NAVENDA NÛÇEYAN
Heger em bipirsin Pergala dewletê çiye? Ji kengî ve pergala dewletê hatiye ava kirin? eceba dewlet di dema dest pê kirina mirovatî hebû yan na? Bersiva van pirsan wê ji me re rastiya dewletê derxe holê. Sîstema dewletê di dîroka mirovatiyê de cara yekemîn di navbera Îran û Îraqê de hat ava kirin. Kesên ku dewlet ava kirin ew kesên ku dixwestin mirovatiyê bikin bin hukma xwe de û kole bikin. Di dest pêkê de êrîşî dayîka xwedawend ya ku ji bo civakê pîroz dihat dîtin û ji bo civakê bi awayekî xwezayî bi hezarê salan civakê berhem diafirand kirin. Ji bo wê dewlet bi destê zilaman hat ava kirin û bi destê hovan hat ava kirin. Di destê pêka dîrokê de û heya roja me ya îro di hemû deverê cîhanê de û piranî dewletên ku bi navê demokratîk bi nav dikin, heger em lê meyze bikin bi destê zilamên desthilatdar û berjewendî perest tê bi rê ve birin. Ev dibe sedema ewqas komkujî û şeran. Ev taybetmendyên zihniyeta zilamên hovin.
Sîstema dewletê li ser esasê kole kirina civakê heye. Ne mumkune sîstema dewletê ji mirovahiyê re aştî û azadiyê bîne. Di heman demê de sîstema dewletê li dijî Aborî û Xwazayê ye. Çima mirovatî di dest pêka ava kirina dewletê de her radibe serhildanan û daxwaza mafê xwe û azadiya xwe dikin. Heta pêxember rabûn serhildanan û şoreşên civakî li dar xistin li dijî rêxistinên împrator yên dewletî. Mînak Hz. Îbrahîm li dijî Împratora Bablî şoreşekê li dar dixe. Hz. Zerdeşt li dijî Împratora Aşûrî şoreşekê li dardixe. Hz. Mûsa li dijî Împratora Feronî şoreşekê li dardixe. Hz. Îsa li dijî Împratoriya Romanî ya koledar derdikeve û Hz. Muhemed jî li dijî Sasaniyan û bêzantiyan derdikeve, heya digihêje şoreşa Ocelanî ya ku li dijî sîstema dewletê ya faşîst û desthilatdar der dikeve. Buhara gelan di heman çarçoveyê de li dijî rêxistinên dewletî şer û tekoşîn dikin.
Rejîma Baas li Sûriyê beriya her tiştî dewlet e. Ev rastî rastiyekî dîrokiye madem Rêjîma Baas dewlet e. Ji ber vê Rêjîma Baas êrîş kirina gel bi hemû rêbazan gel kole kirin. Gel ji mafê xwe dibîne lê dîsa gel di cahiliyê de hiştin ji mafê xwe dibîne. Pir curetiya jiyanê û ya gelan qedexe dike û yek reng her ferz dike. Yanî Rêjîma Baas dijminê gelan, Jin, Aştî, Exlaq û Eşqê ye.
Dema ku Rejîma Baas li ser gelê Sûrî ewqas desthilatdarî da meşandin, dizanîbû ku wê tevahî gel û ciwanê wî gelî wê li dijî sîstema dewletê derkevin, ji ber vê şerekî taybet yê zirav dan meşandin û di riya şerê taybet bikaribin êrîşî gel û bi taybet ciwanan bikin. Dewlet her tim ji ciwanan ditirsin ji ber ku dizanin ciwan yên ku li hember desthilatdarî her di nav lêgerîna guhertin, Şoreş, Cesaret û Azadiyê de ne.
Ji ber vê Rejîma faşîst ya Baas bi riya şerê taybet êrîşî ciwanan dikin, Ciwanan didin girtin û kuştin. Ruxmî vê jî dîsa du alî ji ciwanên Sûriyê derdikeve aliyekî ciwanên karker, aliyê din jî ciwanên Xwendekar.
Ciwanên karker ew ciwanên ku Siyasetê difroşin cihê kar û birçîbûyînê, tenê ji bo karibin pariyek nan peyda bikin û ev jî hişt ku beşekî mezin ji ciwanên Sûriyê dev ji Siyasetê berdin û li pey şarkerî bikevin. Ji bo azadiyê yan ji bo Demoqratiyê tekoşîn nake, her li pey kare ji bo karibe Xwarina xwe peyda bike. Tenê ji bo ku malbata xwe razî bikin pêwîste ji bo malbata xwe kar bikin ku karibe pêdiviya malbatê bi cih bînin.
Encama vê Siyaseta Sûriyê hişt ku ciwan koçber bibin ji bo kar ji ber ewqas ciwan li kar digerin ji bîr dikin ku li dijî dewletê şer bikin. Di heman demê de bi riya fihûş û kesên beradayî di nav kolanan de bi pêş xistin. Ev hişt ku jiyan Erzan û bê Wate bimîne. Hişt ku Civaka Sûriyê di nav aloziyan de jiyan bike, ciwan û civak dûrî Cewher û Xwazaya xwe bikevin, bi cilekî nû yê ku sîstema Dewletê daye ava kirin, bê zanebûn li xwe dike. Di tarîtiya şerê Rejîma Baas de em dikarin bêjin ku ciwanên karker jiyaneke azad jiyan dikin. Ji bo ciwanên Xwendekar Şerê Taybet bi rêbazekî din didin meşandin. Ew jî bi riya ragihandin, İnternet, Mode û her wekî din didin meşandin. Her tiştê derveyî zainstê, dibin navê zanist wan ciwanan didin xapandin. Tenê ji bo ku peran qezanc bikin 24 seatan dixwînin. Ew kes ku qet ji zanebûnê hez nakin lê wisa diyar dikin ku pir ji zanebûnê hez dikin. Tu pirtûkekî ji derveyî pirtûkên Rejîma Baas naxwînin. Xwendina pirtûkan weke ku tu zincîr dixê qirika wan de, ji ber vê kesayetên vala ava dibin. Cahile tu agahiya wî ji heqîqet û zanebûnê nîne. Lê belê xwe wek Rewşenbîr û pir zana dibîne. Civaka xwe biçûk dibîne xwe pêş ketî li ser civakê re dibîne.
“Şerê taybet yê Rejîma Baas rastiya ciwanan dikuje”
Encama şerê taybet yê Rejîmê li ser ciwanan. Ciwanan dûrî Çand, Azadî, Zanebûn, Welatparêzî û jiyana manewî dikevin, tenê li pey xerîzeyên xwe diçin. Ev bi xwe mirine ji bo ciwanan. Şerê taybet yê Rejîma Baas rastiya ciwanan dikuje. Ev rastiyekî ku gel û ciwanên Sûriyê pê re hê jî rû bi rû dimînin. Ev jî dibe sedem ku Ciwanên Sûriyê ji tevahî êrîşên derve re vekirîbin. Her wiha di dema şerê Sûriyê pir rihet ciwan veguherandin çete û kesên ku ji bo berjewendiyên dewletê xizmet dikin. Ev jî hişt ku Ciwanên Sûriyê tevlî çeteyên DAIŞ’ê û Cebhet El Nusra bibin û veguherin kesên Îxanet kar. Ev jî bû sedem ku Ciwanên Sûriyê koçber bibin û axa xwe ji zaliman re bihêle. di heman demê de bû sedem ku ciwan Rêbertî ji şoreşa xwe re nekin. Lê belê Felsefeya Ocelan, Felsefeyeke jiyana azad û kesayeteke azad e li gor Ciwanên Sûriya û gelê wê. Dema ku ciwan vê Felsefê fêmbikin û li gor wê jiyan bikin wê demê Ciwanên Sûriya wê ji mirina ku tê de jiyan dikin wê veguherînin jiyana rast, ji bo ku civaka xwe û welatê xwe rizgarbikin. Karibin pêşengtî ji gelê xwe û welatê xwe re bikin, ber bi serkeftin û azadiyê ve biçin.
NC / NUDA ELEFTIRYA