ŞIRNEX – 12’emîn rûniştina doza darizandina nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) hatibû girtin Ziya Ataman ê ji 11’ê Nîsana 2016’an ve girtiye û 10 jê girtî 21 kesan li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê pêk hat. Dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Ataman birî.
Li aliyê din ji bo 6 girtiyên heman dosyeyê biryara berdanê hate dayîn û ji bo girtiyên din jî bi hincetên cûda ceza hate dayîn.
Malbatên li pêşiya edliyeyê rawestiyan nerazîbûn nişanî biryarê dan.