AMED – Danişîna rojnamevan Kibriye Evren li Dadgeha Cezayê Giran a 5’an a Amedê hate dîtin. Li danişînê parêzerên Evren jî hazir bûn. Her wiha rojnamevan, Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê, Punto 24, Insiyatîva Rojnamevanên Azad jî li danişîna Evren hazir bûn.
Dozger xwest ku rewşa girtîbûnê ya Evren bidome.
Evren got, ”Ez a rojnamevan min mafê xwe yê demokrasiyê û azadiya çapameniyê xebitandiye.”
Evren got wêneyên pîknîkê yên li gel hevalên wê mîna ku endama rêxistinê be û perwerdehiyê dibîne di dosyayê de cih girtiye.
HATE TALOQKIRIN
Şandeya Dadgehê biryar li ser da ku rewşa girtîbûnê ya Evren bidome û danişîn taloqî 12’ê Mijdarê kir.