ye. Ji ber vê di sedsala 21’an de rastiya Tirkiyeyê me bihevre dît. Eger parlamenterek nikare serdana gundiyên xwe bike ev ji bo demokrasiya Tirkiyeyê pirsgirêkek cidî ye. Em ê bihevre vê pirsgirêkê çareser bikin. Ji ber ku ev welat û xak yê me hemûyan e.”
‘DEWLET JI HER TIŞTÎ DITIRSE’
Heyet piştre serdana Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Gimgimê kir. Li vir Leyla Guven axivî û ev tişt got; “Serketinekî ya bi navê Malazgirt heye. Rêzdar Ocalan dibêje ku ew serketin ne serketina Tirk e ew serketina Kurd e. Vêya jî eşkere dike, dibêje 10 hezar leşekrên du yekîtiya Kurdan hene ew hejmar jî bû 20 hezar. 4 hezar leşkerên Alparslan hene. Niha vî şerî de kî serket? 20 hezar leşker serketin yan 4 hezar leşker? Evane ji xwe re weke ku serketina wan e didin nîaşndan. Ev di rastiyê de derket holê. Em di sedsala 21’an de ne û êdî ti tişt veşartî namîne. Kurd jî ne Kurdên berê ne. Niha tank û topên xwe anîne nahêlin em biçin teaziyeyê. Dewlet ji her tiştî ditirse.”
‘WÊ FELSEFEYA OCALAN RIZGAR BIKE’
Guven di nuqteya pirsgirêka Rojhilata Navîn de balkişand li ser hêza çareseriyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan û ev tişt got; “Ji me ne tirsin, em endamên qedîm yê vî welatî ne û hebûna wê ne. Beriya we em hebûn. Temaşe bikin niha di pirtûkên waneyan de Kurd beriya Tirkan bûne Misilman û qiyametê radikin, MHP û Partiya IYI îtiraz dikin. Hûn nikarin dîrokê biguherînin. We heta roja îro derew gotin û di dîrokê de we derew kir. Lê ev rastiye û ev heqîqet ew ê rojekê derkeve holê. Hûn neçar in ku vêya qebûl bikin. Rewşa Rêzdar Ocalan gelek girîng e. Ji bo balê bikêşin li ser vêya min çalakî da destpê kirin. Wê rojê min çi got îro heman tişt dibêjin li Rojhilata Navîn ji bo çareserî û aştiyekî birûmet tenê bi sûdên Rêzdar Abdullah Ocalan ev mumkun e. Ji ber ku Rêzdar Ocalan yê herî baş Rojhilata Navîn çavdêrî dike ye. Felsefeya ava kirî û pêşxistî niha li Rojhilata Navîn weke rojê ji nû ve hiltê. Ew roj niha li Rojava hilhat û li hemû cîhanê hate dinê. Ji ber wê em dixwazin Rêzdar Ocalan derkeve derve. Ew baxive wê pêşiya siyasetê were vekirin wê tiştên xwe çêbibin. Rêzdar Ocalan di peyama xwe ya desptêkê de soza çareseriyê da. Tam di hevdîtina dawî ya parêzeran a bi Ocalan re ku di nuqteya gotî de ‘Ez ê hefteyekê çareser bikim’ qeyûm tayînî 3 şaredariyan kirin û dengê çareseriyê qut kirin.”
‘DIVÊ EM TIFAQ BIN’
Guven bi domdarî got; “Ez bihêvî me ku rojên pêşiya me bûyerên girîng çêbibin. Hikumet ew ê şer astek din bilind bike û wê piçek din helw bide bikeve Rojava. Dibe polîtîayên qeyûm demek din bidomîne lê dewreya dawî ye. AKP-MHP qediya. Em temaşeyî dîrokê bikin, ji zilma Erdogan bêhtir yên zilmên cûda kirine hene. Tansû Çîller, Mehmet Agar bêje bêje xilas nabe. Ev hemû li kune? Niha tune ne. AKP jî wê biçe. Ji bo me ya girîng niha tifaqa netewî û yekîtiye.”
Piştre Guven û heyeta pêre serdana Şaredariya Gimgimê kirin. Guven ji bo serdana Malbata Yonca Akici ku li dijî tecrîdê çalakiya fedayî kiribû ber bi Agiriyê ve kete rê.