QAMIŞLO – Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî ji ajansa me re axivî bû. Em beşa duyemîn a hevpeyvîna ku me bi Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî re çêkiribû bi we re parve dikin. Mazlum Ebdî rewşa siyasî a dawî, gefên êrîşkirinê ên dewleta tirk a dagirker û rola ku dikeve ser milê Ciwanên Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re nirxandin.
‘JI DESTPÊKA ŞOREŞÊ GEFÊN ÊRÎŞÊ HENE’
Mazlum Ebdî da dest nîşankirin ku dewleta tirk a dagirker ji bo pirsgirêkên xwe ên hindurin û binketina xwe veşêre, gefan li Şoreşa Rojava dixwe û wiha got: “Rastî ev e; dewleta Tirk dijminatiya tevahî Gelê Sûriyê dike, bi taybet jî dijminatiya Kurdan dike. Yek ji hedefê wê yê esasî ew e ku ev tecrûbeya Demokratîk a ku gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê avakiriye ji holê rabike. Ji bo vê jî sund xwarine ku vê hedefê pêk binin. Hikumeta Akp-Mhp ji bo pirsgirêkên xwe ê hindurin çareser bikin, û carek din li ser destehilatdariyê bimînin xwe mecbur dibin êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike. Dixwazin êrîş bikin. Dewlet tirk eger derfetek biçûk jî bidest keve, û bixwe bawer bin ku wê biserkevin wê êrîş bikin. Yek deqe jî nasekînin. Ji dema Şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpê kir, tehdîtên xwe ser Gelê Rojava hene, gelek caran piştgiriya komên çete kirin ji bo ku ev tecrûbe ji ortê rabe. Destpêkê piştgirî da ev komê çete ku wan navê Artêşa Azad lê kirine, û êrîşî hemû herêmên me kirin. Piştre piştgiriya El-Nusra kirin û ji sinorê Tirkiye êrîşî me kirin.”
‘KOMÊN ÇETEYAN Ê GIREÊDAYÎ DEWLETA TIRK TÊK ÇÛN, NIHA BI XWE DAKET MEYDANÊ’
Fermandar Mazlum Ebdî daxuyakirin ku eger dewleta tirk heta niha êrîş nekiribe, ew jî ji ber hesabên xwe hin tam nekiriye û wiha berdewam kir: “Herî dawî jî îttîfak bi DAIŞ’ê re çêkirin, di encama îttîfaka wan DAIŞ destpêkê êrîşî Kobanê kir û piştre êrîşî tevahî Rojavayê Kurdistanê kir. Lê belê ev êrîş tevahî têk çûn. Piştî êrîşên hevalbendê dewleta tirk, zilamê dewleta tirk, hêzê bi dewleta tirk ve girêdayî ê wekî Artêşa Azad, El-qaîde û DAIŞ giştî têkçû, îro dewleta tirk bi xwe dixwaze dakeve meydanê. Bi êrîşên rasterast dixwaze êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike û destkeftiyên Şoreşa Rojava ji holê rake. Ji ber vê êrîşî Efrînê kirin û dagir kirin. Niha jî dixwazin demografiya Efrînê biguherînin, êrîşên xwe berdewam bikin. Piştre xwestin êrîşî herêmê din wek Şehba, Minbic, Kobanê û heta Dêrikê bikin. Ev plana wan e, û di vê de îsrar dikin. Wek min got, eger ku heta niha êrîş nekirine, ji ber ku derfetên xwe çênebû, yan jî nikarin, yan jî hin hesabên xwe tam nekirine.”
