Piştî gulebaran kirina liqa çarem ya Partiya Demokrat a Kurdistan’ê (PDK) li bajarê Silêmaniyê, avahiya komîteyên çarem û pêncem ên Yekitiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) li bajarê Hewlêr ji aliyê kesên ne diyar ve bi awayekî raste rast hat gulebaran kirin. Hacî Mesîfî diyar kir, bûyer ji aliyê çend kesên ‘’têkder’’ ve hatiye pêk anîn.
Avahiya Komîteyên YNK û PDK’ê hatin gulebaran kirin
Di seatên êvarê de li Silêmaniyê avahiya liqa PDK’ê ji aliyê kesên ne diyar ve bi awayekî raste rast hat gulebaran kirin. Piştî bûyera li Silêmaniyê di seatên şevê de li bajarê Hewlêr ji aliyê hinek kesên ne diyar ve bi awayekî raste rast gule li bînaya komiteya çarem û pêncem ya YNK hatin barandin. Hat zanîn ku di gulebaranê de ziyanekî giyanî çênebûye.
Berdevkê Rêveberiya PDK’ê li Silêmaniyê Eta Hesen di derbarê bûyerê de ragihand ‘’Di bûyera gulebarana li ser avahiya partiya me de, ‘destên reş’ hene.’’
Her wiha Cêgirê berpirsê malbenda YNK’ê li Hewlêr Hacî Mesîfî jî di derbarê gulebara li ser avahiya YNK’ê axivî û got; ‘’Bûyera li ser avahiya komîteyên me ji aliyê hinek kesên têkder kû dixwazin aloziyan derxin ve pêk hatiye.’’
Asayîşa PDK’ê rê nade ku bûyer were şopandin
Hat diyarkirin ku asayîş û saziya îstixbareta PDK’ê Parastin ketine avahiya komîteya YNK’ê ya ku hatî gulebarankirin, hemû video komkirine û destûr nadin ku asayîşa YNK’ê li cihê buyerê lêkolînan bike û girte videoyên heyî temaşe bike.
Hat zanîn ku li şûna asayîşa Hewlêr, asayîşa giştî ya herêmê (Parastin) li cihê buyerê lêkolînan dike. Li gora qanûna hûkumeta herêmê pêwist bû ku bûyer ji aliyê asayîşa Hewlêr ve bihatiba lêkolîn kirin.
Rê nehat dayîn kû Mehmûd Sengawî bikeve Hewlêrê
Biryar bû ku Mekteba Siyasî ya YNK’ê di 19’ê îlonê de li bajarê Hewlêr civîna xwe li darbixe. Endamê Mekteba Siyasî Mehmûd Sengawî ji bo tevlî civînê bibe ji Silêmaniyê ber bi Hewlêr bi rê ket, lê li benda kontrolê ya ‘Nazenîn’ ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat asteng kirin û destûr nedan Mehmûd Sengawî bikeve bajêr. Bi tevî hemû hewildanan Sengawî careke din neçar ma ku vegere Silêmaniyê.
Di heman rojê de Mekteba Siyasî ya YNK’ê li Hewlêr biryar dan ku civînê talûq kirin û di derbarê bûyerê de nameyekî tûnd pêşkêşî rêveberiya PDK’ê û hukumeta herêmê kirin û diyar kirin ku ew bi tû awayan vê helwestê qebûl nakin. Her wiha biryar hat dayîn ku li herêma dibin serweriya YNK’ê de destûra tû berpirsên PDK’ê neyê dayîn ku hatin û çûnê bikin.
Hat zanîn kû mekteba siyasî ya YNK’ê biryar daye ku eger di derbarê bûyerê de helwestek zelal ya PDK’ê nebe, ewê xwe ji parleman û hukumetê bi kişînin.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê