DÊRIK – Komuna Enternasyonalîst a Rojava gerîlayê HPG’ê yê Elman Michael Panser (Bager Nûjiyan) ku di 14’ê Kanûna 2018’an li Qadên Parastina Medya di encama êrîşa hewayî a dewleta tirk a dagirker de şehîd ketibû û şehîdên enternasyonalist Sara Dorşin (Sarah Handelmann) û Şiyar Gabar (Jakob Riemer), bibîranîn.
Bîranîn li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê bi beşdarbûna gelek Ciwanên Enternasyonalist, endamên HPC’ê, Kongra-Star û Malbatên Şehîdan hate lidar xist. Bîranîn bi yek deqe rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Şoreşê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Komuna Enternasyonalîst a Rojava nivîsek ku hatibû amadekirin bi zimanê inglîzî û kurmancî hate xwendin. Der barê jiyan û têkoşîna şehîd Bager Nûjiyan sinevizyonek hate temaşe kirin. Ji Ewrûpa jî Ciwanên Enternasyonalîst bi peyamên ditbarî beşdarî bîranînê bû. Di peyaman de Ciwanên Enternasyonalist soza tolhildanê dan û gotin ew ê hersa xwe veguherînin têkoşînê û bi berpirsyartiya xwe ew ê xeyal û keda wî ji bo afirandina cihanêkê din pêkbînin. Di bîranînê de berpirsyarê HPC’ê ê Qamişlo ku bi şehîd Bager Nûjiyan re li Rojava xebat meşandiye, behsa bîranînê xwe bi wî re kir û got ew ê bibe layîkî bîranînên wî. Li ser navê Kongra Star jî peyama sersaxiyê hate dayin û soza bilindkirina têkoşîna şehîd hate dûbare kirin.
Heval û dostên şehîd Bager Nûjiyan ku demdirêj bi wi re têkoşîn meşandine, di bîranînê de amadebûn û ji bo hevrêyê xwe Helbest û Stranan gotin. Bîranîn bi avêtina dirûşmeyên Tolhildanê bidawî bû.