‘ARMANCA DEWLETA TIRK NE LIHEVKIRINÊ, TUNEKIRIN Û PERÇEKIRIN E’
Di berdewamiya axaftina xwe Mazlum Ebdî wiha got: “Ji bo pêşiya wan êrîşan bên girtin, ji bo carek ditir li Rojavayê Kurdistanê em şerekî din ê mezin jiyan nekin, ji bo civaka gelê Kurd û tevahî civaka Sûriyê carek din nekevin pêvajoya şer, me helwestên xwe ên pêşiya wî şerî bigrin daxuyakirin. Ji bo vê jî me gav avêtin. Li ser vî esasî jî îro ev lihevkirinê di aliyekî di navbera Tirkî û Emerîka û navbera me û Emerîka de hatin çêkirin. Ev lihevhatin derketin ortê. Li gorî me ev lihevhatinê hatine çêkirin tiştekî başin. Bi vê yekê xwestekên dewleta tirk ên êrîşkirin û perçekirina Sûriyê li pêşiya wê tê girtin. Ev jî bi xwe derneket ortê. Eger îro lihevhatinek wusa hatibe çêkirin, ne ji ber ku dewleta tirk qebûl kir ango aşîtî dixwaze. Berovajî vê, ji ber ku em xurtin. Ji ber ku Hêza Sûriya Demokratîk xurt e. Ji ber Rêveberiya me a Xweser li Bakur Rojhilatê Sûriyê xurt e. Ji ber ku ev demek dirêj e em şerê DAIŞ dikin û me DAIŞ têkbir û me mirovahî ji terorek mezin parast’î. Ev jî hiştiye Gelê Rojavayê Kurdistan, hêza Rêveberiya Xweser bi giştî û giringiya Hêza Sûriya Demokratîk were çêkirin. Ev faktorekî mezinbû ku hişt li ser Tirkiye zext were avakirin û ev lihevkirin bêçekirin.”
‘GER DEWLETA TIRK ÊRÎŞ BIKE, EM JI ŞER RE AMADE NE’
Mazlum Ebdî bal kişand ser Şerê li dijî DAIŞ’ê ku wan ev rêxistina terorê têkbirin û wiha axivî: “Wek em dizanin dewleta tirk bi vê lihevkirinê neraziye, eşkere datine holê. Ji ber ku hedefên wan cuda ye. Hedefên wan dagirkirine, tunekirina Rêxistinên Demokratîk e û têkbirina destkeftiyên Şoreşê ne. Yani hedefa wan gelê herêmê bi giştî ne û têkbirina îradeya wan e. Bi vê lihevkirinê ne keyfxweşin. Dixwazin vê lihevkirinê derbas bikin. Tiştê ku ne pêkane dixwaze li ser gelê Rojavayê Kurdistan û Bakur Rojhilatê Sûriyê ferz bikin. Ev tiştê ferz dike wek şertên şer û aşîtî datine. Ev lihevkirina ku bi 3 maddeyan ji raya giştî re hate deklare kirin, we ya ku ji aliyê me jî hatiye qebûl kirin û ji aliyê Emerîka û dewleta tirk jî hatiye qebûl kirin, li gorî me ev li esasê berjewendiyê gelê Sûriyê ye. Li gorî berjewendiyên gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê jî yî û di berjewendiyê dewletên navnetewî de ye û giştî ya herkesî de ye. Ji ber li pêşiya Şer digre. Gorî tê xuyakirin dewleta tirk dixwaze vê lihevhatine derbas bike û şertên şer derxin pêş. Em ji vê re jî amade ne. Ger em îro aşîtiyê dixwazin, ne ji ber ku em lawazin û ne ji ber em ji Şer re ne amade ne. Berovajî vê, ji ber em xurtin û hêza me heye, em bi xwe bawerin ku em ê aşîtî li ser herkesî ferz bikin. Ev lihevkirin piştî goftugoyê 9 mehan di navber me, Emerîka û dewlet Tirk hatiye çêkirin. Ji ber xwe ve ev yek derket holê. Ger dewleta tirk qebûl neke, bixwaze şer bike, em amade ne ji bo şer. Me çawa şerê DAIŞ kir, me DAIŞ têkbir, em ê bikarin xwe li vê herêmê biparêzin. Kî êrîşî me bike, em ê êrîşên wan têkbibin.”
‘CIWAN BILA TENÊ JI HÊZÊN XWE BAWER BIKIN’
Mazlum Ebdî rol û giringiya Hêza Sûriya Demokratîk anî ser ziman û ev bangawazî li ciwanan kir: “Di vê mijarê de bangawaziya min ji bo ciwanan, bi giştî Ciwanên Bakur Rojhilatê Sûriyê û taybet jî Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê jiyan dikin pêwîstin tenê bi yek tiştî bawer bikin, ew jî bi hêza xwe bawer bikin. Bi hêzekê tenê bawer bikin, ew jî Hêza Sûriya Demokratîk e bawer bikin. Wekî din ji tu kesî bawer nekin. Hêza Sûriya Demokratîk beşek ji vê lihevkirinê ye, gerek tenê bi vê hêzê bawer bikin. Bi piştgirî û baweriya ciwanan wê ev pêvajo biserkeve. Bila baweriya hebe ku Hêza Sûriya Demokratîk wê bikare vê herêmê biparêze. Bawer kirin tenê têr nake, ji bo em bikarin aşîtiyê ser herkesî ferz bikin, wa lihevkirinê ku hatine çêkirin biserbixînin, ji bo ku em her hêza ku dixwaze êrîş bike em wan poşman bikin ji bo wê pêwîste Heza Sûriya Demokratîk xurt be. YPG-YJP pêwîste xurt be. Ji ber vê pêwîste ciwan nav wan hêzan de cih bigrin. Li ser vî esasî hêzên xwe ên parastinê xurt bikin, ji bo em bikarin her êrîşek ku tê ser herêmê têkbibin.”
MEZINKIRINA HÊZÊN PARASTINÊ ROLA ESASÎ A CIWANA YE
Di dawiya axaftina xwe de Mazlum Ebdî erk û berpirsyartiya Ciwanên Kurdistanê û Ciwanên bakur Rolhilatê Sûriyê anî ser ziman û wiha got: “Di vê pêvajoya Şoreşa Rojava de Ciwanên Kurd ji her çar perçê Kurdistanê û derveyî welat bi rolekî mezin rabûn. Di Şoreşê de cih girtin, û li hemberî tevahî hêzên ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin canê xwe kirin sîper. Bi fedakariyek mezin, qehremantiyek mezin di nav refên YPG û YPJ’ê cih girtin û bi şewazekî layîkî Ciwanên Kurd û Kurdistanê şer kirin. Hinek ji wan şehîd ketin, hinek birîndar bûn, hinek hin jî di nava Şoreşê de ne û bi erkên xwe ê Şoreşê re radibin. Bi vê mûsabetê em tevahî Ciwanên Kurdistanê ên di nava Şoreşê de cih girtin û parastina wê kirin wan silav dikin. Îro Kurdistan bi giştî di rewşekî hesas de derbas dibe. Pêvajoyekî dîrokî re derbas dibe. Dijminê me dixwazin destkeftiyên Şoreşê têk bibin, ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li tevahî Kurdistanê ev wusa ye. Bi şewazekî xwînxwar êrîş dikin. Siyaseta înkarê a tunekirinê di asta herî bilind de didin meşandin. Tu derfet nehiştiye ku xebatên demokratîk û sivîl were meşandin. Bi hemû hêza xwe êrîşî civakê dikin, êrîşî hêza civakê ê rêxistinî dikin, êrîşî hêzê parastinê dikin. Ji bo vê jî erka yekem ê Ciwanên Kurdistanê tevlî Hêzên Parastinê bibin. Hêzê Parastinê ên Kurdistanê xurt bikin. Li hemû derê, li ku êrîş li ser Gelê Kurd heye li wêderê pêwîst dike tevlî hêzên parastinê ê Gelê Kurd bibin. Pêwîste Ciwan bi qehremantî li dijî dijminê Gelê Kurd şer bikin. Cihê xwe di nava Hêzên Parastinê de girtin erka herî mezin a Ciwanên Kurd e, û erka herî layîke ji bo hemû Ciwanên Kurdistanê. Bangawaziya me ew ku hemû Ciwanên Kurdistanê erka parastinê a pîroz ya tevahî destekftiyên Şoreşa Kurdistanê de cih bigrin. Ciwan pêwîste rola xwe di nava Şoreşê de bilîzin. Bila bi tena serê xwe ne, bila hevalên xwe jî tevlî bikin, derdorê xwe jî tevlî bikin û herkesî birêxistin bikin. Pêwîste hedefa herkesî û ruyê herkesî ber bi Hêzên Parastina Kurdistanê be.”
NC/Andok Özgür
BEŞA YEKEM A HEVPEYVÎNÊ:
https://www.nuceciwan29.com/ku/2019/09/23/mazlum-ebdi-erka-sereke-a-ciwanan-pesxistina-sorese-ye/